AMED - Gulay Kakiz ku 40 sal in li Taxa Alîpaşa a yek ji taxên pêşîn ên Amedê dijî, got ku ew çanda jiyanê ya li Sûrê bi tiştekî nade.
Welatiyên li taxa Alîpaşa ya navçeya Sûrê ya Amed dijîn, aramiya ku di malên xwe yên dîrokî de hîs dikin bi tiştekî nadin. Gulay Kakiz (80) ku 60 sal berê ji Mêrdînê hatiye li Amedê bi cih bûye, piştî 20 salan li navçeya Rezanê li taxa Alîpaşa ya Sûrê bi cih bûye.
Gulay Kakiz di dema pevçûn û qedexeyên derketina derve yên ku di 2'yê Kanûna 2015'an de li navçeyê dest pê kirin de, li malê ma û li hember koçberiyê li ber xwe da. Wê her wiha li hember fermanên dewletê yên valakirina taxê jî li ber xwe daye û tevî hemû zextan jî li Sûrê dijî. Gulay Kakiz ku dayika şeş zarokan e û zarokên wê li semta herî luks a bajêr dijîn, gelek hewl dane wê bibin cem xwe, lê wê ev der tercîh kiriye.
Gulay Kakiz ku got "Ez nikarim di bînayan de bijîm; têkiliyên cîrantiyê û dîroka li vir li tu deran nayên dîtin," got: "Ez 40 sal in li vê taxê dijîm. Ew taxek e ku hesta hevgirtinê lê xurt e. Em mîna malbatekê ne. Taxa me taxek e ku çanda Sûrê lê zindî ye."
Gulay Kakizê diyar kir ku jiyana li avahiyeke apartmanan ji bo wê mirin e, got: "Ez nikarim di avahiyan de bijîm. Ev ne li gor min e. Zarokên min li semta 75 dijîn. Gazî min dikin. Ez naçim. Dem rojekê li cem wan diînim, bêhna min diçikê. Ez dixwazim heta mirinê li Sûrê bijîm. Tenê daxwaza min ew e ku xanîyên dîrokî yên li vir werin restorekirin û çanda Sûrê were parastin."
Gulay Kakizê destnîşan kir ku hesta hevgirtinê ya li taxê di avahiyên apartmanan de nayê dîtin û got: "Mirovên ku li avahiyên apartmanan dijîn hevdu nas nakin. Ger bimirin jî hevdu nas nakin. Mirovên ku li Sûrê dijîn êş û kêfxweşiya hevdu parve dikin. Em karê xwe bi hev re dikin. Em babaqunûç, tirşik, îsotên biraştî û gelek tiştên din bi hev re çêdikin. Dema şîna me çêbibe hem cîran tên. Ev der ne wekî wan dîwarên sar ên apartmanan e. Ji ber ku ev xanîyên dîrokî ne, havînê hênik in. Ez naxwazim biçim tu derê ji ber ku ez ji vê şêwaza jiyanê hez dikim."
MA /Fethî Balaman