Di lêpirsîna ÎBB’ê de 17 kes hatin girtin

  • rojane
  • 09:33 19 Tebax 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredarê Beyoglûyê Înan  Guney jî di nav de 17 kes hatin girtin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) de 44 kes hatibûn binçavkirin û duh di danê sibehê de sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji binçavkiriyan 24 kes ji hela Dadgeriya Cezayên Sulhê ve bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
Ji 20 kesên bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin 17 jê hatin girtin. Şaredarê Beyoglûyê înan Guney, Alper Yildirim, Duygu Fîkîrlî, Îbrahîm Can Yaman, Recep Cebecî, Veysel Eren Guven, Yûnîs Goçer, Zekaî Kirat û Yûsûf Yuce çendek ji navên hatine girtin e.