'Berpirsiyarê întiharan AKP ye'
- aborî-ked
- 09:03 23/2/2020
Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên kedê bal kişandin ser întiharên ji ber krîa aborî ya li Tirkiyeyê pêk tên û gotin: "Întihar ne çareserî ye, çareserî berxwedan e."
Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên kedê bal kişandin ser întiharên ji ber krîa aborî ya li Tirkiyeyê pêk tên û gotin: "Întihar ne çareserî ye, çareserî berxwedan e."
94 karkerên Febrîqeya Kale Pratt a Îzmirê yên ku ji ber endamên sendikayê ne ji kar hatin avêtin, ji 13'ê sibatê heta niha li ber xwe didin. Karkeran anîn ziman ku heta karsaz sendîkayê qebûl bike, zextên li ser wan bi dawî bikin û heqê keda wan bidin wan dê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Ji Zanîngeha Kasselê ya Alman Dr. Gaye Yılmaz, bal kişand ser Qeyrana Aborî ya li Tirkiyeyê û diyar kir ku daxistina faîzan a li ser hev dê nikaribe serfkariyê nava Tirkiyeyê kêm bike. Ji ber vê yekê nikare aboriya Tirkiyeyê baş bike.
Li Mêrsînê Komeleya Karkerên Bêewle hat avakirin. Serokê komeleyê Abdûlselam Kûtlû, diyar kir ku armanca wan ew e ku bêewlebûnê ji holê rakin û got, ew ê pirsgirêkên karkeran hel bikin.
Li Wanê Nîhat Turktam, textên berfê yên bi navê Berfok bi tenekeyan çê dike. Turktam, diyar kir ku zivistana îsal ji bo wî zivistaneke bibereket bûye û got, di 20 rojî de 400 heb berfok firotiye.
Xebatkarên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê bi boneya 3 meh in mûçeyê xwe yê sermayeya veberhênanê û nobetê ne girtine saetek dest ji kar berdan.
Cizîriyan krîza aborî nirxand û gotin: "Em her sal dibêjin xwezî bi par. Êdî mirov ji ber hêjarî û neçariyê întihar dikin. Ên li mala wan nan tunene wê çi bikin?"
Platforma Tenduristiyê ya Amedê ji bo ku bale bikişînin dijhuquqiyên ku di qada tenduristiyê de tên jiyîn de û pêşiya çalakiya ku di 15’ê Adarê de li Enqerê yê pêkwere de daxuyanî dan çapemeniyê.
Rêxistinên tenduristiyê dê di 15'ê Adarê de li dijî tundiya di xizmeta tenduristiyê de mîtîngê li dar bixin. Rêxistinên tenduristiyê têkildarî mîtîngê li pêş Fakulteya Tipê ya Çapayê daxuyanî dan û diyar kirin ku ger tundî hebe xizmet tune ye.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hasan Basrî Guzeloglû, li 6 deverên bajêr 12 ronahiyên dekoratîf ên bi 324 hezar TL'yî bi milyon û 210 hezar TL'yî çê kiriye.
Odeya Bijîşkan a Amedê ji sala 1995’an vir ve “Xelata Aştî, Hogirî û Demokrasiyê” organîze dike. Xelata îsal dan hunermend Kadîr Înanir û Dayikên Aştiyê.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di kongreya DÎSK'ê de axivî û wiha got: "Dem dema hileşîna vê îqtîdarê ye. Hebûna xwe bi şer didomînin. Werin em bi hevre neolîberalîzmê bikujin. Li Tirkiyeyê 2 milyon zarokên karker hene. Bi zewaca zarokan zilmê ferz dikin."
Bahattîn Noyan ku 20 sal in bi qeyika xwe masiyan ji Çemê Dîcleyê digire, anî ziman ku ji ber zevtkirina masiyan a bi jenerator û dînamîtan hejmara masiyên li Dîcleyê kêm bûne.
Çalakiya karkerên jin ên ji ber ku endamên sendîkayê bûn ji Tekstîla SF Tardeyê ji kar hatin dexistin, di roja 110'an de ye. Karker Sevcan Sarioglan, diyar kir ku bi îdiayên bêbinî ji kar hatiye derxistin.
Malbata Yilmazoglu, ji bo debara xwe bike nan çê dike û difiroşe. Reşat Yilmazoglû anî ziman ku ji bo kar çûye ÎŞKÛR'ê, lê jê re gotine: "Apo hê ciwan li benda kar in. Em ji ku kar ji tere peyda bikin?"