Yên li Sûrê ji cih û warên xwe bûne: Em qadên xwe yên jiyanê dixwazin

  • rojane
  • 10:13 27 Tîrmeh 2025
  • |
img

AMED - Huseyîn Sesîguzel ê 70 salî ku di sala 2015'an de di dema qedexeyên derketina derve de li Sûrê hatibû îlankirin, mala wî hate xerakirin û got, "Nîşanên guleyan hînê li her derê ne. Edalet nîne, edalet li ku ye? Heta ku nêzîkatiya dewletê neguhere, ev yek wê bidome. Rêyên aştiyê hene, bila gav bavêjin bes e." 

Di ser qedexeyên derketina derve yên di Kanûna 2015'an de li navçeya Sûrê ya dîrokî ya Amedê hatin îlankirin re 10 sal derbas bûn. Navçeya Sûrê ku di lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO'yê de cih digire, di wê serdemê de di nav de dêrên dîrokî, mizgeft û qesr hene bi giştî 4 hezar avahî hatibûn rûxandin. Piştî pevçûn û hilweşîna li taxên Cevat Paşa, Dabanoglu, Fatîhpaşa, Hasirli, Savaş û Cemal Yilmaz ku qedexeya derketina derve lê hat îlankirin, şênî ji cih û warên xwe bûn. Sûr a ku ji ber qedexeya derketina derve demeke dirêj nekarî xwe bigihîne wê, piştre ji nû ve ket ber restorasyona ku berhemên dîrokî bi temamî xirab bûn. Li cihên hatine xerakirin avahiyên dişibin mîmariya yekrengî ya girtîgehê hatine çêkirin.
 
Li hin herêman hê jî hinek avahî kavil in. Tevî ku gelek nîşaneyên li înşaetan hatine danîn, agahiyên peymanê, 'dîroka qedandinê' ya dewletê weke 2020, 2021 an jî 2022'an heta niha ti pêşketin çênebûye. Malbatên Surê yên neçar man koç bikin, bi berdêla kêm a tazmînatê ya ji bo xaniyên xwe hatin dayîn, li kolanan hatin hiştin. Welatiyên ku xaniyên wan ji aliyê dewletê ve hatin xerakirin, ji bo malên xwe tazmînatekkêm bistînin an jî ji bo li xaniyên TOKÎ yên li bajarên cuda hatine çêkirin an jî li malên li şûna xaniyên xwe bên çêkirin, bi deynekî bilind tên dayîn. 
 
Malbatên ku ji ber hilweşandinê neçar man koç bikin, hînê li benda roja ku karibin vegerin malên xwe ne. Yek ji kesên ku vebijarkên ji aliyê dewletê ve jê re hatine pêşkêşkirin qebûl nekir, malbata Sesîguzel e. Huseyîn Sesîguzel ê 70 salî, ku piştî xerakirina xaniyê wan koçî taxa Şehîtlîk a navçeya Yenîşehîrê kir, hînê ji bo bîranîna paşerojê tê Sûrê.
 
'DEMA EZ HATIM VIR, DIKARIM BÊHNÊ BIGIRIM' 
 
Sesîguzel tevî germahiyê jî timî diçe Sûrê û wiha got: "Ji roja şer qediya û vir ve diçim û vedigerim. Dema ku têm vir, xwe baş hîs dikim, dikarim bêhnê bistînim." Sesîguzel da zanîn ku dewletê malên wan xera kiriye û wiha got: "Wan her tişt xera kirin û ew serûbin kirin. Em neçar man derkevin. Sûr berê gelekî bedew bû. Mal û dikanên me hebûn. Niha cihên nû ava kirine, lê her der mîna xirbe xuya dike."
 
'EM QADÊN XWE YÊN JIYANÊ DIXWAZIN' 
 
Sesîguzel anî ziman ku ew li benda roja ew ê vegerin malên xwe ne û wiha axivî: "Piştî ku xaniyê me hilweşandin, hewl dan hinekî pere bidin me, lê me qebûl nekir. Xwestin xaniyên TOKÎ bidin me, lê me got 'em ê negirin'. Em mala xwe dixwazin. Venegeriyan mala me. Em nikarin li avahiyên pir qatî bimînin ku em niha lê dijîn. Em mala xwe dixwazin, em dixwazin vegerin. Li vir xaniyên nû çêkirin, lê bêqîmet in. Xaniyên me yên bêhempa xera kirin û li şûna wan ev ava kirin. Hemû sexte ne. Trîlyon pêşkêşî me bikin jî, em ê mejiyê xwe neguherînin. Niha, heke tu li deriyê yekî li vir bidî, ew ê qedehek av jî nedin te. Li vir têkilîyên me yên cîrantiyê pir xweş bûn. Niha, tiştek nemaye. Em zimanê xwe, mala xwe, qadên xwe yên jiyanê dixwazin. Wekî din daxwazên me tune ne."
 
'EM EDALETÊ DIXWAZIN' 
 
Sesîguzel der barê 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' de nêrînên xwe anî ziman û wiha got: "Li vir ewqas mirov hatin qetilkirin. Nîşanên guleyan hê jî li her derê ne. Edalet nîne, edalet li ku ye? Heta ku nêzîkatiya dewletê neguhere, ev yek wê bidome. Rêyên aştiyê hene, tenê divê gavekê bavêjin. Diviyabû hemû girtiyên li girtîgehan ji niha û pê ve bihata berdan. Ew sozên xwe bi cih naynin."

Sernavên din

02/08/2025
10:01 Navenda li Seravê ji bo jinan bû nefes
09:50 Li Depê konsereke bi coş
09:35 ICOMOS: Pira Deh Derî di xetereyê de ye, plana çalakiyê berpêş bikin
09:15 Dayikên Aştiyê bang li komîsyonê kirin: Girtiyên nexweş û siyasî berdin
09:09 Girtiyê nexweş ê dermanên wî nayên dabînkirin sewqî girtîgeheke din hat kirin
09:05 Hevdîtina ku jiyana mexdûra fermana 74'emîn guherand
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2025'AN
01/08/2025
16:22 Spot di weşanê de ye: Rojeva ewil a Dort 1 Yandan komîsyona Meclisê bû
16:09 Ji MHP’ê ji bo ‘girtiyên nexweş’ bang
16:05 Li Siwêdayê çalakî: Bila hêzên hikûmeta demkî ji bajêr derkevin
15:38 NY: Îsraîlê 1.373 Fîlîstiniyên li benda alîkariyê bûn kuşt
15:11 TÎS’ê daxwazên xwe rêz kir
14:53 Yuksel Koç tehliye bû
14:37 Deriyê Komeleya Awestayê hate mohrkirin
14:24 Der heqê rojnamevanê ku birîna darên li Şirnexê kiribû nûçe lêpirsîn hate despêkirin
14:03 Ji bo girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Dadê çalakî hate lidarxistin
13:18 Îranê cezayê hucreyê da 3 girtiyên jin
12:48 Erdogan cezayê bersûcê komkujiya Madimakê rakir
12:46 Şîna Bîşeng Kabakê bi girseyî hate ziyaretkirin
12:34 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
12:23 Bi roj li nav zevî bi şev jî di kon de dixebitin
11:52 DEDAŞ bêyî ku biçe gund ji bo 35 malan di navbera 60 û 450 hezar TL fatûre birî!
11:02 Klîba Derwêş û Edûlê hate weşandin
10:46 Li dijî birîna daran kampanya: Parastina xwezayê parastina welat e
10:45 Prof. Kieser: Êdî Kurdên li Lozanê nîn in!
10:28 Nûnera KCDP’ê: Ji bo aştiyeke mayînde em em amade ne ku piştgiriyê bidin komîsyonê
10:03 Ji bo xwezayê duqat xetere: Li aliyekî agir, li aliyê din jî maden
09:43 ‘Ji dêleva hebskirinê divê li ser sedemên sûc bê sekinandin'
09:17 Li Pira Deh Derî dagirkerî û keysprestî
09:10 Şahidê Fermana 74'an: Me terka axa xwe nekir
09:06 Dayikên ku çûn Casenê: Dê êşa me bi aştiyê sivik bibe
09:03 Deriyê ber bi Xwedê ve: Deriyê Aşûr
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2025'AN
08:53 Tax bi tax civînên gel hatin lidarxistin
31/07/2025
16:39 Belavkarê rojnameyê Bayram nehate berdan
16:24 Dîmenên nû yên Siwêdayê
16:16 Endamên komîsyona Meclîsê yên AKP’ê diyar bûn
15:37 Rojnamevan Yilmaz li bajarê xwe hate definkirin
15:26 Rojnamevan Erzument Akdenîz nehate berdan
13:49 Piştî 31 salan tehliye bû: Kêfxweşiya min nîvco ye
13:07 Partiya Yenî Yolê endamên xwe yên komîsyonê diyar kir
13:05 Ayşegul Dogan: Cihgirtina li ser maseyê beşdariya sedsala duyemîn a komarê ye
12:11 Ozel têkildarî endamên komîsyonê: Ne diyar in
12:09 Beriya darizandina rojnameger Akdenîz daxuyanî: Rastî nayê bêdengkirin
11:21 Li Afyonê 5 hektar daristan şewitî
10:48 Ger dilop bikira dê di 25 salan de bibûya gol!
10:28 Di şîna xûşka xwe de axivî: Bila her kes piştgiriyê bide pêvajoyê
10:26 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê 308 roj in nehatiye ronîkirin
09:58 33 sal in li ber deriyê girtîgehê ye: Bila bêhiqûqî bi dawî be
09:35 Erdogan greva karkeran qedexe kir
09:32 Krîza avhewayê mezin dibe: Hem ji ber germê hem jî ji ber baranê mirov dimirin
09:16 Kedkarên ku qeyûm ew ji kar derxistin dest bi çalakiyê dikin
09:06 'Şirnexê bi polîtîkayên eko-qirkirinê tê qirkirin'
09:04 Parêzer-nivîskar û netewperestekî tirk: Dê modernîzasyona kurd dirûv bide Rojhilata Navînê
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2025'AN
30/07/2025
21:35 Li Elkê civîna gel: Em ê bi hev re barê pêvajoyê hilgirin
21:32 Di civîna MGK'ê de îşaret bi pêvajoyê hat kirin
20:29 Li Siwêdayê hezar û 350 nexweşên pênceşêrê bê derman in
20:22 Hêzên rejîma Îranê kolberekî kurd birîndar kirin
20:14 Kûrtûlmûş: Xebatên komîsyonê wê hefteya ewil a Tebaxê dest pê bikin
16:48 Cenazeyê rojnamevan Nîzamettîn Yilmaz anîn Stenbolê
16:29 Qeyûmê Wanê welatiyên astengdar ji kar derxist: Ev cara duyemîn e em mexdûr dibin
16:28 Ji bo sersaxiya Zîlan Esen serdana girseyî
16:06 Gardiyanan hem îşkence lê kirin hem jî giliyê wî kirin
15:17 Ozel: Serokê meclisê daxwazên me qebûl kirin, em ê di komîsyonê de cih bigirin
15:14 DEM Partiyê endamên malbata Dedeogullari bibîr anî
14:20 Sînorê xizaniyê yê Turk-Îşê: 86 hezar lîre
14:11 Di 7 mehan de 4 hezar û 426 şewat: Qadeke 50 hezar hektar bû xwelî
14:04 Ji Hunergeha Welat berhemeke nû: Derwêş û Edûlê
13:38 Li Koreya Başûr ji ber germa zêde 13 kes mirin
12:57 Wezîr Tûnç: Em ê di warê teknîkî de piştgiriyê bidin biryarên meclisê
12:44 Pêlên tsûnamiyê gihîştîn peravên Rûsya, Japonya û DYA'yê
12:15 Li dijî karwanê NY´ê êriş: Kesekî birîndar bû
12:02 Li nexweşxaneyê klîma nayên xebitandin nexweş mexdûr in
11:59 Şîna Firat Bayrak bi girseyî hate ziyaretkirin
11:58 Li dijî derxistina 223 karkeran bertek
10:57 Li gorî TUÎK'ê rêjeya bêkariya rastîn ji sedî 32,9 e
10:50 Li Tetwanê sal û nîveke texrîbatên qeyûm û AKP'ê ji holê tên rakirin
10:10 Dayika Nîhat Kazanhan: Ger edalet nebe aştî jî çênabe
09:51 Keşeyê Dêra Portestanê Peker: Ger em bibin yek dê hikûmet gavan biavêje
Hevseroka DADEN'ê Sabahat Înal Acar: Dermanê Kurdistanê yekîtî ye
09:42 Elewiyan piştgirî dan Ocalan: Em parçeyeke esasî yê pêvajoyê ne
09:29 Li Rûsyayê bi pileya 8.8 erdhêj çêbû: Hişyariya tsûnamiyê
09:21 Saziyên Wanê: Pêvajo firsendeke sedsalî ye, misgoerkirina qanûnî divê
09:12 Li Edeneyê 22 kedkar 9 sal in li benda vegera ser kar in
09:08 Li taxên Rihayê civînên gel hatin lidarxistin
09:08 Di bin 40 pileyî de dixebitin: Ji mecbûrî
09:03 Hesendînî: Em xwedî li xwezaya xwe derkevin
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2025'AN
29/07/2025
21:38 Brîtanya: Eger Îsraîl agirbestê paşguh bike ew ê dewleta Filistînê nas bikin
21:18 Li Şirnexê li dijî darbirînê kampanyaya îmzeyan
20:39 Di navbera Tirkiye û Qazaxistanê de 20 peyman hatin îmzekirin
17:00 Li Îdîrê jinan pêvajo gotûbêj kir
16:50 Di doza teşhîrkirina bedena jinan de biryara bêşopandinê
16:44 Li Îranê di hefteyekî de 20 girtî hatin darvekirin
16:32 Ji Siwêdayê banga ‘Ambargoyê rakin û hesab ji sûcdaran bipirsin’
16:21 ÎHD’ê têkildarî rewşa Hatîce Onaran name ji wezaretê re şand
16:20 Nerazîbûna li dijî erêkirina beraata doza Komkujiya Enqereyê
16:07 Karneya ÎHÎK’ê ya girtîgehan: Ji bo 21 hezar û 642 serlênanên binpêkirinê 153 serdan kirî
15:06 Şîna Berîvan Demîr bi girseyî hate ziyaretkirin
13:42 Rojnamevanan li pêşiya Konsolosxaneya Îsraîlê: Em deng didin hempîşeyên xwe yên Filistînî