Mereş - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar li Mereşê di hevdîtina gel de axivî û diyar kir ku pirsgirêka Kurd çavkaniya hemû pirsgirêkan e û ji bo çareseriyê divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire.
Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Mereş û Bazarcixê li eywaneke dawetan a Bazarcixê hevdîtina gel li dar xistin. Li eywana hevdîtinê pankartên “Cînayetên jinan polîtîk in”, “Jin jiyan azadî” û “Aştî a niha” hatibûn daliqandin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û gelek kes tev li hevdîtinê bûn. Di hevdîtinê de gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin" û "Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.
Çîgdem Kiliçgun Uçarê di hevdîtinê de got ku bingeha demokrasiyê dê li Kurdistanê bê avêtin û ev tişt anî ziman: “Bingeha pêşeroja azad û adilane dê li Kurdistanê bê avêtin. Bi saya kê? Bi saya Nûreddîn Sofî, Metîn Arslan, Engîn Sîncer û hêj gelek ewladên binirx ên gelê Kurd ku pêşengtiya Şoreşa Rojava kirine. Bi saya wan em ê pêşeroja herî azad û demokratîk bidin destpêkirin.”
SERDEMA NÛ
Bi domdarî Çîgdem Kiliçgun Uçarê bal kişand ser pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û wiha pê de çû: “Bi banga birêz Ocalan re em êdî li ser serdemeke nû diaxivin. Bi saya têkoşîna gelê Kurd, êdî hebûna gelê Kurd li tu cihekî nayê înkarkirin. Êdî ne dema axaftina hebûna Kurdan lê dema azadiya Kurdan e.”
'PIRSGIRÊKA KURD BINGEHA HEMÛ PIRSGIRÊKAN E’
Çîgdem Kiliçgun Uçarê bi lêv kir ku pirsgirêka Kurd çavkaniya tevahiya pirsgirêkên civakî ye û wiha domand: “Pêşerojeke demokratîk û aştiyeke mayinde ne tenê li ser gelê Kurd dikare were pênasekirin. Heke polîtîkayên li dijî gelê Kurd di meriyetê ewqas bandorê li her kesê Tirkiyeyê bike, wê demê îro tu kes nikare bibêje ‘Çi ji min ji pirsgirêka Kurd, li vî welatî pirsgirêka Kurd nîne.’”
BERPIRSYARTIYA KOMÎSYONÊ
Bi domdarî Çîgdem Kiliçgun Uçarê anî ziman ku berpirsyartiyeke dîrokî ya komîsyona li Meclisê hatiye avakirin heye û wiha derbirî: “Yek ji peywira wê ya herî girîng jî cisaret e. Divê komîsyon têkildarî sererastkirinên yasayî, hiqûq û daxwazên edaletê de gavên ku baweriya hemû derdorên civakê xurt dike biavêje. Bêguman komîsyon bi tena serê xwe nikare pirsgirêkê çaresre bike. Lingekî çareseriyê ye lê lingê herî xurt em in.”
'EM NEBÛN ELEWIYÊN DEWLETÊ’
Çîgdem Kiliçgun Uçarê daxuyand ku zext û zilma li ser gelê Kurd bûye sedem ku derdorên cuda yên li welat jî rastî zextan bên û wiha dom kir: “Netewe dewletê, ji bo Kurdan got terorîst, ji bo jinan got bêîfet, ji bo Elewiyan got baweriya wan meqbûl nîne û hewl da tevekan dîzayn bike. Dixwazin Elewî, Elewiyên dewletê bin. Lê Elewî tu caran nebûn Elewiyên dewletê.”
BERTEK NÎŞANÎ ÊRIŞA LI DIJÎ CENAZEYÊ DA
Çîgdem Kiliçgun Uçarê bertek nîşanî êrişî merasîma definkirina cenazeyê endamê HPG’ê Ferhat Tunç a li Cizîrê da û axaftina xwe wiha qedand: “Xelkê Botanê li dijî bêhurmetiyê li dijî cenazeyê mîna lehiyekê rabû ser pêyan, dorpêça polîsan têk bir, deriyên mizgeftên li ber îbadetê hatine girtin û deriyê mala şînê yat hatibû girtin vekir. Em ê bi aqilê dewletê yê me înkar dike re hem mizakereyê bikin hem jî têbikoşin. Tişta em jê bawer dikin têkoşîna me ye, dîroka me ye.”
Piştî axaftinan, hunermend Omer Arin derket ser dikê û hevdîtin bi gerandina govendê bi dawî bû.