Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe: Girtiyan berdin

  • jin
  • 14:32 5 Tebax 2025
  • |
img
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglûyê diyar kir ku rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe, xwest Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên rakirin û girtî bên berdan. 
 
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), têkildarî binpêkirinên li dijî girtiyên jin, li pêşiya Girtîgeha Sîncanê daxuyaniyê da. Berdevka Meclisa Jinan Halîde Turkoglû di daxuyaniyê de axivî.  Halîde Turkoglûyê diyar kir ku demokratîkbûn dê bi dawîbûna binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan re were. 
 
Bi domdarî Halîde Turkoglûyê diyar kir ku bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” re yek ji mijarên sereke yên rojevê binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan e û got: “Em dizanin ku ev ji ber girtina siyasetmedaran diqewimin. Em dizanin ku nebûna çareseriyeke demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd li welêt bûye sedema şandina siyasetmedaran a girtîgehê. Siyasetmedar, şaredar û endamên meclisê hîn jî di girtîgehan de ne. Em dizanin ku demokratîkbûna vî welatî jî bi dawîbûna binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan ve girêdayî ye."
 
‘REJÎMA GIRTÎGEHAN BÛYE REJÎMA ÎŞKENCEYÊ’ 
 
Halîde Turkoglûyê bi domdarî anî ziman ku Girtîgeha Sîncanê yek ji wan mînakan e ku rejîma girtîgehê bûye rejîmeke îşkenceyê û wiha domand: “Her yek ji binpêkirinên mafan ên ku li Girtîgeha Sîncanê pêk tên dê mînakek zelal be ku çawa pergala girtîgehê li Tirkiyeyê tê rêvebirin. Banga me ji bo rêveberiya Girtîgeha Sîncanê, hemû rêvebirên girtîgehan li Tirkiyeyê û Wezareta Dadê dikin. Lê em dixwazin bang li raya giştî ya Tirkiyeyê jî bikin ku aştiya civakî û edaletê li vî welatî misoger bikin. Em dixwazin binpêkirinên mafan li Girtîgeha Sîncanê, awayên ku girtiyên siyasî rastî binpêkirinên mafan tên û pergala îşkenceyê ya ku jinên di bin çavdêriya dadwerî de rastî wan tên nîşan bidin.”
 
'LIJNEYA ÎDARE Û ÇAVDÊRIYÊ NÊZIKATIYEKE ÎDEOLOJÎK NÎŞAN DIDIN’ 
 
Bi domdarî Halîde Turkoglûyê bi lêv kir ku şewitandina înfazan hem ji bo girtiyên siyasî û hem jî ji bo yên edlî mijareke girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lijneyeke bi navê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê heye. Bi rêya vê lijneyê, gelek girtiyên ku cezayên wan qediyane û divê bihatana berdan, bi awayekî keyfî û li ser bingeha nêzîkatiyek îdeolojîk înfaza wan tê şewitandin. Her yek ji van jînfazan ji bo raya giştî, nemaze ji bo girtiyên siyasî, dibe mijarek sereke ya nîqaşê. Ji ber ku her înfazek wekî pratîkek keyfî tê nîşandan, her girtî bi rastî jî rehîn tê girtin. Çima em vê dibêjin? Ji ber ku her endamek lijneya çavdêriya îdarî bi awayekî keyfî û bi nêzîkatiyek îdeolojîk nêzî înfazan dibe. Ji ber ku girtî bi malbata xwe re hevdîtinê dikin û ger ku ev hevdîtin bikevin bin qeydan bi awayekî kêfî înfaza girtiyan tê şewitandin. Anku ji ber rojnameyek girtine înfazên wan tên şewitandin.  Gelek mînakên wiha hene ku ez dikarim rêz bikim. Girtîgeha Sîncanê vê yekê dike.  Vê jî wekî pergala girtîgehê nîşan dide. 
 
EM^E TÊKOŞÎNA XWE XURTTIR BIKIN
 
Îro li ser demokratîkbûnê, çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka Kurd û aştiyê nîqaş tên kirin. Meclis îro ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê civiyaye. Lê cihê edalet lê tune be, demokrasî nayê avakirin. Dê têkoşîna xwe ya li dijî şewitandina înfazên girtiyên siyasî yên jin xurttir bikin. 
 
REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ 
 
Li gorî raporeke Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li Tirkiyeyê hezar û 412 girtiyên nexweş hene ku 335 ji wan rewşa wan giran e. ATK di rastiyê de ji bo girtiyên nexweş ên ku bi rêbazên keyfî girtîne raporan amade dike. Dîsa, li vir nêzîkatiyeke îdeolojîk heye. Îdiaya ku girtiyên nexweş dikarin di girtîgehê de bimînin, hem binpêkirina mafên mirovan e û hem jî mînakek aşkera ya kuştinê ye ku di nav pergala girtîgehan de tê kirin. Fatma Tokmak ku ji sala 1996'an heta niha girtî ye, mînakeke sereke ye. Tevî pirsgirêkên dil û nexweşiyên din û raporên ATK’ê jî nayê berdan. ATK binpêkirineke mafên mirovan ên bingehîn û sûc dike û divê ev sûc bi dawî bibe. Divê ATK dev ji pratîkên xwe yên keyfî û nêzîkatiyên xwe yên îdeolojîk berde. Em careke din daxwaza berdana girtiyên nexweş dikin.
 
HETA EV REJÎM LI GIRTÎGEHAN HEBE DÊ AŞTÎ ÇÊNEBE
 
Em dubare dibêjin ku avakirina aştî û civakeke demokratîk girêdayî girtîgehan e. Heta ev rejîma li girtîgehan bidome dê aştiya civakî ya vî welatî çênebe. Ji bo aştiya civakî divê girtiyên siyasî bên berdan. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Ji bo aştiya civakî divê pergaleke biedalet hebe. 
 
BANG
 
Em bang li hemû rêveberiyên girtîgehan û Wezareta Dadê dikin; tişta hûn dikin sûcekî li dijî mafên mirovan e. Dev ji vî sûcî berdin. Em careke din bangî wijdana raya giştî dikin; werin em girtiyên nexweş terk nekin û ji bo azadiya girtiyên siyaî têbikoşin. Werin em bi hev re dawî li pergala îşkenceyê bînin.” 
 

Sernavên din

09/08/2025
14:54 Bi girseyî serdana şîna Welat Hazirê HPG'î hat kirin
14:32 Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Li Girtîgeha Qerçekê îşkence heye
14:25 Dayikên Şemiyê ji bo rojnamevan Ferhat Tepe doza edaletê kirin
14:15 'Bila komîsyon aqûbeta kesên bi darê zorê hatine windakirin derxîne holê'
13:47 Fîdan bi Sîsî re civiya
13:43 Hûsiyan êrişî Îsraîlê kirin
12:15 Li Amedê Komxebata Aştiyê: Divê em bi hev re aştiyê ava bikin
11:47 Hikûmeta Şamê ji hevdîtinên li Parîsê vekişiya
11:33 Trump û Putîn wê li Alaskayê bicivin
11:28 Şêniyên Wan û Gimgimê: Em misogerkirina qanûnî dixwazin
10:24 Cinayeta ku 33 sal in nehatiye ronîkirin: Kevneşopiya wî didome
09:41 Di 2 salan de li 3 girtîgehan 56 caran berdana girtiyan hat taloqkirin, înfaza 16 girtiyan hat şewitandin
09:19 Talankirina ekolojiyê kaniyên Şirnexê ziwa kirin
09:05 Ji Şaredariya Peyasê li dijî cinayetên jinan plana çalakiyan
09:03 Wezaretê berpirsiyariya xwe ya di qirkirina daristanan a bi destê cendirme û cerdevanan de qebûl nekir
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2025'AN
08/08/2025
22:20 Ji Abdullah Ocalan ji bo gelê Kampa Mexmûrê name
21:11 Civîna sêyem a komîsyonê wê di 12’ê Tebaxê de be
16:34 Encamnameya Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan: Çareserî Sûriyeya nenavendî ye
16:24 'Em ê Sûriyeyeke hemû kesî hembêz dike ava bikin’
16:13 Şewata li Çanakkaleyê nêzî jîngehan bû
15:55 Denîz Firat di sala 11’emîn a qetilkirina xwe de hate bibîranîn
15:45 Şewata li Licê hate vemirandin
14:55 Ji Elewî û Durziyan peyama yekhelwestiyê: Çareserî, pergala nenavendî ye
14:54 Jinên Beluc: Heta edalet pêk tê em ê nesekinin
14:34 Guler, Yerlîkaya û Kalin beriya civîna komîsyonê hatin gel hev
14:08 Di 10 rojan de 8 hezar îmze: Bila eko-qirkirin bi dawî bibe
14:02 Kurtulmuş: Em mecbûr in pêvajoyê bi baldarî birêve bibin
13:54 Dozgerê Dadgeha Bilind xwest cezayên di doza Narîn Guranê de bên erêkirin
13:51 Li Mêrdînê mirina bi guman a 2 jinan
13:23 ÎSÎG: 204 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:15 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan': Piranîparêzî ne gef e lê hêz e
12:30 HPG: Êrişên Tirkiyeyê berdewam in
12:09 Ji bo bîranîna rojnameger Huseyîn Denîz dê pêşangeh bê vekirin
12:08 Odeya Bijîşkan a Rihayê ji ber birîna ceyranê hişyarî da
11:55 Li Şirnexê 3 ton û 112 kîloyên goştê ne bihîjyen hatin tunekirin
11:29 Ermenistan û Azerbaycan dê peymanê mohr bikin
11:01 Ji bo meşa ciwanan bang: Em ê ji ruhê serdema nû re bibin bersiv
10:27 Ji Serokê TÎHV’ê Bakkalci ji bo komîsyona ‘pêşniyarên pêvajoyê’
10:26 Temellî: Meclis dê pêşniyarên komîsyonê qanûnî bike
09:43 'Aştiya civakî ji bo jiyaneke ewle ya jinan girîng e'
09:42 Rûdawê medyaya hewzê jî derbas kir: Banga ‘teslîm bibe’ ya li HPG’iya jiyana xwe ji dest dayî hatiye kirin weşand!
09:17 Îsraîlê ‘plana kontrolkirina Xezeyê’ erê kir
09:10 Li Tatosê bi pêşniyazên jinan projeyên çareseriyê tên pêkanîn
09:02 Nivîskar Kural: Çareserkirina pirsgirêka Kurd tekane rêya jiyîna nasnameya Çerkesan e jî
09:01 Rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam nebaş e
09:00 Xebatkarên Perî Tekstîlê: Em ê bitêkoşin
09:00 Dozger poşmanîtî li girtî ferz kir: Berdana wî salekê hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 8’Ê TEBAXA 2025’AN
07/08/2025
16:57 Li Dihokê goreke komî hate dîtin
16:52 Kurtulmuş: Pêvajo ne pêvajoya mizakereyê ye
16:51 2 jin ji hêla hevjînên xwe ve hatin qetilkirin
16:46 Şaxa ÎHD’a Dêrsimê: Binpêkirinên li bajar gefê li mafê jiyanê dixwin
16:24 Jinên Beluc: Em bang li her kesî dikin ku bibin dengê me
16:01 Li rojnamegera tev li danişînê nebû cezayê kelemçeya elektronîk hat birîn
15:51 Varişli ku tehliyeya wî ji bo 6 mehan hatibû taloqkirin hate berdan
14:43 Meclisa Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Ocalan re dê serlêdanê bikin
14:20 Li Boluyê şewat derket
13:36 Endamê komîsyonê yê DEM Partiyê yê nû bû Celal Firat
13:35 Li Elkê qirkirina daristanan: Xaka welat veguherandin çolistanê
13:07 Ayşegul Dogan: Em di qonaxeke krîtîk de ne û hewcehî bi têkoşînê heye
13:06 Xebatkarên ODTU’yê dest bi grevê kirin
13:05 Xwendekar dê bi rojeva ‘pêvajoyê’ komxebatê li dar bixin
11:52 Berteka gardiyan a li dijî pêvajoyê: Zext li girtiyan kirin, heqaret li Bahçelî kirin
11:44 Saruhan Oluç: Em ê ji bo yasayên entegrasyonê pêşniyaran bikin
11:00 Demokratîk Modernîte bi manşeta ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ derket
10:38 Abdulbakî Erdogmuş: Muxatab Ocalan e, divê komîsyon pê re hevdîtinê bike
10:34 Çand û dîroka Kurdan li dîwaran neqişand
10:05 11 salên bêyî Denîz Firat: Heya nefesa xwe ya dawî qeyd kir
09:50 'Şert û merc dê bikin ku îktîdar gavan biavêje’
09:17 Du bira, du zarok, bav û biraziyê xwe winda kir: Em aştiyê dixwazin
09:04 Girtiyê nexweş Latîf Akay bi mirinê re rû bi rû ye
09:03 TUAY-DER: Divê girtî wekî kirdeya pêvajoyê bên dîtin
09:02 Dê li 13 navendan şahî, mitîng û meş bên lidarxistin
09:02 Hestiyên kurê wî di qutiyê de hatibûn radestkirin: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
09:00 ROJEVA 7’Ê TEBAXA 2025’AN
06/08/2025
16:59 Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘protestoya 15’ê Sibatê’ ceza dan 12 girtiyên jin
16:25 Konseya Bajar a Wanê bi tevlibûna 3 hezar kesan civiya
16:11 Zaroka ketî Çemê Hezilê jiyana xwe ji dest da
16:03 Ji ber birîna ceyranê rê girtin
15:41 Dîroka Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan diyar bû
15:38 Jinên Beluc ji bo windakiriyan meşiyan
14:54 Bi pêşniyara DEM Partiyê wê ji bo komîsyonê 3 kes bên diyarkirin
14:31 Qeyûmê Wanê erse da ber firotinê, TSO’yê îlana wê weşand!
14:19 Bayindir: Ji bo azadiyê divê em yekitiyê ava bikin û rêxistiniya xwe mezin bikin
13:27 Civîna duyemîn a komîsyonê dê ji çapemeniyê re girtî be
13:26 Rojnamegerê Beluc hate girtin
13:17 Li Hindistanê lehî rabû: 14 kes mirin, 100 kes winda ne
12:28 Berdevka Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê: Li Sûriyeyê em bi diyalogê re ne
11:45 Qeyûmê Wanê 223 karker ji kar derxist û li şûna wan 84 kesên nû girt kar
11:35 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva ‘pêvajo û komîsyonê’ civiya
11:33 Gef li belavkarê rojnameyê xwarin û sîxûrî ferz kirin
11:23 Encamnameya PM’a DBP’ê: Çareseriya pirsgirêka Kurd mifteya jiyaneke aştiyane ye
11:00 Karasu: Heta komîsyon bi Ocalan re neaxive dê fonksiyoneke wê nebe
10:39 Çeteleya JINNEWS’ê: 28 jin hatin qetilkirin û 25 jî bi awayekî guman mirin
10:35 Lubnanê biryara ‘tesfiyekirina hêzên çekdar’ da
10:18 Di salvegera 80’emîn de kesên li Hîroşîmayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
09:57 Li 20 bajaran dê baran bibare
09:27 Berdana girtiya 68 salî ya protez di çokên wê de heye bi hinceta 'werzîş nekiriye' hat taloqkirin
09:00 Aktîvîstên TJA'yê: Aştî dê bi pêşengiya jina azad were avakirin