STENBOL - Rojnamevan Metîn Yoksû ji Girtîgeha Êlihê bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Rojnamevan Metîn Yoksû ku di çarçoveya lêpirsîneke bi navenda xwe Artvin, di 26'ê Hezîranê de bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin, hat berdan. Yoksû, bi şertê kontrola edlî ji Girtîgeha Êlihê hat berdan.