Dozger poşmanîtî li girtî ferz kir: Berdana wî salekê hat taloqkirin

img
MÊRDÎN - Mehmet Îsa Aydogan ku poşmanîtî qebûl nekir, berdana wî salekê hat taloqkirin. Dozger gef li Aydogan xwar û got: "Ez te wisa bi rihetî bernadim." 
 
Mehmet Îsa Aydogan ku li Êlihê di sala 2016'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin, cara sêyemîn berdana wî hat taloqkirin. Piştî ku cezayê xwe yê 10 salan temam kir, dihat payîn ku Aydogan di Sibata 2024'an de were berdan. Berê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê bi îdiaya "poşman nebûye" ji bo şeş mehan berdana wî taloq kiribû. Piştre ew careke din derket pêşberî lijneyê û bi heman hincetê berdana wî ji bo salekê hatibû taloqkirin. Aydogan vê dawiyê careke din derket pêşberî lijneyê û lijneyê berdana wî ji bo saleke din taloq kir.
 
Aydogan di hevdîtina bi telefonê de ya bi malbata xwe re ragihand ku berdana wî ji bo salekê careke din hatiye taloqkirin. Aydogan anî ziman ku ew derketiye pêşberî lijneyê û berî ku ew dest bi hevdîtinê bike, dozgerê girtîgehê pirsên wekî "Tu hatî ser hişê xwe? Tu poşman î?" ji wî pirsîne û got ku bersivên wî bûne sedema taloqkirina berdana wî.
 
Aydogan diyar kir ku dema ku ev pirs ji aliyê lijneyê ve ji wî hatine pirsîn, wî gotiye: "Ez poşman nînim. Ez ji bo armancek ku ez jê bawer dikim li vir im." Piştre dozger jê re gotiye, "Ez ê te wisa bi rihetî bernedim." Aydogan bilêv kir ku dozger behsa "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye û got ku pêvajoyek dest pê kiriye û ji bo serkeftina wê divê esas bê girtin. Piştre dozger gotiye "Em der barê pêvajoyê de tiştekî nizanin."
 
Dayika Aydogan, Zekiye Aydoganê bertek nîşanî vê yekê da û got ku astengkirina berdana girtiyan ji aliyê lijneyê ve zilm e. Zekiye Aydoganê got: "Ji ber nexweşiya xwe ez sê sal in nikarim serdana kurê xwe bikim. Ez li benda berdana wî me, lê wî bernadin. Çima ewqas zilmê dikin? Çima ew kesekî ku cezayê xwe temam kiriye bernadin? Ez dixwazim kurê min û hevalên wî niha werin berdan. Em aştiyê dixwazin. Kurd ji bo aştiyê gelek gavan diavêjin. Divê dewlet jî gavekê bavêje. Em dixwazin zarokên xwe di nav xwe de bibînin."
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

09:25 Li Îdirê atolyeya ‘îdeolojiya Rizgariya Jinê’
09:20 32 sal di ser komkujiyê re derbas bûn: Dixwestin sûc têxin stuyê PKK'ê
09:13 Qirkirina daran a walîtiyê digot ‘hatiye sekinandin’ didome
09:01 ‘Çekên ku Şengalê rizgar kirin bûn sembola aştiyê'
09:00 Dayikan bang li dewletê kir: Rêya aştiyê vekin
09:00 Dixwaze pîşeya xwe fêrî nifşên nû bike
09:00 ROJEVA 13’Ê TEBAXA 2025’AN
12/08/2025
21:49 Komisyon dê hefteya bê Dayikên Aştiyê û xizmên windayan guhdar bike
21:31 Cenazeyê Nureddin Sofî hat definkirin
19:18 Li Mersînê jinek hat qetilkirin
18:48 Cenazeyê 22 Êzdiyên hatin qetilkirin anîn Mûsilê
16:44 Yildiz ê MHP’î: Hiqûqê înfazê divê jinûve bê nivîsandin
16:36 Şîna Azad Ararat hate ziyaretkirin
16:28 CHP’ê ji bo ‘demokratîkbûnê’ 29 xal pêşkeşî komîsyonê kir
15:43 Endamê Koma Aştiyê Aktaş li ser gora xwe hate bibîranîn
15:22 Kurtulmuş: Meseleya esasî ya komîsyonê sererastkirinên pêwîst in
15:02 Li Îzmîr û Aydinê şewat derketin
14:40 Înîsiyatîfa Rêzgirtin Edalet û Rêzgirtin ji Miriyan re: Êrîşên li dijî cenazeyan zirarê dide pêvajoyê
14:18 Komîsyona Meclisê cara 3’yemîn civiya
14:15 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Komîsyon dê nexşerêyê nîqaş bike
14:03 Li Mersînê 11 kesên ku êrîş pêk anîbûn serbest hatin berdan
13:27 Dayika Metîn Arslan: Ez bi kurê xwe serbilind im
13:21 Ozgur Ozel têkildarî komîsyonê daxuyanî da
13:17 Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê operasyon: 17 kes hatin binçavkirin
13:01 Li Sudanê li dijî kampa penaberan êriş hat kirin: 40 kes hatin qetilkirin
12:50 Şewata li Manîsayê di roja 2’yan de didome
12:14 OHD'ê bang li dewletê kir: Rêzê ji bo mafê şîngirtinê û definkirinê bigirin
11:44 Nûreddîn Sofî dê li Qamişloyê bê definkirin
11:43 Ji bo Metîn Arslan meş hat lidarxistin: Em ê têkoşîna wan mezin bikin
11:37 Altiparmak: Divê îfadeya Akin Ozturk a têkildarî Roboskê weke firsend bê dîtin
10:46 Dîsa Minbic hat dagirkirin: Hişmendiya wan wek ya DAIŞ’ê ye
10:31 Ji Weşanxaneya Aramê 5 pirtûkên nû
09:54 Hevserokê OHD’a Enqereyê Sîdar: Divê komîsyon Ocalan guhdar bike
09:38 ‘Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe destkeftiyên jinan misoger nabin’
09:08 Polîsan ji bo 'sihbetê' gazî wî kir, piştî ku red kirî gef lê hatin xwarin
09:02 Şêniyên gundê Mizakê: Em ê rê nedin talanê
09:01 Dayikên Aştiyê: Em dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin
09:00 Rojnamevana der barê wê de biryara kelemçeya elektronîk hat dayîn: Ev cezakirin e
09:00 ROJEVA 12’Ê TEBAXA 2025’AN
07:59 Li dijî ÎBB’ê operasyoneke nû: Ji bo 14 kesan biryara binçavkirinê hat dayin
07:53 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
11/08/2025
19:45 Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê civiya
18:19 Li Wanê jin li dijî qirkirinan meşiyan
17:32 Di navbera Iraq û Îranê de peymana 'ewlehiya sînor'
17:18 Bahçelî: Dê bi rêya komîsyonê ewrên li ser aramî û biratiyê bên belawelakirin
17:13 Civîna qabîneyê ya serokkomartiyê dest pê kir
17:08 Navên endamên komîsyonê yên nû ji Serokatiya Meclisê re hatin şandin
16:54 Bi sedan kes ber bi cihê şîna Tunç ve meşiyan: Rêya te rêya me ye
16:28 Zaroka ber Çemê Arasê ketî jiyana xwe ji dest da
16:28 Li stargeha Şaredariya Qersê tundî li kûçikan hate kirin
16:17 Çalakiya jinên Beluc di roja 27’an de ye
16:11 Pêşangeha ji bo bîranîna rojnameger Huseyîn Denîz bi dawî bû
16:03 Erdhejokên li Sindirgiyê didomin
15:37 Nîjadperestan li Mêrsînê êrişî malbateke Kurd kirin
14:45 Komkujiyên li dijî jinan hatin protestokirin: Têkoşîn parastina herî xurt e
14:30 DEM Partiyê silha du malbatan kir
14:27 ÎHD: Bila faîlên êrişên li dijî karkerên Kurd bên darizandin
13:37 ÎHD’ê rapora binpêkirinên mafan ên di 6 mehên dawî de li Kurdistanê hatine kirin parve kir
13:09 Ji sedî 49’ê xebatkaran dixwazin hemû sendîka li ser maseya peymanê bin
12:55 Li Sindirgiyê xebatên tespîtkirina xesarê dest pê kirin
12:47 Polîsên ku malên şînê dorpêç kirin mizgeft jî li îbadetê girtin
12:07 Ji bo komîsyonê dê 3 kesên nû bên diyarkirin
11:34 Rêwiyê Aştiyê Aktaş vegot: Têkoşîna wî anî van rojan
11:16 Awûstralyayê ragihand ku dê Filistînê bi awayekî fermî nas bike
10:44 Xetere li ser serweriya Ermenistanê çêkirin: Dibe ku demografya biguhere
10:42 Li Pira Dehderî avahî zêde dibin: Pêwîstî bi çareseriya aqilê hevpar heye
10:23 HPG’ê şehadeta Metîn Arslan û Nûreddîn Sofî ragihand
09:37 Bertek nîşanî astengkirina şînan da: Hem li gorî hiqûqê hem li gorî olê sûc e
09:36 Li cihê erdhej û hezazan lêgerîna madenê
09:01 Êrişên li Zap, Metîna, Avaşînê: Armanc xitimandina pêvajoyê û domandina şer e
09:00 Navnîşana nû ya talankirina xwezayê: Geliyê Bertûlê
09:00 ROJEVA 11’Ê TEBAXA 2025’AN
08:44 Li Balikesîrê erdhejeke din çêbû
10/08/2025
16:34 Li Reqayê kampanyaya ‘Bi rêxistinbûna jinan civak hevgirtî dibe’
16:05 Li dijî jeotermala li Geliyê Periyê meş hat lidarxistin
15:33 Ekîn Wan hat bibîranîn: Têkoşîna wê rêya me ronî dike
15:25 Komxebata ciwanan: Manîfestoya civaka demokratîk perspektîfa azadiyê ye
15:00 Çalakiya jinên Beluc didome: Em qirkirinê îfşa dikin
13:41 Îsraîl dê 430 hezar leşkerên cîhgir seferber bike
13:33 Li Anamurê agir bi daristanê ket
13:29 Bahçelî: Li bendê ne ku xebatên pêvajoyê heta dawiya salê temam bibin
13:26 Li Samandagê hişyariya provokasyonê: Em çanda xwişk-biratiyê biparêzin
13:14 Li Wanê di şewatê de 4 dikan şewitîn
12:15 Şîna Bêrîtan Aktaş bi girseyî hate ziyaretkirin
12:15 CPT: Tirkiyeyê di Tîrmehê de 18 caran êriş kir
11:39 Li Bagcilarê di avahiyeke 13 qat de şewat derket
11:38 Li Îranê li dijî navenda polîsan êriş hate kirin
11:38 Li Brezîlyayê qeza: 11 kes mirin 45 kes birîndar bûn
11:37 Tundiya mêr: Du jin hatin qetilkirin
11:33 Di bin siya ‘Pêvajoya aştiyê' de li Kurdistanê qirkirina ekolojiyê
10:35 Hejmara 128’an a kovara Jinê derket
10:30 Ferda Fahrîoglû: Divê rêxistinên civaka sivîl di têkoşîna aştiyê de cih bigirin
10:29 Li Geliyê Periyê xebatên jeotermalê: Armanc koçberkirin e
09:44 Gundên Sêweregê bê av û ceryan in: Kes çareser nake
09:36 'Divê goristan bên çêkirin û rê bidin serdanên malbatan’
09:21 Girtiyê ku lêgerîna nava dev red kir hat derbkirin
09:20 'Heke ji bo çareseriyê israra wan hebe wê demê bila mafê hêviyê cîbicî bikin’
09:00 ROJEVA 10’Ê TEBAXA 2025’AN
09/08/2025
16:49 Amedspor bi Mbaye Diagne re li hev kir
15:54 Ji bo bîranîna rojnamevan Denîz ê ku JÎTEM'ê ew qetil kir pêşangeh hat vekirin