AYM’ê ji bo girtina Songul Kapanci ya bi heman hincetê biryara binpêkirinê da

img

AMED  - Songul Kapanci piştî bi şertê kontrola edlî hate berdan, bi heman sedemê dîsa hate girtin. AYM’ê, ji bo dîsa girtina Songul Kapanci biryara binpêkirina mafê “azadî û ewlehiyê” da.  

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Songul Kapanci ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, piştre bi şertê kontrola edlî hate berdan û di demên pêş de bi heman hincetê hatibû girtin, biryara binpêkirina maf da. AYM’ê diyar kir ku Songul Kapanci piştî girtina ewil tev li danişînan bûye lê tevî vê jî biryara girtinê hatiye dayin. AYM’ê got ku bi vî cezayî re “gef li ser azadî û ewlehiya kes çêkiriye.” 
 
Songul Kapanci, di 29’ê Nîsana 2021’ê de hate girtin û di 3’yê Gulana 2021’ê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” der heqê wê de îdianame hate amadekirin. Danişîna ewil a dozê di 20’ê Îlona 2021’ê de hat lidarxistin û biryara berdana bi şertê kontrola edlî hate dayin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya lêpirsîna xwe de di 19’ê Adara 2022’yê de ji bo Songul Kapanci dîsa biryara girtinê da. Der heqê Songul Kapanci de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdianame amade kir û bi hinceta “berdewamiya çalakiyan” bi dosyaya din re kir yek. Ji bo Songul Kapanci, di 18’ê Gulana 2022’yê de biryara tevdîra kontrola edlî hate dayin û dîsa hate tehliyekirin. 
 
11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di danişîna biryarê ya di 21’ê Hezîrana 2023’yan de di dosyaya yekkirî ya Songul Kapanci de biryara beraetê da û ji dosyaya sereke jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da. 
 
Songul Kapanci, ji ber du caran girtina xwe ya di sala 2022’yan de îtîraz kir lê ev îtîraza wê di 30’ê Adara 2022’yan de ji hêla 9’emîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Amedê ve hate redkirin. Songul Kapanci, piştre jî di 29’ê Nîsana 2022’yan de jî bi sedema ku cara duyemîn girtina wê “gefê li ser azadî û ewlehiya wê çê dike” serî li AYM’ê da. 
 
BIRYARA BINPÊKIRINÊ 
 
AYM’ê jî serlêdan nirxand û 3 sal piştre biryar da. AYM’ê, di biryara xwe de got ku bi girtina Songul Kapanci ya di 19’ê Adara 2022’yan re “mafê azadî û ewlehiyê” hatiye binpêkirin. Di biryarê de hate gotin ku Songul Kapanci bi heman sedeman cara duyemîn hatiye girtin. AYM’ê got ku tevî Songul Kapanci li gorî tevdîrên kontrola edlî tevgeriyaye jî dadgehê bêyî ku sedemên wê baş vebêje, dîsa biryara girtinê daye û ev yek weke kêmasî hate nirxandin. AYM’ê, destnîşankir ku biryara girtinê ya ji bo Songul Kapanci hatiye dayin, li dijî xala 19’emîn a Destûra Bingehîn a “mafê azadî û ewlehiya kes” e. 
 
NEHAT LÊKEOLÎNKIRIN
 
AYM’ê, serlêdanên têkildarî “azadiya xweîfadekirinê”, “azadiya xwebirêxistinkirinê” û “mafê civîn û xwepêşandanan” jî hêjayî nirxandinê nedît. Songul Kapanci, dê têkildarî mafên ji hêla AYM’ê ve hatine redkirin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bide. 
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel