ENQERE - Gardiyanên li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê ji ber piştgiriya dide pêvajoyê heqaret li Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî kirin û sergardiyan jî gef li girtiyan xwar.
Ozgur Gurbuz ku li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tê ragirtin, ji Wekîlê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek re name şand. Di nameya xwe de behsa zextên tên kirin û hewldanên provakasyonê kir. Gurbuz, di nameya xwe de got ku ji ber zext û provokasyonên tên kirin, ji komîsyona li Meclisê re name nivîsandiye.
Gurbuz, di nameya xwe de destnîşan kir ku zext û provokasyon ji hêla sergardiyan Mehmet Altinok ve tên pêşxistin. Gurbuz, got ku bi destpêkirina pêvajoyê re Altinok bi gotina “Ez kiloxperest im. Ez Umît Ozdagî me.” gef li girtiyan xwariye. Gurbuz, di nameya xwe de got ku Altinok heqaret li Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî jî kiriye û bi gotina “Êdî dengên we bo MHP’ê ne?” hewl daye girtiyan bixe nava nîqaşê. Gurbuz, wiha domand: “Dema jê re hate gotin ku yê pêvajo daye destpêkirin birêz Devlet Bahçelî ye, gotinên weke ‘Bahçelî xayîn e, gur nîne, k...k e.’ kir. Bi van gotinan heqaret li birêz Bahçelî kir û xwest berteka hevalên me hîn bibe. Her wiha wan hevalên ku ev gotin jê re kiribû jî di her derketina qawîşê de dişopîne.”
Gurbuz, di nameya xwe de got ku ji bo vegotina rewşê ji Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz nameyek şandiye û jê xwestiye van êrişan bide sekinandin.
Gurbuz, got ku Cemîl Înverdî dema înfazkirinê ya 30 salan temam kiriye lê bi biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê tehliyeya wî hatiye taloqkirin.