Di 10 salan de tenê daxwazek qebûl kirin: Doz bêencam tê hiştin

img

RIHA - Endama Platforma Ji Bo Pirsûsê Edalet Ozlem Gumuştaş bal kişand ser doza Pirsûsê û wiha got: "Em dibinin ku doz bêencam tê hiştin, dosya li refên bi toz hatiye hiştin.”

Ev nêzî 10 sal in ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve li dijî ciwanên ku li navçeya Pirsûs a Rihayê ji bo ku pêlîstokan radestî zarokên Kobanê bikin êrîşa bombeyî pêk hat. Di çarçoveya kampanyaya di pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji bo ji nû ve avakirina Kobanê hatiye destpêkirin de di 20'ê Tîrmeha 2015'an de ciwan hatin cem hev û xwestin beriya derbasî Kobanê bibin li Navenda Çandê ya Amara daxuyaniyê bidin. Di dema daxuyaniyê de di êrîşa ji aliyê DAIŞ'ê ve hat kirin de 33 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 100 kes jî birîndar bûn.
 
Du roj piştî qetlîamê qedexeya weşanê û 3 roj piştre jî biryara veşartina dosyayê hat wergirtin. 18 meh piştî qetlîamê îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de ji bo endamên DAIŞ’ê Yakup Şahîn, Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî 34 caran cezayê muebeta giran hat xwestin. Rûnîştina 21’emîn a dozê di 22’ê cotmeha 2021’an de hat dîtin de tekane bersûcê girtî Yakup Şahîn nehat dadgehê û ji bo wî 34 caran cezayê muebeta giran hat birîn.
 
DI 10 SALAN DE TENÊ DAXWAZEK
 
Di danîşînan de daxwazên malbat û parêzereran nehatin qebûlkirin. Dîmenên beriya qetlîamê û piştî qetlîamê ancax piştî 3,5 sal hat qebûlkirin û 5 saet dîmenên piştî qetlîamê jê hatiye birin. Der barê kêmbûna dîmenan tu lêpirsînek nehat destpêkirin. Doza der barê bersûcên firarî Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Balî didome û heta niha tenêdi 8’emîn danîşîna 29’ê Nîsana 2025’an de daxwaza parêzeran ya bila kesên pîspor dîmenan lêkolîn bike hat qebûlkirin.
 
Endamê Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê Yalçin Demîr ku ji bo tevlî her rûniştina li Rihayê bibe ji Stenbolê dihat Rihayê, Fethî Aydin ê bavê Çagdaş Aydin ku yek ji mexdûrên komkujiyê ye û Endama Platforma Edaletê ya Pirsûsê Ozlem Gumuştaş, di 10’emîn salvegera qetlîamê de axivîn.
 
 'EM Ê DI DAXWAZÊN XWE DE ISRAR BIKIN'
 
Yalçin Demîr ê di komkujiyê de birîndar bû diyar kir ku malbat di nava 10 salên bihurî her tim doz şopandine û wiha got: "Em tevlî her rûniştinê bûn û me daxwazên xwe kirin, lê yek bi yek hatin redkirin. Ji bo fîraran darizandinek hat kirin, lê di van 8 rûniştinan de daxwazên me tên redkirin. Em şopdarên vê yekê ne. Em ê heta dawiyê vê dozê bişopînin."
 
Yalçin bi bîr xist ku endamên Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê ji ber tevlî bîranînan bûne hatine binçavkirin û girtin û wiha got: "Ahmet Davûtoglû bi daxuyaniyekê îtiraf kir. Heke ez bibêjim bê ka di wê pêvajoyê de çi bûye, dê her tişt serobino bibe. Lê daxwazên me yên ji bo ku li wî were guhdarîkirin nehatin qebûlkirin. Abdûrrahman Omer Aslan ê ji cihê bûyerê wêne dikişand hat girtin, tevî ku di çenteyê wî de ala DAIŞ'ê hebû jî ji aliyê polîsan ve rûyê wî hat jêkirin û piştre serbest hat berdan. Ne Davûtoglû ne jî Aslan dernaxistin pêşberî dadgehê. Ev her du kes ew kes in ku wê rêveçûna dozê biguherînin. Em ê heta dawiyê di daxwazên xwe de israr bikin. Em ê li her derê behsa şehîdên xwe yên nemir bikin. Em ê her tim bêjin, 'Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet'."
 
'EM Ê HESABPIRSÎNÊ BIDOMÎNIN'
 
Bavê Çagdaş Aydin ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Fethî Aydin diyar kir ku ew ê heta dawiyê daxwaza edaletê bidomînin û wiha got: "Em ji hezaran kîlometreyî dûr tên vê derê û daxwaza xwe ya edaletê tînin ziman. Heta ku daxwazên me werin qebûlkirin em ê vê têkoşînê bidomînin. Zarokên me ji bo pira aştiyê ava bikin ketin rê. Ev pir di dema çêkirina vê pirê de hatin qetilkirin. Weke malbatan em ê heta dawiyê li pey vê dozê bin. Heta ku hesab ji kujeran bê pirsîn em ê têbikoşin."
 
Aydin li ser qebûlkirina daxwaza dadgehê ya piştî 10 salan wiha got: "Beriya niha gelek daxwazên me hebûn. Ji roja bûyerê heta niha 5 saetan dîmenên winda bûnê hene. Erênî ye ku dîmen ji pispor re tên şandin. Roja bûyerê ji ber gaza îsotê hejmara şehîdan zêde bû. Heke dîmen ji hêla parêzer û heyetên serbixwe ve werin lêkolînkirin ev ê bi zelalî were dîtin. Divê daxwaza me ya Davûtoglû bê bihîstin jî bê qebûlkirin. Abdûrrahman Omer Aslan ê ku piştî rûhê wî hat jêkirin serbest hat berdan, niha jî karmendê gelemperiyê ye. Em vê şermezar dikin. 10 sal an jî 20 sal derbas bibin jî em ê hesabpirsînê bidomînin. Heta ku em nebêjin ev doz bi dawî nabe.” 
 
'PÊVAJOYA DARIZANDINÊ QET NE ADIL BÛ'
 
Endama Platforma Edalet ji bo Pirsûsê Ozlem Gumuştaş diyar kir ku di darizandinan de tevî 10 salan jî daxwazên wan hatine qebûlkirin pêşketineke erênî ye û bal kişand ku lêpirsîn bi awayekî bi bandor nehatiye meşandin. Ozlem Gumuştaş diyar kir ku meqamên edlî weke bûyereke îzolekirî nêzî dozê dibin û wiha got: "Darizandin li dora çend kesan dewam dike û balê nakişîne ser têkîliyên rêxistineke mîna DAIŞ'ê. Dozeke komkujiyê ku di dîroka siyasî ya nêz a Tirkiyeyê de gelekî pêwendîdar e, bi ti awayî weke sûcekî li dijî mirovahiyê nayê kirin. Ev pêvajoya darazê tu carî ji bo me ne adil bû. Me hewl da dadgeriyê bêalî bidin, lê belê daxwazên me yek bi yek hatin redkirin. Piştî 10 salan biryar hate girtin ku dîmenan ji pisporre bişînin. Komkujî li ber çavên her kesî pêk hat û karê destpêkê yê divê were kirin, lêkolînkirina dîmenan e. Lê belê ev yek piştî 10 salan tê kirin.” 
 
'EM Ê LI GORÎ RAPORÊ DAXWAZÊ BIKIN'
 
Ozlem Gumuştaş anî ziman ku li gel qebûlkirina yek daxwaza parêzeran jî gelek daxwazên wan bê hincet tên redkirin û wiha got: "Daxwazên me bi îdîaya 'wê tiştek li darizandinê zêde neke' tên redkirin. Ya herî girîng jî daxwaza me ya bihîstina Davûtoglû hat redkirin. Tevî ku belgeyên cidî yên îstîxbaratê hene jî ku nîşan didin bersûcên fîrar li Îdlibê li Sûriyeyê ne jî, daxwaza me ya ji bo wergirtina nivîsan hat redkirin. Bi lêkolînkirina dîmenan re em difikirin ku dadgeriyê beriya komkujiyê, di dema komkujiyê û piştî wê de ti tedbîr negirt. Li gorî rapora pisporan em ê daxwazên xwe bikin."
 
'TÊKOŞÎNA HEVPAR PÊWÎST E'
 
Ozlem Gumuştaş ku diyar kir ku di dema darizandinê de gelek heyetên dadgehê hatine guhertin û wiha berdewam kir: "Salê du caran danişîn tên kirin. Rûniştina 8’emîn di 29 'ê Nîsana 2025'an de, rûniştina din jî dê di 27'ê Mijdara 2025'an de bê dîtin. 7'emîn danişîna dozê di 5 'ê Mijdara 2024'an de pêk hat. Guhertina domdar a heyetan û rûniştinan salê du caran dibe sedem ku berdewam winda bibin. Divê em ji hemû delegasyonên ku ji sala 2015'an û vir ve rastî çi hatine ji nû ve vebêjin. Lê belê dadgerî diviyabû ji bo ronîkirina vê bûyerê ji me aktîftir bûya. Em gelek caran bi wezîfeya nûkirina bîranîna dadgeriyê tên sûcdarkirin. Malbat neçar dimînin ku careke din xemgîniya xwe vebêjin. Pêwîstî bi navberên ewçend dirêj nîne. Em dibinin ku doz bêencam tê hiştin, dosya li refên bi toz hatiye hiştin. Ev mijareke ku bala raya giştî dikişîne, her ku diçe dev ji dozê berdide. Em hewl didin di van zehmetiyan de dozê bidomînin. Em vê pêkanînê di rewşên din de jî dibînin. Ajokar nayê jibîrkirin. Di sala xwe ya 10' emîn de kesên ku me winda kirin wê li kolanan bîranîna xwe bidomînin. Divê sûcên li dijî mirovahiyê ti carî neyên jibîrkirin. Eger siyasetmedar bixwazin rûbirûbibin, dikarin bi aşkerakirina berpirsyarên van sûcan dest pê bikin. Pirsûsê bi tena serê xwe têrê nake, pêwîstî bi rêxistinkirina edaleteke hevar û têkoşîna li dijî hemû sûcan heye."
 
MA / Emrullah Acar