ROJEVA 4’E GULANA 2025’AN

img
* Rêveberê KURDÎGEH’ê Alî Ataman zextên demdirêj ên li ser Kurdî nirxand û got: “Em hewl didin li dijî îmha û înkarê zimanê xwe bêhtir bidin jiyîn.” 
 
* Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan diyar kir ku tê xwestin li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê li qadên jiyanê yên girtiyan kamera bên bicihknirin û got: “Wezaretê bi xwe fermana vê da ye û ev sepan derhiqûqî ye.” 
 
* Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder dê îro li Stenbolê bê definkirin. (11.00-18.00)
 
* Ji bo endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder dê îro li gelek bajaran şînê bê danîn û daxuyanî bê dayin. (10.00-18.00)