ENQERE – Tuncer Bakirhan, diyar kir ku divê komîsyon tavilê dest bi xebatê bike û got: “Divê komîsyon ne tenê di nava hewldana çek danînê de be. Ev komîsyon dikare modela aştiyê ya Tirkiyeyê ava bike.”
Meclisa Partiyê ya Partiya Wekhevî û Aştiyê ya Gelan (DEM Partî) li navenda giştî ya partiyê civiya. Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan berî civînê geşedanên rojevê nirxand.
Bakirhan, li dijî redkirina biryara Dadeha Mafê Mirovan a Ewopayê (DMME) ya têkildarî daxwaza tehliyeya Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş bertek nîşan da û got: “Hevalên me ev 9 sal in di girtîgehê de ne. Ji dêleva ku tavilê bên berdan, bêdeng in. Dadgeh bi awayeke aşkera hiqûqa navneteweyî, xala 90’emîn a destûra bingehîn bin pê dike û sûceke giran dike. Diviyabû hevalên me divê pêvajoyê de bi me ra bixebitiyana. Hêvîdar im ku hevaên me berî demekî bên berdan û bi me re beşdarî xebatan bibin.”
‘ŞEREK AŞKERA YE’
Bakirhan, destnîşan kir ku din ava 3 mehên dawî de ji 100’î zêdetir jin hatine kuştin û ev tişt got: “Qetlîama jinan polîtîk e. Qetilkirina Ayşe Tokyaz a 22 salî jî polîtîk e. Hejmara jinên ku di nava 3 mehan de hatine qetilkirin ji 100’î derbas kiriye. Wek şerek aşkera ye. Ev yek nayê qebûlkirin."
ROJÊN DÎROKÎ
Bakirhan da zanîn ku li Rojhilata Navîn rojên dîrokî tên jiyîn û wiha got: "Şerên hêzên hegemonîk bi dijwarî dewam dikin. Em hemû dibînin ku pêşbaziya şer û desthilatdariyê her ku diçe li Rojhilata Navîn û bi taybet li Sûriyeyê giran dibe. Welatan carinan herêm veguherandine serşoka xwînê, an bi tena serê xwe an jî bi rêya hêzên wekîl. Bi afirandina nediyariyên li wir re hêzên hegemon di rastiyê de hewl didin pozîsyonên xwe xurt bikin. Mînaka şer ya dawî geşedanên li Suweydayê ne. Em komkujiya ku li hemberî gelê Durzî pêk tê lanet dikin. Li Sûriyeyê gelek netew û bawerî hene û di bin banê netewe dewletê de helandina van bawerî û neteweyan çare nîn e. Bi salan e Esad wisa dikir. Gelên Sûriyeyê bi dehan sal in gelek berdêl dan. Ger çare yekperestî bûya Esad û Rojhilata Navîn nedihatin rewşeke wiha."
ÇARESERÎ PROJEYA KURDA YE
Bakirhan anî ziman ku tekane çareserî projeya Kurdan e û wiha got: "Pevçûnên dijwar diqewimin, lê ti kes xwedî projeyeke çareseriyê nîne. Dema Durzî tên qetilkirin fêm dikin. Dema mijareke din derket holê, hewl didin karwanê li ser rê sererast bikin. Tekana pêşniyara çareseriyê hêza Kurdan e, DEM Partî ye, bernameya me ye. Em hemû şahidin ku ji derveyî pergaleke ku derfetê dide ku gel wek hemwelatiyên wekhev bijîn ku nasname û cudahiyên hev di hawireke demokratîk de nas dikin ti alternatîfeke din nîne.
Bakirhan bal kişand ser pêvajoyê û wiha axivî: "Hewldanên me wê nesekinin; ew dê bi formên cur bi cur berdewam bikin. Ev hemû hewldan ji bo entegrasyona demokratîk a erênî û hiqûqa yekpare ye ku Birêz Ocalan îfade kiriye. Baş e, Entegrasyona Demokratîk a pozîtîf çi ye? Entegrasyona Demokratîk ne li ser aliyekê ye ku bi temamî xwe radestî aliyê din bike. Xuya ye ji aliyê hin derdoran ve bi vî rengî tê fêmkirin. Polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê yên yekalî bi ti awayî yek alî nînin. Tam berovajî vê ne. Li ser avakirina jiyaneke hevpar û wekhev, welatîbûna wekhev a li ser bingeha veguherîna hevpar û beşdariyê ye. Civakeke demokratîk e, komareke demokratîk e."
Bakirhan diyar kir ku divê guhertin û veguhertineke dualî pêk were û bêyî ku pêvajo were derengxistin pêwîst e dewlet gav bavêje. Bakirhan têkildarî komîsyona ku were avakirin wiha axivî: "Divê ev komîsyon ne tenê ji bo danîna çekan bikeve nava hewldanan. Mijarên bi vî rengî jî tên nîqaşkirin. Ev yek bi tenê aliyekî pêvajoyê ye. Pirsgirêka bingehîn, vîna siyasî ya ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û rakirina astengiyên girîng ên li pêşiya vê çareseriyê ye. Ev komîsyon dikare modela aştiyê ya Tirkiyeyê biafirîne. Bi rastî jî di pêşerojê de belkî di pêvajoya pevçûn û çareseriyê de pêvajoya ku li Tirkiyeyê berdewam dike ji aliyê aliyên ku tevlî pevçûn û çareseriyê bûne ve bi baldarî weke modela aştiyê bên lêkolînkirin."
Bakirhan da zanîn ku dê ji bo pêşketina pêvoyê bêhtir têbikoşin û pusulaya wan jî neteweya demokratîk e. Bakirhan herî dawî got ku di vê pêvajoyê de roleke mezin dikeve ser milê CHP'ê û divê rola xwe ya dîrokî bîne cih.