ROJEVA 19’Ê TEBAXA 2025’AN

  • rojane
  • 09:00 19 Tebax 2025
  • |
img
* Alan Yalçin ku ji zarokatiya xwe ve kevneşopiya dengbêjiyê didomîne, ji bo dengbêjî bi sazûman bibe, xwest şaredarî mala dengbêjan veke. 
 
* Berdevkê Platforma Alimên Olî ya Îzmîrê Ferzende Denîz got: "Yek ji tiştên bingehîn ji bo dîtina çareseriyek rastîn a pirsgirêka sedsalî ew e ku komîsyon bi birêz Öcalan re hevdîtinê bike."
 
* Amadekariyên mitînga "Ne tecrîd dê azadî bi ser bikeve" ku dê li Wanê were lidarxistin berdewam dikin. Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîzê diyar kir ku armanca wan civakîkirina pêvajoyê ye û banga beşdarbûna li mitîngê kir.
 
* Serokê Baroya Îdirê Ahmet Tutulmaz diyar kir ku komîsyona li meclisê divê nebe "formalîte" û got: "Komîsyon divê raporekê amade bike ku nerînên xwe diyar bike û bigihîne meclisê. Divê sererastkirinên qanûnî rêkûpêk bike û rengekî qanûnî jê re were dayîn."
 
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê derbarê mirinên biguman ên li Navendên Dersînorkirinê û kuştina karkerekî penaber de dê li avahiya komeleyê daxuyaniyê bide. (12:00)
 
* Rêxistinên rojnamegeran dê li kolana Kibris Şehîtlerî ya Alsancakê li dijî êrîşa li hemberî nûnertiya rojnameya Evrenselê ya Îzmîrê rojnameyan belav bikin. (12:30)
 
* Ji bo Metîn Arslan, Nûreddîn Sofî û Bahtiyar Gabar dê li Rêxistina Bajêr ya DEM Partiyê ya Sêrtê bernameya bîranînê bê lidarxistin. (13.00)
 
* Komîsyona Yekitiya Neteweyî, Xwîşk-Biratî û Demokrasiyê dê bi malbatên ku zarokên wan di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane û weqfan re hevdîtinê pêk bîne. (14:00)