Koichi: Ocalan, Mandela û Che Guevarayê îroyîn e
Bilongo: Meseleya sereke dê piştî çekdanînê çi bibe

  • rojane
  • 09:21 9 Tîrmeh 2025
  • |
img

STENBOL - Parlamenterê Fransî Carlos Martens Bilongo diyar kir ku hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji bo wî girîng e û got ku mijara sereke ya pêvajoyê piştî bêçekkirina PKK'ê ye. Rojnamevanê Japonî Yasuda Koichi jî got: "Abdullah Ocalan, Nelson Mandela û Che Guevarayê îroyîn e. PKK çekên xwe datîne û ji bo avakirina civateke nû hewl dide."

Şandeyeke navneteweyî ya ji 39 kesan pêkhatî ku ji welatên cuda siyasetmedar, parêzer, çalakvan û parêzvanên mafên mirovan di nav de, di 1'ê Tîrmehê de hat Stenbolê da ku serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin û "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" a nû hatiye destpêkirin binirxînin. Endamên şandeya ku li bajêr têkilî danîn, dû re vegeriya welatên xwe.
 
Endamê Parlamentoyê yê ji Partiya La France Insoumise (LFI), Carlos Martens Bilongo û rojnamevanê Japonî Yasuda Koichi ku  di şandeyê de bûn, têkildarî mijarê Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn. 
 
‘HEVDÎTINA BI OCALAN RE GIRÎNG E'
 
Carlos Martens Bilongo pêvajoya heyî wekî "pêvajiyeke dîrokî" bi nav kir û got ku ew bi pirsgirêka kurd re ji nêz ve eleqedar e. Bilongo diyar kir ku pirsgirêka kurd gelek caran li Parlamentoya Fransayê hatiye rojevê û ew bi komeleyên kurd ên li welêt re dixebite. Bilongo got: "Li navçeya min a hilbijartinê ya Seine-et-Marne û li Parîsê gelek xwepêşandan hebûn. Gelek rêxistin û komeleyên kurd bi salan e xwepêşandanana li dar dixin. Çend hefte berê, gaveke dîrokî ber bi aştiya di navbera tirk û kurdan de hat avêtin. Wekî mirovekî humanist û milîtanê çepgir ê Fransaya Nesertewandî (La France Insoumise), ji bo min girîng e ku ez bikaribim bi Abdullah Ocalan re ku bi salan e têkoşîneke siyasî dide, hevdîtinê bikim. Ji lew re Abdullah Ocalan kesekî pir girîng e."
 
‘MESELEYA SEREKE PIŞTÎ ÇEKDANÎNÊ YE'
 
Bilongo bi bîr xist ku PKK'ê di çarçoveya pêvajoyê de biryar daye ku "xebatên xwe rawestîne" û got: "Em naveroka hevdîtinan nizanin. Mînaka herî baş ji bo vê mijarê mînaka Korsîkayê ye ji bo Fransayê. Pirsgirêka sereke li vir bêçekkirina komên çekdar e. Dema ku ev kom bêçek bibin, dê çawa vegerandina wan a nav civaka sivîl pêk were? Ev pirsgirêka sereke ye. Ez di sala 2022'yan de li Mêrdîn û Midyadê bûm. Min serdana çiyayên ku endamên PKK'ê lê ne jî kir. Ez li navenda HDP'ê ya Mêrdînê bûm. Mijara me şaredarên HDP'ê bûn. Ev partî niha DEM Partî ye. Wê demê, me li ser dûrxistina şaredaran ji aliyê desthilatê ve û tayînkirina qeyûman li şûna wan gengeşe kirin. Divê ewlehiya siyasî, ango rêzgirtina ji bo îradeya demokratîk li bajarên ku kurdan, were misogerkirin. Divê garantiyek hebe ku dema ev bajar namzetên alîgirê kurdan hilbijêrin û şaredar an parlamenter ji wezîfeyê neyên dûrxistin. Wekî ku me di mînaka birêz Demîrtaş de dît, ew bi 42 sal cezayê girtîgehê hat cezakirin."
 
LI JAPONYAYÊ ZIMANÊ NEFRETÊ
 
Rojnamevan Yasuda Koichi jî ku li ser kurdên li Japonyayê lêkolîn û hevpeyvînan dike, ragihand ku li Japonyayê nêzîkî 3 hezar kurd dijîn. Koichi ku got ku kurdên li Japonyayê rastî cudakariyê tên, diyar kir ku nûçeyên cudakar ên li dijî kurdan di rojname û televîzyonan de tên pêşkêşkirin  û zimanê nefretê li ser înternetê zêde dibe. Koichi destnîşan kir ku gotinên wekî "Divê kurd ji Japonyayê werin derxistin ji ber ku ew terorîst in" li ser înternetê belav bûne û got: "Dema ku min li ser cudakariya li dijî kurdan li Japonyayê lêkolîn dikir, min hebûna kurdên li Tirkiyeyê dît. Li Japonyayê, PKK wekî 'terorîst' tê hesibandin. Dema ku ez hatim Tirkiyeyê, min wergêrek japonî xwest, lê gava wergêrên japonî bihîstin ku ez çima hatime, ew reviyan. Mın meraq dikir ka PKK çi ye û min dixwest rasterast ji mirovên cuda bibihîzim ka Abdullah Ocalan bi rastî kî ye. Dema ku min ev dişopand, min bihîst ku pêvajoyeke aştiyê di navbera Tirkiye û PKK'ê de pêşve diçe. Ez dixwazim vê yekê ji Japonyayê re jî ragihînim."
 
Koichi destnîşan kir ku kurd 30 sal berê hatine Japonyayê û got: "Lêbelê, sê sal berê, kurd dest bi cudakarîyeke dijwar kirin. Ev cudakarî ji ber guhertina qanûnên koçberiyê li Japonyayê çêbû. Bi guhertinê re, hebûna kurdan di civaka japonî de derket holê. Hemû kurdên ku li Japonyayê dijîn serlêdana penaberiyê dikin. Lêbelê, Japonya kurdan wekî penaber qebûl nake. Ji ber vê yekê, kurdan daxwaza xwe ya qebûlkirina wekî penaberan ragihandin. Wan ji bo vê yekê gelek çalakî kirin. Sê sal berê, cudakariya li dijî kurdan ji nişkê ve dest pê kir. Ez cudakariyê di civaka japonî de qebûl nakim. Ji ber vê yekê, ez dixwazim vê mijarê bi berfirehî ragihînim û li her derê bînim ziman."
 
ELEQEYEKE WÎ YA ZÊDE JI BO OCALAN HEYE
 
Koichi anî ziman kir ku wî gelek ji bo Abdullah Ocalan xwendiye û gelek xebitiye û wiha domand: "Ez difikirim ku Abdullah Ocalan Nelson Mandela û Che Guevara yên îroyîn e. Ez nizanim ka PKK her tiştî rast dike yan na, lê ji bo mirovên ku li hemberî wan cudakarî heye şer bikin rast e. Ji ber vê yekê eleqeyeke min a zêde ji bo Abdullah Ocalan heye. Cudakariya ku kurd pê re rû bi rû dimînin ji bo min mijareke dijwar e. Min her tim li Japonyayê gotiye ku kurd terorîst nînin. Lêbelê, her carê jî min bertekeke xirab wergirtiye. Ez dîsa hatim Tirkiyeyê û min ji her kesî gelek tişt bihîstin. PKK, çekên xwe datîne û ji bo avakirina civateke nû hewl dide. Pêşketina pêvajoya aştiyê ne tenê dê ji bo kurdan e, di heman demê de ji bo aştiya giştî ya Rojhilata Navînê jî bibe alîkar. Ez ê biçim û van hemûyan li Japonyayê vebêjim."
 
MA / Melîk Çelîk 
 

Sernavên din

14:41 Guleç: Daxuyaniya Ocalan rast û di cih de ye
Canpolat: Banga dîrokî ya Ocalan resmê sedsalê ye
14:05 Ayşegul Dogan: Di 11’ê Tîrmehê de em ê li Silêmaniyeyê bin
14:00 Ji bo Midurê Karên Nivîsan ê Lemanê biryara binçavkirinê hat dayin
13:59 Piştî 26 salan dengê Ocalan bihîstin: Divê bi lezgînî gav bên avêtin
13:27 Hevseroka ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş nehate berdan
13:26 Erdogan: Em ê agahiyên erênî bigirin
13:14 Siyasetmedar û rewşenbîr dê ji bo torena li Silêmaniyeyê bi rê kevin
12:10 Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan di çapemeniya cîhanê de deng veda
11:53 Çapemeniya Tirkiyeyê banga bidîmen çawa dît?
11:34 Banga Abdullah Ocalan di medyaya dijîtal de bû TT
11:23 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 10 kesê din jî hatin binçavkirin
11:16 Civîna şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi hikûmeta demkî re dest pê kir
11:05 Li Îzmîrê di mehekê de 26 hezar hektar erd şewitî
11:02 Li Egeyê şewatên daristanan
10:44 Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bi hikûmeta demkî re bicive
10:43 Planaya Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê: Armanc kontrolkirina Derya Spî ye
10:42 Hejmara kesên li Texasê di lehiyê de mirîn derket 111’an
10:42 Tirkiyeyê jîriya çekirî asteng kir
10:39 Halîde Turkoglû: Jin di têkoşîna aştiyê de bûne yek
09:52 ‘Divê rêxistinên tenduristiyê beşdarî pêvajoyê bibin’
09:22 Hafîze Îpek: Divê ji bo yekitiyê bi berpirsiyarî tevbigerin
09:21 Koichi: Ocalan, Mandela û Che Guevarayê îroyîn e
Bilongo: Meseleya sereke dê piştî çekdanînê çi bibe
09:12 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê: Wekhevî
09:11 Li ser daxwaza jinan navê 'Bazara Jinan' lê hat kirin
09:10 Li Amedê 80 civîn: Ji bo pêvajoyê piştgirî jî fikar jî zêde ne!
09:07 'Divê hemû aktor bi feraseteke di ser siyasetê re xwedî li pêvajoyê derkevin'
09:00 Ji Abdullah Ocalan banga bidîmen: Ez ji hêza siyaset û aştiya civakî bawerim
09:00 ROJEVA 9’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:18 Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan dê were weşandin
08/07/2025
20:56 Şaredarê Edeneyê Karalar û yê Manvgatê Nefî hatin girtin
16:57 Ji bo Şaredarê Semsûrê biryara hefsa malê hate dayîn
16:56 Daxwaza tehliyeyê ya girtiyê nexweş ku ji sedî 76 astengdar e hate redkirin
16:35 Rejîma Îranê cezayê îdamê da 5 girtiyan
16:30 Gundî li dijî qanûna madenê meşiyan Meclisê
15:44 Dozgeriyê ji bo Karalar daxwaza girtinê kir
15:42 Ozel: Li dijî hêza sindoqê şer îlan kirin
15:08 DMME’yê ji ber rewşa girtî ya Demîrtaş biryara binpêkirinê da
14:59 Aksû piştî 31 salan hate berdan
14:58 Emniyetê ji bo îfadeyê bangî Serokê CHP’ê yê Stenbolê kir
14:18 Jinan bangî Meclisê kirin: Ji bo zemîna hiqûqî ya aştiyê peywirê li xwe bigirin
13:52 Tirkiyeyê dîsa ‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan qebûl nekir
13:08 Fezlekeya der heqê Ozgur Ozel de pêşkeşî Serokatiya Meclisê hat kirin
13:06 Di lêpirsîna Şaredariya Manavgatê de 7 kes hatin binçavkirin
13:06 Girtiyê ku kelemçe red kir: Ez dixwazim bi awayekî mirovane tedawî bibim
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Bêyî Meclis were girtin divê komîsyon were avakirin
12:42 Montag ê Amerîkî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:39 Serokê MÎT’ê bi serokwezîrê Iraqê re civiya
12:38 Ji bo rojnameger Uçar biryara tehliyeyê hat dayin
12:38 Der heqê rojnameger Ceylan Şahînlî de lêpirsîn hate destpêkirin
12:28 Rapora ÎSÎG’ê: Di Hezîranê de 164 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:25 ‘Komîsyona Heqîqetê ya Şer û Zarokan' tê avakirin
11:23 Ji welatiyên piştî giliya Olmez ê AKP’î hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin
11:21 Di Turnuvaya Futbolê ya Vedat Aydin de Rojava Spor bû şampiyon
10:59 Nobeta li Hesendînê li dijî madenê hatiye destpêkirin di tevahiya şevê de domiya
10:29 Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne
10:20 Şaredarên CHP’î sewqî edliyeyê hatin kirin
10:14 Îran: Di êrişan de hezar û 60 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:14 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re hate taloqkirin
10:01 Li Elkê 3 herêm hatin qedexekirin
09:44 ‘Hevdîtinên Civaka Demokratîk’ didomin
09:33 Hejmara kesên di lehiya Texasê de mirîn derket 104’an
09:28 Ji bo komeke din a cigareyan zem hate kirin
09:21 Mûstafa Karabûdak: Divê herî zêde Elewî xwedî li banga Ocalan derkevin
09:03 Welatiyên Hesendînê li dijî lêgerîna madenê nobed dan destpêkirin
09:02 Parlamanetera Îtalî: Ger em guh bidin Ocalan em ê bigihên çareseriyê
09:02 Hevdîtinên gel: Baweriya bi Ocalan tam e, daxwaz hevwelatîbûna wekhev e
09:01 Ji bo mêşvaniyê ji Antalyayê hatin Gimgimê
09:00 ROJEVA 8’Ê TÎREMEHA 2025’AN
07/07/2025
23:30 Ji KCK'ê daxuyaniyeke nû: Toren dê zindî neyê weşandin
20:15 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
20:00 Malbatan li Îmraliyê hevdîtin kirin
16:57 TUHAD-FED’ê li Şirnexê kongreya xwe li dar xist
16:51 Ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî: Îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome
16:24 Li Pêrtagê li dijî kana pomza û xîzî meş hate lidarxistin
16:09 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
15:23 Xebatkarên Beltûrê hatin binçavkirin
15:21 Erdogan li Ozel doza tezmînatê vekir
15:04 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
15:01 OHD: Li Girtîgeha Tokatê nahêlin girtî bên tedawîkirin
14:50 Şandeya Îmraliyê: Em ê li ser hewcehiyên qonaxa nû biaxivin
14:05 Nahêlin rojnamegera girtî sewqî nexweşxaneyê were kirin
13:54 Rapor: Ji sedî 65’ê jinan di malê de hatin qetilkirin
13:24 Di doza Can ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de dosya dê ji dozger re bê şandin
13:24 Li Îzmîr û Kutahyayê şewat derket
12:48 Olmez ê AKP’î gilî kir leşkeran bi ser gund de girtin: 7 kes hatin binçavkirin
12:23 Li Yewnanistanê bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû
12:15 Encamnameya Komxebata Zarokan hat aşkerakirin
12:13 Şandeya Îmraliyê bi hevserokên giştî re civiya
11:51 CHP’ê hemû şaredarên xwe vexwend Enqereyê
11:34 4 leşkerên din jî mirin
11:16 Di serdegirtina malê de polîsan îşkence kir û gefa kuştinê xwarin
10:55 Îsraîlê êrişî Yemenê kir
09:58 Rojnameger Aslan: Ji bo torenê li benda banga Abdullah Ocalan in
09:43 Aktivîstê mafê mirovan ê Hindistanî: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide
09:09 Xwebûn bi manşeta ‘Wa Ocalan sey Mandela serbest bo’ derket
09:04 Li Texasê karesata lehiyê: 82 kes mirin, 41 kes winda ne
09:03 Demîr: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Ocalan esas e
09:02 Şikefta Birqilên a dîrokî di talûkeyê de ye
09:00 Li quntara Cûdiyê bendav û HES: Jiyan wê di binê avê de bimîne
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2025’AN