Agirî: Tekane riya xelasiya ji krîza aborî û siyasî HDP ye
- aborî-ked
- 09:29 09/6/2018
Agiriyan, destnîşan kir ku tekane riya rizgariyê ya ji krîza aborî û siyasî HDP ye û ew ê dengê xwe bidin HDP'ê.
Agiriyan, destnîşan kir ku tekane riya rizgariyê ya ji krîza aborî û siyasî HDP ye û ew ê dengê xwe bidin HDP'ê.
Nivîskarê Rojnameya Kararê Îbrahim Kahvecî, diyar kir ku piştî hilbijartinê dê zemek mezin wan pêşwazî bike û wiha got: "Îktîdar ji butçeya dewletê sozan dide. Lê fatûra vê krîzê dê em bidin."
Li Yenîkoya Arnavûtkoyê ji karkerên ku karê balye û kayê de dixebitin Huseyîn Soner bal kişand ser krîza aborî û got: “Em rojekê dixebitin, 7 rojan naxebitin.”
Karkerên ku li firmaya Flormar kozmetîkê dixebitîn, ji ber ku xwestin bibin sendîkayî ji kar hatin avaêtin. Karkaran got “Ne Flormar, berxwedan em xweşik dikin” û destnîşan kirin ew ê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de dengê xwe bidin partiya doza kedê dike.
Esnafên bazara Çekmekoyê, destnîşan kirin ku krîza aborî ew perîşan kirine û ji ber vê ew êdî ji bankeyan bi faîzê krediyê distînin. Esnafan got: "Em ê bersiva vê yekê di sindoqan de bidin."
Yek ji rojnameya DYA'yê New York Times di makaleyek xwe de diyar kir ku ji sedî 12 milyonerên Tirkiye di ruyê Erdogan de Tirkiyeyê terk dikin.
Ji ber krîza aborî her diçe kûr dibe, welatî û esnaf jî dikevin nava krîzê. Welatî nikarin bikirin û esnaf jî nikarin bifiroşin. Ji ber krîzê esnafanên ku li Mêrsînê masiyan difiroşin, di meha remezanê de jî nekaribû masiyan bifiroşin. Masîvanan diyar kirin ku her sal di meha remezanê de bazara masiyan pir qelebalix bû, lê niha xalî û vala ye.
119 karkerên ji ber mafê xwe yên sendîkayî xwestin ji aliyê Flormarê ji kar hatin avêtin û 20 rojin li ber fabrîqeyê di çalakiyê de ne, diyar kirin ku îktîdar li dijî wan e û wiah gotin: "Dema em biçin ser sindoqê em dê vê yekê li ber çavan bigirin û biçin ser sindoqê. Em dê li ber xwe bidin.
SES’ê, diyar kir ku ew ê dengê xwe nedin Tifaqa Cumhur a AKP û MHP’ê ava kirin û got: “Em ê bi hêztir daxwazên xwe yên wekhevî, azadî û demokrasiyê biparêzin û em ê şopdarê vê yekê bin.”
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî danezana aboriyê ya partiya xwe aşkere kir û diyar kir ku ew dê bernameya 5 salan a debarê têxin meriyetê û wiha got: "Em dê bi bernameya parvekirina bi heq aboriya Tirkiye rehet bikin."
Welatiyên ku ji ber krîza aborî nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin, diyar kirin ku lîreyê tirkî her diçe kêm dibe û ji ber vê tiştên berê bi 40 lîreyî dikirîn, niha bi zorê bi 100 lîreyî dikirin.
Karkerên ku ji ber şert û mercên neewlehiyî yên kar û nerazandina heqên mesaiyên wan 10 roj in kar dane rawestandin, diyar kirin ku ew ne kola, karker in û ew ê di hilbijartinê de dengê xwe bidin partiya ku li cem karkeran cih digire.
Li çarşiya Pirsûsê alvêr nabe. Hindik maye esnaf dikanên xwe bigirin.
Esnafên bazarê yên Hatayê destnîşan kirin ku bi vê rewşa aborî, dê tu tişt neyên kirîn û firotin. Esnafan got: “Ne li dolar, li mazotê binere.”
Li Bakirkoyê asansora bar a înşaetekê ket û 4 karker birîndar bûn.