Ev jî komira hilbijartina zordest e!
- aborî-ked
- 09:24 25/4/2018
Piştî Serokomar Recep Tayyip Erdogan biryara hilbijartina zordest da, li Amedê bi awayekî rastgele kîsên komirê ên li qamyonan tên barkirin li ber deriyan tên dayîn.
Piştî Serokomar Recep Tayyip Erdogan biryara hilbijartina zordest da, li Amedê bi awayekî rastgele kîsên komirê ên li qamyonan tên barkirin li ber deriyan tên dayîn.
Hevalên kerkerê paqijiyê Alî Araz ê piştî bi hinceta “Lêpirsîna ewlekariyê” ji kar hat avêtin, qirîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da, axivîn û gotin: “Em ê di hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê de li dijî zilam û zextan bersiva herî xurt bidin.”
Dikandarên Qilebatê, diyar kirin ku ji ber krîza aborî hêza wan a firotinê ketiye û gotin: “Pareyên divê ji bo aboriyê razînin, ji bo şer xerç dikin. Mirov ditirsin pareyan xerç bikin.”
Karkerên DHL Experess ji bo ku endamên sendîkayê bûn ji kar hatin avêtin, banga tevlîbûna pîrozbayên 1’ê Gulanê yên li Maltepe kirin.
Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, hemû derdoran vexwand qadên 1'ê Gulanê û got: "Divê hemû derdorên ehlê aştî, wekhevî, azadî, biratî, edalet, maf û azadiyên sendîkalî ne pêşî di 1'ê Gulanê de û paşê jî di hilbijartinan de bên gel hev."
Aborîzan, Bahadir Ozgur bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên li ser krîza aborî, hilbijartina zordest û wiha got: "Kriza aborî bi destê AKP'ê ji sala 2009’an û heta niha gav bi gav mezin dibe. Ji ber krîza aborî biryara hilbijartina zordest stendin. AKP dixwaze beriya kriza aborî pêşeroja siyasî teqez bike.
Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, anî ziman ku ew ê bi ruhê Newrozê qadên 1’ê Gulanê tije bikin û got: “Qada herî girseyî ya ku îtirazî îktîdara qesrê bê kirin, qadên 1’ê Gulanê ne.”
Esnafên Bazara Rûs ji ber krîza aborî ditengijin. Di sala dawî de herî kêm 25 esnafên bazarê dikanên xwe girtin û yên mayî jî ji bo dikanên xwe negirin li ber xwe didin.
Serokê Giştî yê Sendîkaya Genel-Îş Remzî Çalişkan, xebatkarên Zanîngeha Egeyê yên bi hinceta “Sererast kirina taşeronê” ji kar hatin avêtin ziyaret kirin.
Li Êlihê ji ber petrolê madeyên giran tev li hewayê dibin û bi çêkirina bendavan re avhewa diguhere. Cotkaran, diyar kir ku hevsengiya avhewayê xerab bûye û gotin: “Dê îsal hişkayî, ji her wextê bêtir bandorê li me bike."
Li Dersimê amadekariyên 1'ê Gulanê Cejna Karkeran didomin.
Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, rapora “Bêkarî û Îstîhdamê" aşkere kir û diyar kir ku di sala 2017'an de hikûmetê seferberiya îstîhdama karkeran aşkere kir, lê hêjmara karkerên betal bêtir zêde bû û ev hêjmar gihişt 6 milyon û 200 hezar kesan. Beko got: "Tirkiye bûye dojeha karkeran a sedsala 21’an."
Gokhan Oner ê ji Şaredariya Beyoglu hat avêtin, li ber Midûryeta Bajêr a Saziya kar, cuzdana xwe avêt erdê û bertek nîşanî bêhiqûqiyê da.
Platforma Ked û Demokratiyê li Edeneyê, di çarçoveya amadekariyên 1’ê Gulanê de, banga tevlîbûnê kir û got: “Ji bo em bi kedek mezin wêneyê pêşerojê xêz bikin, werin em beşdarî 1’ê Gulanê bibin.”
Aborînas Prof. Dr. Erol Katircioglu, bal kişand ser niqaşên li ser aboriyê û krîza ku îro di qada aborî de rû dide û wiha got: "Ger ku îro di nava civakê de mirov ji ber pirsgireka aborî xwe bişewitînin, ne tenê ji ber sedemên aborî ne. Di heman demê de sedemên siyasî heye. Hesp nexweş e û êdî nikare bimeşe."