‘Mahîr Kiliç li dijî neheqiyê têdikoşe'
- aborî-ked
- 16:28 22/11/2017
Komek karker, bi armanca piştgiriyê bidin Mahîr Kiliç ê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê ve ji kar hat avêtin û 10 rojin di grevê de ye, li ber şaredariya Îzmirê daxuyaniyê dan. Karkeran diyar kirin ku Mahîr Kiliç li dijî neheqî û bê edaletiyê têdikoşe.