Hafîze Îpek: Divê ji bo yekitiyê bi berpirsiyarî tevbigerin

  • rojane
  • 09:22 9 Tîrmeh 2025
  • |
img

AMED - Hevberdevka Dîplomasiyê ya DBP'ê Hafîze Îpekê diyar kir ku divê hemû rêxistinên Kurd ji bo yekitiya neteweyî li ser bingeheke hevpar bicivin û got ku divê Kurd li her derî ji bo yekitiyê bi berpirsiyarî tevbigerin. 

 
Hevberdevka Dîplomasiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Hafîze Îpekê nîqaşên di navbera partî û rêxistinên Kurd de yên der barê avakirina yekitiya neteweyî de nirxand. Hafîze Îpekê diyar kir ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo yekitiya neteweyî wan têkiliyên xwe bi partiyên Kurd re zêde kirine û got ku nêzîkatiya giştî erênî ye. Hafîze Îpekê ragihand ku hevdîtinên bi partiyên ku bi baldarî nêzî pêvajoyê bûne re berdewam dikin.
 
'YEKİTIYA NETEWEYÎ BIVÊNEVÊ YE'  
 
Hafîze Îpekê avakirina Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk û Platforma Yekitiya Jinên Kurd di çarçoveya xebatan de hatine avakirin û got ku yekitiya neteweyî "bivênevê" ye. Hafîze Îpekê got: "Ev parçebûna di navbera Kurdan de xizmeta Kurdan nake. Xizmeta gelên vederkirî nake. Ji bo ku ev pêvajo ji bo Kurdan serkeftîtir be, yekitî pêwîst e. Bi vê hişmendiyê, xebat berdewam dikin."
 
Hafîze Îpekê diyar kir ku nakokiyên di nava Kurdan û hin pêşketinên navneteweyî li pêşiya yekitiya neteweyî asteng in û got: "Yekitiya neteweyî ya Kurd bê guman dê bi ser bikeve." Hafîze Îpekê peyama Abdullah Ocalan ku got "parçebûna Kurdan bûye birîn û qelsiyeke mezin a civakî" wiha pê de çû: "Birêz Ocalan dibêje ku divê yekitî bi şertê ku Kurd bikaribin xwe bi xwe bi rê ve bibin were avakirin. Ez bawer dikim ku divê hemû beşên civaka Kurd bi hev re têkoşîna xwe di projeyên wekî yekitiya çandî û yekitiya zimanî de mezin bikin."
 
Hafîze Îpekê bal kişand li ser pêwîstiya yekitîyê hemû partî, sazî û rêxistinan kir û got: "Yekitîya neteweyî bi kombûna li ser bingeheke hevpar mimkun e. Hewldanên ji bo bidestxistina vê bingeheke hevpar berdewam dikin. Bi taybetî di eniya jinan de: li Rojavayê platformeke jinan hat damezrandin. Li Başûr platformeke jinan hat damezrandin. Daxuyaniya Platforma Jinên Kurd jî li Bakur hat dayîn. Avakirina Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd dê encama vê kombûnê be û ev bi rastî jî avabûneke bênavber e. Divê bi giştî jî heman tişt bibe."
 
‘DIVÊ KURD BIBIN XWEDÎ STATU'  
 
Hafîze Îpekê di warê parastina destkeftiyên Kurdan de bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî û got: "Divê Kurd di her aliyê yekitiyê de berpirsiyariyê bigirin ser xwe. Divê her kes bi hesasiyet nêzî vê yekê bibe. Ji ber ku stûna herî girîng a aştiyê li herêmê çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Îro, piştî têkoşîneke mezin, statu li Rojavayê hat bidestxistin. Divê statuya Kurd di encama adaptekirina şert û mercên li Tirkiyeyê de li gorî vê yekê were bidestxistin. Bi destxistina vê statuyê bi hebûnê pêkan e û hebûn jî, tenê bi yekitiyê dikare bê bidestxistin."
 
MA / Mujdat Can
 
 
 

Sernavên din

14:41 Guleç: Daxuyaniya Ocalan rast û di cih de ye
Canpolat: Banga dîrokî ya Ocalan resmê sedsalê ye
14:05 Ayşegul Dogan: Di 11’ê Tîrmehê de em ê li Silêmaniyeyê bin
14:00 Ji bo Midurê Karên Nivîsan ê Lemanê biryara binçavkirinê hat dayin
13:59 Piştî 26 salan dengê Ocalan bihîstin: Divê bi lezgînî gav bên avêtin
13:27 Hevseroka ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş nehate berdan
13:26 Erdogan: Em ê agahiyên erênî bigirin
13:14 Siyasetmedar û rewşenbîr dê ji bo torena li Silêmaniyeyê bi rê kevin
12:10 Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan di çapemeniya cîhanê de deng veda
11:53 Çapemeniya Tirkiyeyê banga bidîmen çawa dît?
11:34 Banga Abdullah Ocalan di medyaya dijîtal de bû TT
11:23 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 10 kesê din jî hatin binçavkirin
11:16 Civîna şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi hikûmeta demkî re dest pê kir
11:05 Li Îzmîrê di mehekê de 26 hezar hektar erd şewitî
11:02 Li Egeyê şewatên daristanan
10:44 Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bi hikûmeta demkî re bicive
10:43 Planaya Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê: Armanc kontrolkirina Derya Spî ye
10:42 Hejmara kesên li Texasê di lehiyê de mirîn derket 111’an
10:42 Tirkiyeyê jîriya çekirî asteng kir
10:39 Halîde Turkoglû: Jin di têkoşîna aştiyê de bûne yek
09:52 ‘Divê rêxistinên tenduristiyê beşdarî pêvajoyê bibin’
09:22 Hafîze Îpek: Divê ji bo yekitiyê bi berpirsiyarî tevbigerin
09:21 Koichi: Ocalan, Mandela û Che Guevarayê îroyîn e
Bilongo: Meseleya sereke dê piştî çekdanînê çi bibe
09:12 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê: Wekhevî
09:11 Li ser daxwaza jinan navê 'Bazara Jinan' lê hat kirin
09:10 Li Amedê 80 civîn: Ji bo pêvajoyê piştgirî jî fikar jî zêde ne!
09:07 'Divê hemû aktor bi feraseteke di ser siyasetê re xwedî li pêvajoyê derkevin'
09:00 Ji Abdullah Ocalan banga bidîmen: Ez ji hêza siyaset û aştiya civakî bawerim
09:00 ROJEVA 9’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:18 Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan dê were weşandin
08/07/2025
20:56 Şaredarê Edeneyê Karalar û yê Manvgatê Nefî hatin girtin
16:57 Ji bo Şaredarê Semsûrê biryara hefsa malê hate dayîn
16:56 Daxwaza tehliyeyê ya girtiyê nexweş ku ji sedî 76 astengdar e hate redkirin
16:35 Rejîma Îranê cezayê îdamê da 5 girtiyan
16:30 Gundî li dijî qanûna madenê meşiyan Meclisê
15:44 Dozgeriyê ji bo Karalar daxwaza girtinê kir
15:42 Ozel: Li dijî hêza sindoqê şer îlan kirin
15:08 DMME’yê ji ber rewşa girtî ya Demîrtaş biryara binpêkirinê da
14:59 Aksû piştî 31 salan hate berdan
14:58 Emniyetê ji bo îfadeyê bangî Serokê CHP’ê yê Stenbolê kir
14:18 Jinan bangî Meclisê kirin: Ji bo zemîna hiqûqî ya aştiyê peywirê li xwe bigirin
13:52 Tirkiyeyê dîsa ‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan qebûl nekir
13:08 Fezlekeya der heqê Ozgur Ozel de pêşkeşî Serokatiya Meclisê hat kirin
13:06 Di lêpirsîna Şaredariya Manavgatê de 7 kes hatin binçavkirin
13:06 Girtiyê ku kelemçe red kir: Ez dixwazim bi awayekî mirovane tedawî bibim
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Bêyî Meclis were girtin divê komîsyon were avakirin
12:42 Montag ê Amerîkî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:39 Serokê MÎT’ê bi serokwezîrê Iraqê re civiya
12:38 Ji bo rojnameger Uçar biryara tehliyeyê hat dayin
12:38 Der heqê rojnameger Ceylan Şahînlî de lêpirsîn hate destpêkirin
12:28 Rapora ÎSÎG’ê: Di Hezîranê de 164 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:25 ‘Komîsyona Heqîqetê ya Şer û Zarokan' tê avakirin
11:23 Ji welatiyên piştî giliya Olmez ê AKP’î hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin
11:21 Di Turnuvaya Futbolê ya Vedat Aydin de Rojava Spor bû şampiyon
10:59 Nobeta li Hesendînê li dijî madenê hatiye destpêkirin di tevahiya şevê de domiya
10:29 Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne
10:20 Şaredarên CHP’î sewqî edliyeyê hatin kirin
10:14 Îran: Di êrişan de hezar û 60 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:14 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re hate taloqkirin
10:01 Li Elkê 3 herêm hatin qedexekirin
09:44 ‘Hevdîtinên Civaka Demokratîk’ didomin
09:33 Hejmara kesên di lehiya Texasê de mirîn derket 104’an
09:28 Ji bo komeke din a cigareyan zem hate kirin
09:21 Mûstafa Karabûdak: Divê herî zêde Elewî xwedî li banga Ocalan derkevin
09:03 Welatiyên Hesendînê li dijî lêgerîna madenê nobed dan destpêkirin
09:02 Parlamanetera Îtalî: Ger em guh bidin Ocalan em ê bigihên çareseriyê
09:02 Hevdîtinên gel: Baweriya bi Ocalan tam e, daxwaz hevwelatîbûna wekhev e
09:01 Ji bo mêşvaniyê ji Antalyayê hatin Gimgimê
09:00 ROJEVA 8’Ê TÎREMEHA 2025’AN
07/07/2025
23:30 Ji KCK'ê daxuyaniyeke nû: Toren dê zindî neyê weşandin
20:15 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
20:00 Malbatan li Îmraliyê hevdîtin kirin
16:57 TUHAD-FED’ê li Şirnexê kongreya xwe li dar xist
16:51 Ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî: Îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome
16:24 Li Pêrtagê li dijî kana pomza û xîzî meş hate lidarxistin
16:09 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
15:23 Xebatkarên Beltûrê hatin binçavkirin
15:21 Erdogan li Ozel doza tezmînatê vekir
15:04 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
15:01 OHD: Li Girtîgeha Tokatê nahêlin girtî bên tedawîkirin
14:50 Şandeya Îmraliyê: Em ê li ser hewcehiyên qonaxa nû biaxivin
14:05 Nahêlin rojnamegera girtî sewqî nexweşxaneyê were kirin
13:54 Rapor: Ji sedî 65’ê jinan di malê de hatin qetilkirin
13:24 Di doza Can ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de dosya dê ji dozger re bê şandin
13:24 Li Îzmîr û Kutahyayê şewat derket
12:48 Olmez ê AKP’î gilî kir leşkeran bi ser gund de girtin: 7 kes hatin binçavkirin
12:23 Li Yewnanistanê bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû
12:15 Encamnameya Komxebata Zarokan hat aşkerakirin
12:13 Şandeya Îmraliyê bi hevserokên giştî re civiya
11:51 CHP’ê hemû şaredarên xwe vexwend Enqereyê
11:34 4 leşkerên din jî mirin
11:16 Di serdegirtina malê de polîsan îşkence kir û gefa kuştinê xwarin
10:55 Îsraîlê êrişî Yemenê kir
09:58 Rojnameger Aslan: Ji bo torenê li benda banga Abdullah Ocalan in
09:43 Aktivîstê mafê mirovan ê Hindistanî: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide
09:09 Xwebûn bi manşeta ‘Wa Ocalan sey Mandela serbest bo’ derket
09:04 Li Texasê karesata lehiyê: 82 kes mirin, 41 kes winda ne
09:03 Demîr: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Ocalan esas e
09:02 Şikefta Birqilên a dîrokî di talûkeyê de ye
09:00 Li quntara Cûdiyê bendav û HES: Jiyan wê di binê avê de bimîne
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2025’AN