AMED - MKG’ê rapora xwe ya binpêkirinên mafan ên meha Nîsanê aşkera kir û da zanîn ku 2 rojnamegerên jin hatine binçavkirin û 9 jî girtî ne.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên meha Nîsanê aşkera kir. Di raporê de hate gotin ku zext, gef û sansura li dijî rojnamegerên jin didomin.
Di rapora MKG'ê de hate ragihandin ku rojnamevanên jin bi du awayî li zextê rast tên û wiha hate gotin: “Nûçeyên ji bo cemaweriyê têne amadekirin, têne krîmînalîzekirin û mafê agahîwergirtinê bi polîtîkayên zextê têne tepisandin. Rojnamevanên girtî nikarin ji mafê tenduristiyê sûdê werbigirin û mafê wan ê ragihandinê ji wan re nayê dayin. Ev rewş weke deqeke reş li ser sicîla azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê ye.” Komeleyê diyar kir ku li gel zexta fîzîkî li qadên dîjîtal jî astengiyên ragihandinê û biryarên rakirina naverokê zêde bûne.
DANEYÊN BINPÊKIRINAN
Bi domdarî MKG’ê daneyên binpêkirinan ên meha Nîsanê wiha rêz kir:
“* 2 rojnamevanên jin hatin binçavkirin.
* Bang li 4 rojnamevanan hate kirin ku li dozgeriyê îfadeyê bidin.
* Li 2 rojnamevanan kiryarên xerab hatin kirin.
* Dema 2 rojnamegeran nûçe dişopandin hatin astengkirin.
* Mafên mirovan ên 7 rojnamevanên girtî hatin binpêkirin.
* Li hemberî 3 rojnamevanan dozên nû hatin destpêkirin.
* Li 2 rojnamevanan 3 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hate birîn.
* 17 rojnamevan hîn jî di 11 dosyayên cuda de têne darizandin.
* 9 rojnamevanên jin hîn jî girtî ne.
* Hesabê medyaya dîjîtal ên 2 rojnamevanan hatin girtin.”
MKG'ê bang li saziyên navneteweyî kir ku bi berpirsyariyên xwe rabin û ji dadgeriyê jî xwe bi rengekî serbixwe tevbigere. MKG’ê, got ku ew ê li dijî zext û sansurê piştevaniyê mezin bikin.