Karkerê înşaetê ji qatê 6'an ket û can da
- aborî-ked
- 16:34 23/11/2018
Meclîsa ÎSÎG'ê li ser hesabê medya civakî diyar kir ku li Îspartaye karkerê înşaetê yê 27 salî Adem îşler ê bavê 3 zarokan ji qatê 6'an ket xwar û jiyana xwe ji dest da.
Meclîsa ÎSÎG'ê li ser hesabê medya civakî diyar kir ku li Îspartaye karkerê înşaetê yê 27 salî Adem îşler ê bavê 3 zarokan ji qatê 6'an ket xwar û jiyana xwe ji dest da.
Ji ber bihabûna fiyetên perçe û malzemeyên wesayîtan, esnafên Sîteya Sanayiyê ya Rihayê diyar kirin ku rewşa wan nebaş e. Esnafn got: "Li welat tim krîz hebû, lê krîza vê carê tiştekî din e."
Aborîzan Prof. drç Ahmet Şahînoz, Rapora Bergehî ya Aboriyê ya OECD'ê ya 2018'an nirxand û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê unsûrên taleba hundurîn hemû hindik mane rawest in û her biçe wê aborî tengtir bibe.
Li ser giliyên li Lijneya Venêrtina Cemaweriyê hatin kirin, hat diyar kirin ku lijne dê mijara ku karmendên bi KHK'ê hatin îxrackirin, dikaribin di sektorên taybet de bixebite têxe rojeva xwe.
Ji ber krîza aborî di salekê de 5 caran ceryan hat bihakirin. Esnafan anî ziman ku fatûreya krîzê li wan tê birîn.
Rêveberê Haber Sen'ê Denîz Salmanli, diyar kir ku bi guhertina TRT'ê ya bi Biryarnameya Serokomariyê ya hêjmar 703'an, bi awayekî fîîlî kirine şîrket û wiha got: "TRT ya gel e. Divê xizmeta gel bike. Mecbûre xizmeta gel bike."
Rêxistina HDP'ê ya Bismilê xwest Komxebata Çotkaran pêk bîne. Lê Qeymeqamê Bismilê bi hinceta “Parastin û ewlehiya cemaweriyê" destûr neda.
Hevseroka KESK'ê Aysûn Gezen, destnîşan kir ku ji sedî 75'ê derameta budçeyê ji bacên kedkaran pêk tê û got: "Lê budçe tenê j bo kedkaran nayê bikaranîn."
Li Erdîşê berê ji bo tevahiya bajarên cîran kelem dihatin çandin, lê ji ber polîtîkayên îthalê ya hikûmeta AKP'ê her diçe ev yek kêmtir dibe. Firoşkar û hilberînerên li Bazara Keleman anîn ziman ku ger wisa bidome êdî ew ê keleman neçînin.
Wezîrê Aboriyê yê AKP'ê yê ewil Abdullatîf Şener, budçeya 2019'an wekî budçeya "îflasê" şîrove kir û destnîşan kir ku veberhênan kêm bûne û bac jî hatine zêdekirin.
Dadgeha Kar a 2'yan a Wanê, daxwaza "vegera ser kar" a karkerên bi KHK'ê ji Şaredariya Mezin a Wanê ji kar hatin derxistin nirxand û biryareke neyînî da. Karkeran, diyar kir ku ji ber xizmên wan berê hatine binçavkirin ji kar hatine derxistin.
11 karkerên ji Tuv-Turk Polçak Muayena Wesayîtan a Îstasyona A.Ş. ên bi hinceta endamên Sendîkaya Kar a Neqliyatêne yên ji kar hatin avêtin dest bi grevê dikin.
Bijîşk û kedkarên tenduristiyê, ji bo bertekê nîşanî “Pêşniyaza Qanûna Şideta di Tenduristiyê” a li Meclîsê tê nîqaşkirin bidin, li ber Midûriyeta Tenduristiya Bajêr a StenbolÊ kom bûn û gotin “Em dixwazin bijîn û bidin jiyîn.”
Li Geverê, esnafên di dema qedexeyên derketina derve de kargehên wan hatin şewitandin, bêyî ku tazmînatê bigirin, bi zor û zehmetiyek mezin bi derfetên kêm dikanên xwe ji nû ve vekirin. Esnafên dikanên xwe vekirin, niha jî bi krîza aborî re rû bi rû ne.
Endama Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Selma Gungor, têkildarî pêşnûme-qanûna tenduristiyê diyar kir ku ev guhertin dê derbeyek mezin li hekîman bixe û wiha got: "Bi xala 11'emîn a pêşnûmeyê dixwazin TTB'ê pûç û bêtesîr bikin. Ji serî de em li dijî vê guhertinê derketin. Em dê dîsa li dijî vê guhertinê derkevin û têkoşîna xwe bilind bikin."