RIHA – Li Xelfetiyê li ser tayînkirina qeyûm de 10 meh bihurîn. Hevserokên DEM Partiyê, diyar kirin ku qeyûm xizmetê nake û bûdçe bi awayeke nelirê tê xerckirin. Welatiyên navçeyê gotin: “Di pêvajoyê de divê qeyûm tunebin.”
Di hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Şaredariya Xelfetiyê bi dest xistibû û piştî 8 mehan (4’ê Mijdarê) bi biryara Wezareta Karên Hindûr ve li şûna Hevşaredarên DEM Partiyê Mehmet Karayilan û Saniye Bayram qeyûm hatibûn tayînkirin. Qeyûm li navçeyê xizmetê nake û qirêjiya bajêr li ser jiyana welatiyan xetereyê çêdike.
Li Parka 4’ê Nîsanê ku yek cihê herî navendî yê navçeyê ye, ji ber avnedanê dar û hêşiniya wê yekser hişk bûye. Park, ji ber gilêş û qirêjiyê êdî nayê bikaranîn. Hevşaredarên Xelfetiyê Mehmet Karayilan û Saniye Bayram, têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.
‘LI XELFETIYÊ GILÊŞ NAYÊ KOMKIRIN’
Mehmet Karayilan, diyar kir ku divê dawî li erka hemû qeyûmên hatine tayînkirin bê anîn û şaredarên bi îradeya gel ve hatine hilbijartin li erka xwe bên vegerandin û ev tişt got: “Dema em di nav gel de digerin gel dibêjin qeyûm ji bo me naxebite û gotinên xwe bi cih nayîne. Niha li Xelfetiyê gilêş nayê komkirin. Kiryarên ku niha li ber çavan de diyar dikin ku tu xem û derdeke wî ji bo pirsgirêkên gel nîn e.”
‘BÛDÇE JI BO GEL NAYÊ XERCKIRIN’
Karayilan, diyar kir ku qeyûm xizmên xwe bi awayeke nelirê dixe kar û bûdçeya şaredariyê ji bo gel nayê xerckirin. Karayilan di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Keştiya qeymeqamtiyê bi 585 mîlyonî ve tamîr kir. Bûdçeya gel ji bo gel nayê xerckirin. Em wek hevşaredar em ê her tim ji bo çareseriya pirsgirêka gel bi gel re peywendiyê de bin.”
‘DIVÊ TAYÎNKIRINA QEYÛM BIDAWÎ BE’
Karayilan, destnîşan kir ku pêvajoya bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve destpêkir atmosfera aştiyê ava kirî û wiha pê de çû: “Avakirina aştî û civaka demokratîk di heman demê projeya rêzgirtina bawerî, nasname û zayenda hemû welatiyan li hemberî hevudin e. Şer ê bi salan di warê aborî, civakî û siyasî de welat ber têkçûnê ve bir û bi her kesê da windakirin. Divê aştî bi tenê li Meclisê neyê gotûbêjkirin û bi gavên teknîk ve sînordar nemine. Divê dawî li pergala qeyûm a ceberût bê û em jî wek îradeya gel li erka xwe vegerin.”
‘DIVÊ HEMÛ ŞAREDAR LI ERKÊN XWE VEGERIN’
Hevşaredar Saniye Bayramê, anî ziman ku divê pergala qeyûm bi dawî be û got: “Divê şaredariyên Êlih, Wan, Stenbol, Edene jî wek şaredariya Semsûrê bê îadekirin. Heta niha qeyûm li ser şaredariyên DEM Partiyê Û şaredariyên CHP’ê hatin tayînkirin. Divê ev bi dawî be lewra pêvajoyek destpê kir. Divê aştî bi hevre bê avakirin û gel bi hev re kêfxweş bin. Gelê me dema me dibîne bextewar dibe lewre ji qeyûm aciz bûne. Lewre rêveberiya qeyûm tu ximetî nake. Qeyûmên ku ji derve hatine pirsgirêka gelê Xelfetiyê nizanin, lêbelê em dizanin ku kêmasiyên Xelfetiyê çi ne.”
Li kolanan gelê ku ji ajansa me re axivîn, piştgiriya xwe ya ji bo “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokatîk” û fikarên xwe yên li dijî berdewamiya rêveberiya qeyûm anîn ziman.
‘DI VÊ PÊVAJOYÊ DE DIVÊ QEYÛM TUNEBIN’
Welatiya bi navê Gulay Canpolat, diyar kir ku li cihê qeyûm lê be axaftina aştiyê dê bêwate be û got: “Çek hatin şewitandin. Em ji bo aştiyê amade ne. Di pêvajoyê de divê qeyûm tunebin. Em pêvajoya aştiyê qebûl dikin û xuaya ye ku dewlet qebûl nake.”
Kenan Ozbek ê li navçeyê dikandar e ev tişt got: “Li navçeyê xizmet nîn e. Kesên ku me hilbijartin ji me bûn û pirsgirêkên me dizanîbûn. Lê qeyûm eleqeya wî bi vir re nîn e. Divê şaredar li erkên xwe bên vegerandin. Daxwaza me bidawîbûna rêveberiya qeyûm e”.
MA / Sema Bîngol