Ger dilop bikira dê di 25 salan de bibûya gol!

  • rojane
  • 10:48 31 Tîrmeh 2025
  • |
img
WAN – Li gundê Qûrcan a navçeya Seravê ku du caran îhale lê hatiye kirin, çêkirina golê tevî hemû sozan jî ev 25 sal in temam nebûye. Welatiyên nerazîbûn nîşanî rewşê dan, diyar kirin ku ji ber bandorên ziwatiyê nikarin erdên xwe yên çandiniyê av bidin.
 
Li gundê Qûrcan a girêdayî navçeya Serav a Wanê, di sala 2000'î de ji bo çêkirina gola ku tê texmînkirin 1,76 milyon metrekup be û qadeke ji 3 hezar û 900 hektarî were avdan, îhale hatibû dayîn. Çêkirina golê di sala 2001’an de dest pê kir û heta sala 2002an ji sedî 10’ê projeyê temam bû
 
Peymana ku di sala 2003'an de bi şîrketa ku îhale qezenc kir re hat kirin, betal bû. Di rapora ku sedema betalkirinê hat vegotin de ev îfade cih girtin: "Di nava 200 salan de îhaleya golê hat kirin. Lê belê dema xebat dewam dikirin, ji aliyê Komîteya Teftîşê ya Midûriyeta Giştî ya Karên Hîdrolîk a Dewletê ve biryar hat dayîn ku peyman û îhaleya bi şîrketa taşeron re hatiye çêkirin betal bike û garantiya hatiye razandin weke hatineya xezîneyê hat qeydkirin."
 
GOTINÊN LI HEWAYÊ MAN 
 
Piştî 12 salan, di sala 2015'an de Midûriyeta Giştî ya Karên Hîdrolîk a Dewletê (DSÎ) îhaleya revîzyonê ya ji bo golê ji aliyê Muduriyeta Herêma 17’emîn a Wanê ve hat kirin. Di daxuyaniya ku di 15'ê Îlona 2015'an de hat weşandin de hat diyarkirin ku maliyeta nêzî wê 678 hezar û 122 TL ye û îhale jî ji fîrmaya Endezyarî û Şêwirmendiyê ya Erîsta ya navenda wê li Enqereyê ye re bi 332 hezar TL hat dayîn.
 
Li gorî peymana ku di 8’ê Kanûna 2015’an de hat îmzekirin, analîz û sondaj hatin kirin. Lê belê çêkirina golê hînê neqediya bû. Di sala 2016'an de Serokwezîrê wê demê Bînalî Yildirim di dema merasîma vekirina komî ya li Wanê de li ser golê got, "Bendava Qûrcan a xwedî depoya avê ya ji 1,76 mîlyon m3 ye û wê 3 hezar û 900 dexlên xakê av bide, tê çêkirin." Li gel îfadeyên Yildirim jî diyar bû ku li ser golê ti kar nehatiye kirin. 
 
Di sala 2019 'an de careke din ji bo çêkirina golê projeyek hat amadekirin. Di çarçoveya projeyê de rapora nirxandina bandora hawirdorê (EIA) hat xwestin. Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê di 7 'ê Çileya 2019'an de pêvajoya EIA da destpêkirin û di 6'ê Adara heman salê de raporek da û diyar kir ku 'EIA ne pêwîst e'. Piştî vê raporê, Karên Hîdrolîk ên Dewletê (DSÎ) pêvajoyeke nû ya îhaleyê da destpêkirin. Lê belê îhale qet nehate ragihandin.
 
DÎWAR JÎ RIZYANE 
 
Der barê çêkirina golê ya ji sala 2019'an heta 2024'an de mizgîniyek hat dayîn. Waliyê wê demê û qeyyûmê şaredariyê Ozan Balci jî diyar kir ku di bernameya 2024 'an de cih digire û wê di demek kurt de temam bibe. 
 
Tevî 25 sal di ser re derbas bûye jî gol nehatiye çêkirin. Dîwarên tunelê yên di sala 2001 'an de ji bo golê hatine çêkirin jî bi demê re rizyane. 
 
Şêniyên taxê nerazîbûnê li hemberî neçêkirina golê nîşan didin. Welatiyan destnîşan kirin ku ji ber ziwabûnê avên biharê kêm bûne û erdê çandiniyê li ber ziwabûnê ye.
 
NIŞTECIH BERTEKAN NÎŞAN DIDIN 
 
Niştecihê taxê Cevher Bagatur ê ku dixwaze gazincên wan bên bersivandin got, "Dest bi çêkirina tunelê kirin, lê piştre nîvçe hiştin. Şîrket beriya ku karê xwe biqede çû. Ne hikûmetê û ne jî DSÎ'yê mafê me neparast. Di vê çarçoveyê de em mexdûr in. Ji ber ku li gund ava vexwarinê jî nîne. Ne tenê ev e, hemû erdên me ziwa ne. Em nizanin bê şîrket bertîl girtiye yan jî çi bûye. Tekane daxwaza me ew e ku gol biqede.”
 
'TEVÎ RAGIHANDINA ME JÎ TI GUHERTIN NEBÛ' 
 
Îbrahîm Acar ragihand ku xebatên li ser golê ji ber 'sedemên nediyar' hatine rawestandin. Acar got, “Hin erdên gundiyan jî hatin texrîbkirin. Bi salan em çûn DSÎ'yê û me rewş vegot. Her cara ku em diçûn digotin, 'em dişopînin'. Lê li gel ku di ser re sal derbas bûn jî ti geşedan çênebû. Weke keyayê gund ê wê demê ez çûm Enqereyê. Min rewş ji Wezîrê Çandiniyê Mehdî Eker re ragihand. Wezîr ji me re got, 'Divê Gola Qûrcan niha aktîf be'. Agahî, belge û raporên me hebûn, ku me pêşkêşî wezîr kirin. Me ev rewş ji Midûrê Giştî yê DSÎ'yê re jî ragihand. Ji me re got ku di qonaxa îhaleyê de ye. Lê belê ti guhertin nebû.”
 
Acar di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Ev gol tenê ji bo gundê Qûrcan nayê çêkirin. Ji bo gundê Beyaslan jî tê çêkirin. Nifûsa van her du gundan ji 4 hezarî zêdetir e. Erdên ji ber ziwabûnê êdî nikarin bên çandin. Aliyekî siyasî yê vê rewşê jî heye. Hingî namzetên AKP'ê hatin gund û gotin, 'Eger hûn dengê xwe bidin me, em ê golê ava bikin'. Weke gel em mexdûr in. Divê di zûtirîn demê de berpirsyarên mexdûriyeta me bên dîtin.”
 
MA / Adnan Bîlen
 

Sernavên din

06/08/2025
09:00 Aktîvîstên TJA'yê: Aştî dê bi pêşengiya jina azad were avakirin
09:00 'Gel li bendê ye hikûmet gavên zelal biavêje'
09:00 Dixwazin li nava zeviyên findiqan sondaja madenê çêkin
09:00 ROJEVA 6’Ê TEBAXA 2025’AN
05/08/2025
20:34 Komîsyon dê Kalin, Yaşar û Bayraktaroglû guhdar bike
20:23 Komîsyonê pêşnûmaya awayê xebatê bi yekdengî qebûl kir
20:02 Ji AYM'ê der barê 11 rojnamevanan de biryara binpêkirin
17:13 Navê ‘Komîsyona Piştevaniya Netewî, Biratî û Demokrasiyê’ li komîsyonê hat kirin
17:08 Ji ÎHD’ê rapora 2024’an: Herî kêm 26 hezar û 632 binpêkirinên mafan hatin kirin
16:40 Şaredarê Semsûrê li erka xwe hate vegerandin
16:35 Li Elkê şewat derket
16:34 Li Îranê 30 girtî hatin darvekirin
16:06 Wesayîta karkerên demsalî qeza kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:05 Li Mugla û Aydinê şewat derket
16:00 Hevberdevka HDK’ê: Divê ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
15:38 'Konferansa Yekhelwestiya' gelan: Dê îradeya avakirina Sûriyeya nû derxe holê
15:38 Çalakiya rûniştinê ya jinên Beluc didome
15:37 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê di pêvajoyên biryardayînê de rêveberiyên xwecihî jî hebin
14:55 UNICEF: Li Xezeyê rojane 28 zarok jiyana xwe ji dest didin
14:43 Li Xezeyê di 24 saetan de 8 kesan ji birçîna jiyana xwe ji dest dan
14:32 Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe: Girtiyan berdin
14:01 Li Yemenê hezar û 479 jin hatin qetilkirin, 5 hezar û 618 hezar binpêkirin
12:55 Gundiyên ku faza ceyrana wan hatibû daxistin çalakiya xwe didomînin
11:38 Komîsyona li Meclisê civiya: Êdî dema wê hatiye em bi dengekî bilind biaxivin
11:36 'Ji bo pêşîgirtina li binpêkirinan reformên binesazî pêwîst in'
11:18 Mazlum Ebdî: Bi Sûriyeya nenavendî re her kes dê qezenc bike
10:18 Li dijî Şaredariya Pirsûsê êriş hate kirin
10:17 Ji Înîsiyatîfa Jinan bo komîsyona li Meclisê 5 pêşniyar
09:32 Di hevdîtinan de baweriya bi Ocalan û daxwaza ku dewlet gav biavêje derketin pêş
09:22 Gundiyên ku ceyrana wan hate birîn rê li trafîkê re girtin
09:13 Rêxistinên piştgiriyê didin malbatên girtiyan: Bila girtî bên berdan
09:06 Gundê hatiye jibîrkirin: Ne rê ne jî ceyran heye
09:05 Hêviya gelê Amedê ji komîsyonê: Ji bo demokrastîkbûnê sererastkirinên qanûnî
09:00 ROJEVA 5’Ê TEBAXA 2025’AN
04/08/2025
21:15 Şandeya DEM Partiyê: Nîşeyên ku wekî yên hevdîtinê bin tên belavkirin dûrî rastiyê ne
20:39 Bertek li dijî girtina Komeleya Avestayê
16:28 Barrack têkildarî Siwêyda û Minbicê daxuyanî da
16:20 Çalakiya jinên Beluc di roja 20’an de didome
16:08 Îlham Ehmed: Avakirina Sûriyeyeke nû bi naskirina hemû nasnameyan pêkan e
15:27 Girtina Komeleya Avestayê li Agiriyê hate protestokirin
15:09 Roja danişîna lêpirsîna ÎzBB’ê diyar bû
14:42 Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê: Tirkiye peymana avê binpê dike
14:28 HSD: Komên hikûmeta demkî êrişî nuqteyên me yên leşkerî kirin
14:00 Kurtulmuş bi koordînatorên komîsyonê yên partiyan re civiya
14:00 Bîlançoya li Yemenê giran bû: 76 kes di behrê de xeniqîn
13:59 Endamê Kongreya DYA’yê Hemade: HSD’ê rêveberiyeke mînak ava kir
13:15 Serokê ICRC’ê: Rewşa mirovî ya li Siwêdayê giran e
13:14 Qirkirina daran a li Gabarê ku Walitiyê gotibû ‘hatiye rawestandin’ didome
12:56 Temel: Bêyî tevkariya polîtîk a Ocalan çareseriyeke mayinde pêkan nîne
12:02 ‘Hewceye komîsyon şefaf be û gel agahdar bike’
11:36 DFG: Astengiyên li pêşiya hevdîtina rojnamegeran a bi Ocalan re rakin
11:09 Mazlum Ebdî: Ji bo gelê Sûriyeyê rola xwe bilîze bingeh hatiye avakirin
10:46 Ji Abdullah Ocalan hişyariya ji bo komîsyonê: Divê bingeha hiqûqî hebe
10:43 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 65,15 e
TUÎK: Enflasyona salane ji sedî 33,52 ye
10:42 Pêşniyara dayikan a ji bo komîsyonê: Bila Ocalan azad bibe
10:01 ‘Tişta herî xetere ku tundiya ser jinê zêde dike polîtîkaya necezakirinê ye’
09:33 Li Behra Spî û Çukurovayê civînên gel: Xelk ji AKP'ê bawer nake û dixwaze gav bên avêtin
09:23 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina herî xurt hêza cewherî ye’ derket
09:00 ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2025’AN
03/08/2025
16:43 Ji bo taziyeya Karagol û Aydogmûş serdana girseyî
16:24 Kesên ku di fermanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Bila statûya Şengalê were nasîn
16:11 Li Siweydayê pevçûnên dijwar
14:49 Bafil Talabanî: Em ê piştgiriyê bidin daxwazên Êzidiyan
14:49 Li Îranê 8 roj in girtî di greva birçîbûnê de ne
14:39 Li Gundikê Melê şewat derket
14:38 Fîlozof Lisa Herzog piştgirî da pêvajoyê
14:38 SOHR: Di 5 mehan de herî kêm 3 hezar û 278 kes mir
14:27 Aqûbeta 400 kîlo ûranyûmê li Îranê nayê zanîn
14:26 Li Iraqê îxracatê petrolê ya ji bo DYA'yê kêm bû
14:15 Ji Avestayê bertek: Zimanê dayikê xeta me ya sor e
13:21 Êzidiyan berê xwe dan Çiyayê Şengalê
13:09 Kovara Jin bi sernavê 'Jinên Êzidî û Parastina Rewa' derket
13:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da û yek jî gerîla ye: Dora gavavêtinê ya dewletê ye
12:41 Banga hevrûbûn û naskirina komkujiya Êzidiyan
11:58 Fragmana 'Hey Hawar' ku texrîbata goran vedibêje hat weşandin
11:56 Erdhejê rê li ber vekir: Volkan piştî 450 salî çalak bû
11:33 QSD: Mafê parastina rewa hat bikaranîn
11:31 Bêrîvan aştiyeke bi rûmet dixwazin
11:20 Çîroka malbateke ku dîl ketiye destê DAIŞ'ê
10:30 Tesîsa dawerînê ye, lê qirêjî dike!
09:51 Ciwanên HDK'î: Çareserî bi guhertina destûra bingehîn mimkun e
09:42 Dadgehê giliyê têkildarî Soylu ji meclisê re hişt
09:00 Parêzer Kahraman: Ji bo pêkhatina mafê hêviyê hemû kes berpirsyar e
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2025'AN
02/08/2025
16:38 11 rêxistin ji bo komkujiya Şengalê bangî Iraqê kirin
16:24 Li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin
16:05 Sezaî Temellî: Dema avakirina rêya 3’yemîn e
15:35 Hat xwestin ku girtiyên nexweş Baltaci û Demîr bên berdan
15:33 Xizmên Windayan li 4 bajaran çalakî li dar xistin
14:50 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Bila komkujiya Êzidiyan bê naskirin
14:21 Bakirhan: Em bang li civaka sivîl dikin ku di pêvajoyê de bi awayekî aktîf rol bigirin
14:10 Dayikên Şemiyê ji bo Murat Aslan daxwaza edaletê kirin
13:54 Di bîranîna Pirsûsê de binpêkirin hatin aşkerakirin
13:23 KNK: Divê statûya Şengalê bê naskirin
13:10 Nerazîbûna li hemberî xûtbeya Diyanetê ya ku jinan dike hedef
12:59 Di civînên TÎS’ê de lihevkirin pêk hat
12:56 Êrişên li dijî bîrên petrolê tê lêkolînkirin
11:34 Rapora MKG'ê ya meha Tîrmehê
10:38 Nûnera CÎSST’ê: Mafê hêviyê pêwîstiyeke mirovahî ye
10:12 Li Amedê ‘Pêşandanên Fîlman ên li Derve’ dest pê kir