‘Onder aştî weke wesiyet ji me re hişt’

img
STENBOL - Welatiyên tev li merasîma definkirina cenazeyê Sirri Sureyya Onder bûn, diyar kirin ku Onder aştî ji wan re weke wesiyet hiştiye û gotin: “Têkoşîna wî dê bidome.” 
 
Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder duh ji hêla bi deh hezaran kesan ve hate definkirin. Welatiyên tev li merasîma definkirinê bûn, ji ajansa me re axivîn û gotin ku Onder aştî ji wan re weke wesiyet hiştiye. 
 
Rojnamegera teqawid Nerîman Bîrgul Hakan, got: “Sirri Sureyya Onder tê wateya wekhevî, xwişk-biratî, azadî, demokrasî û baweriya bi aştiyê. Têkoşîna Onder, têkoşîneke pîroz e. Ji bo ku di vê têkoşînê de hafizeya civakê ava bibe, belkî jî pêdivî bi serdemekê hebû. Û Sirri ji bo avakirina vê serdemê têkoşîneke mezin da. Weke rêhevalên wî, bêguman êşa me gelek mezin e.” 
 
'SIRRI LI PEY XWE WESIYETA AŞTIYÊ HIŞT’
 
Nerîman Bîrgul Hakan, wiha domand: “Tişta herî girîng a Sirri li pey xwe hiştî, têkoşîna aştiyê ye. Wesiyeteke mezin ji me re hişt. Ji bo me tevan mînakeke hêja bû û divê em ji xwe re bikin mînak. Di tevahiya jiyana xwe de aştî parast û dema ev diparast jiyana xwe ji dest da. Heke îro ewqas kes hatibe vê derê, ev ji ber nêzikatiya wî ya aştiyane bû. Ji ber ku Kabeya Onder mirov bû û di gel de heqî didît. Bi rastî jî têgehên wekhevî û azadiyê di jiyana wî de şênber bûbûn. Lewma ewqas kesan jê hez kirin. Tu caran hêviya xwe ya ji bo aştiyê winda nekir. Mirovekî kedkar bû. Lewma êşa me giran e.” 
 
'ME QASIDÊ AŞTIYÊ WINDA KIR’
 
Mulkînas Maraz jî anî ziman ku ew gelek xemgîn in û ev tişt anî ziman: “Me îro qasidê aştiyê winda kir. Êşa me pir giran e. Onder, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê gelek biqedir bû. Serê hemû gelên Tirkiyeyê sax be. Dema mirov dikenand, her wiha dikir ku mirov hizra xwe jî bike.” 
 
'JI BO AŞTIYÊ KESEKÎ GIRÎNG BÛ’
 
Mesût Urun jî bi lêv kir ku wî bi şexsî Onder nas nedikir lê demekî dirêj e dişopand û got: “Min gelek dieciband. Hem nasnameya wî ya hunermendiyê hem jî ya siyasetmedariyê gelek rengîn bû. Ez pir xemgîn im. Bêyî li ol, netewe û hwd. binêre, Onder her kes hembêz dikir. Wî dilê tu kesî nehişt û girîngî da fikr û hestên her kesî. Lewma her kes ji bo oxirkirina wî herikî vê derê. Ji bo aştiyê kesekî girîng bû. Mirov jê bawer dikir. Lê mixabin me winda kir. Xwezî aştî temam bikira. Divê mirov li cihê wî hiştî bidomîne. Bêyî têkoşînê aştî nabe.” 
 
'DÊ TÊKOŞÎN BIDOME’
 
Ji welatiyan Mehmet Sirri Aslan jî ev tişt anî ziman: “Em gelek xemgîn in. Pêdiviya me bi kesayetên mîna Sirri beg heye. Cihê wî bihûşt be. Hêvîdarim têkoşîna qasidê aştiyê bidome. Hêvîdarim ev pêvajo bi ser keve. Her kesî ji Sirri hez dikir. Xwedê rehma xwe lê bike. Sirri beg li ol û netewan nedinihêrt û wekhev nêzî her kesî dibû. Di nezera min de ew fîlozof bû.” 
 
'SIRRI DÎSA KEN ANÎ BÎRA ME’
 
Mesût Erdemîr jî got: “Dema min agahiya wefatê bihîstî gelek xemgîn bûm. Ez û Sirri beg li heman dibistanê bûn. Wê demê min li Dibistana Amadehî ya Semsûrê dixwend. Di dema bûyerên Mereşê de me li dibistanê hev nas kir. Wê demê ji înîsiyatîfa xwendekarên sivîl bû. Kekê Sirri li polan digeriya û têkildarî bûyerên Mereşê banga boykotê dikir. Hate pola me û bang li me jî kir. Me jî Dibistana Semsûrê vala kir û tev li çalakiyê bûn. Hin aliyên min û Sirri beg ên hevpar jî hebûn. Ew jî ji malbateke Tirkmen a Semsûrê bû, ez jî wisa. Bi rastî jî dê Sirri Sureyya Onder neyê jibîrkirin. Divê welatparêziya wî tu caran neyê jibîrkirin. Tişta herî girîng a Sirri hînî me kirî, ken e. Me ken ji bîr kiribû û wî ken dîsa anî bîra me. Niha bi mirina wî em tevek giriyan. Ji ber mirina wî gelek xemgîn im.” 
 
MA / Esra Solîn Dal