Bi hezaran ji Bakirkoyê bang kirin: Em jiyaneke mirovanê dixwazin
- aborî-ked
- 16:15 08/12/2019
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Stenbolê, li Qada Bakırkoyê, bi şîara “Em Jiyaneke Mirovane Dixwazin” mîtîng li dar xist û bi hezaran kes beşdar bûn.
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Stenbolê, li Qada Bakırkoyê, bi şîara “Em Jiyaneke Mirovane Dixwazin” mîtîng li dar xist û bi hezaran kes beşdar bûn.
Aborînas Korkut Boratav, diyar kir kirîza aborî bi xwe re krîza civakî giran dike. Aborînas Aziz Konukman jî anî ziman ku aştî tune be mafê butçeyê jî tune ye. Aborînas Mustafa Durmuş jî destnîşan kir ku 250 milyar TL lêçûna şer krîza aborî geş dike.
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku di nexşeya feqîriyê ya Tirkiyê de bajarên kurdan xuya dike û got: “Di neçareserkirina meseleya kurd de em neçarin vê zoriyê bibînin. Em neçarin zoriya îktîsadî û tundiya îktîsadî bibînin.”
Li gorî rapora Meclîsa ÎSÎG’ê amede kir, di meha Mijdarê de herî kêm 126 karkeran û di nava 11 mehên salê de jî, herî kêm 1606’an jiyana xwe ji dest dan. Di raporê de zêdebûna întîxarên dawî jî, weke “cînayetên polîtîk” hat pênasekirin.
HDP'ê di niqaşên Buçteya Rêveberiya Navendî ya 2020'an de şehra xwe danî û diyar kir ku ev butçeya şer û îsrafê ye. HDP, da zanîn di plana butçeyêde baca ser pişta gel zêde dike û ev butçe nabe bersîva daxwaza civakê. HDP'ê ji bo butçeyê sîyaseta rêya sêyemîn pêşniyar kir.
Karkerên PTT’ê yên li Kadikoy û Uskudarê belavkariyê dikin, dest ji kar berdan.
TMMOB li Amedê Sempozyûma Enerjiyê birêve dibe. Prof. Dr. Arîf Nacaroglu yê di Sempozyûmê de axivî diyar kir ku ew nikarin enerjiye ji siyasetê cuda bigirin dest û got: “Em ê siyaseta bi çeka enerjiye dîl hatiye girtin nîqaş bikin.”
Banqaya Navendî ku polîtîkaya kûr û diravê ya sala 2020'an aşkera kir, hejmara civînên Lîjneya Polîtîkaya Diravê ku biryara faîzê girtibû ji 8'an derxist 12'an.
Îsal bereketa zeytûnên Nîzîbê kêm bû. Hilberîneran, anî ziman ku ev ji ber guherîna avhewayê ye û gotin: "Avhewaya herêmê diguhere. Cara ewil e bereket ev qasî hindik e. Car caran nêdvî nêvî kêm dibû, lê îsal ji 4 paran parek (Ji sedî 75) kêm bûye. "
Agiriyan, anî ziman ku sedema krîza aborî polîtîkayên şerî yên AKP'ê ne û gotin: "Ji bo çûyîna axa Sûriyeyê tu sedemeke Tirkiyeyê tuneye. Erdogan ji bo îktîdara xwe welat ber bi şer ve bir. Û bedêla vê jî gel dide."
Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk diyar kir ku di butçeya sala 2020’an de ya li Meclîsê hat qebûlkirin, bi rêjeyek mezin bacan ji xerckirina eskerî re veqetandine û li dijî vê yekê dê di 8’ê kanûnê de li Bakirkoyê mitîngek li dar bixin û banga beşdariya mitîngê kir.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, ava vexwarinê ji 2 TL'yan kir 6.25 TL.
Karkerên înşaatê ku 7 meh in heqê wan nayê dayîn, 11 roj in li Bakirkoyê li ber ofîsa navendî ya Koma Şîrketan a Gentesê li ber xwe didin. Karkeran, got: "Em zanibin em ê li derve jî bimînin, lê heta em meaşê xwe wernegirin em ê neçin malê."
Rêxistinên pîşeyî di sembozyuma li Stenbolê de xala 6331'an a Zagona ÎSÎG'ê niqaş kirin û bal kişandin zer aliyê neyînî yên zagonê. Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, xwest zagona heyî bi tevahî bavêjin ser sergo û bi rêxistinên pîşeyî yên berpirsiyar re ji nûve zagonê saz bikin.
Esnafên Çarşiya Şewitî ya Sûrê, diyar kirin ku piştî rûxandina li navçeyê kes nemaye û gotin: "Dilê Amedê, Sûr bû. Dilê bajêr hilqitandin."