‘Ne zem e, şêlandin e'
- aborî-ked
- 09:09 11/2/2022
Welatiyan anî ziman ku ji ber ceryana ku li ser hev biha dibe ancax hefteyê carekê cilşoyê dişixulînin û gotin: "Ev ne zem e, şêlandin e."
Welatiyan anî ziman ku ji ber ceryana ku li ser hev biha dibe ancax hefteyê carekê cilşoyê dişixulînin û gotin: "Ev ne zem e, şêlandin e."
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Garo Paylan û şandeya pê re serdana sewalvanên xirbeyê pez û dewaran kirin û li gilî û gazinên esnafan guhdar kirin.
Esnafên Licê anîn ziman ku êdî fatûreyên ceyranê heqê kirêya wan jî derbas kirine û gotin: "Ev şêlandin e. Wehşet e. Hûn ê çend roj şûn de li van deran dikanên vekirî nebînin."
Ajokarên mînîbûsan ên bertek nîşanî zama motorînê ya di 40 rojan de 4 lîre dan, bi lêv kirin ku pereyê qezenc dikin jî didin sotemeniyê û ji ber vê yekê hatine asta ku nikarin bixebitin.
Li Şirnexê ajokarên mînîbusan bertek nîşanî bihabûna motorînê dan û destnîşan kirin ku êdî nikarin debara xwe bikin.
Ji bo başkirina şert û mercên xebatê û mafên reha, TTB’ê demek beriya niha bang kiribû ku hemû xebatkarên tenduristiyê îro dev ji kar berdin. Di çarçoveya vê bangawaziyê de îro li gelek bajaran xebatkarên tenduristiyê neçûn kar û daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de çalakvanan bang li hikûmetê kirin û wiha gotin: “Em mafên xwe dixwazin.”
Polîsan li Wanê êrişî kedkarên tenduristiyê ku xwestin daxuyaniyê bidin kirin û ew binçavkirin.
Endamên Emeklî-Sen’ê ji bo protestokirina fatûreyên zêde û zeman, çalakî li dar xist. Çalakvanan da zanîn ku ji bo şert û mercên jiyaneke mirovane, dê li her deverê van daxwazên xwe bînin ziman.
Karkerên Kargeha Gur Tekstîl ku li OSB’ya Başpinar a Dîlokê ye û Şaxa Aras Kargoyê ya Zeûgmayê, diyar kirin ku zamên hatine kirin têra wan nakin û dest ji kar berdan.
Huseyîn Keskîn ku li Dersimê sewalvaniyê dike, anî ziman ku ji ber bihabûna fiyetên êm êdî nikare heywanên xwe xwedî bike.
Waniyan destnîşan kir ku berpirsê krîza aborî hikûmeta AKP'ê ye û gotin: "Êdî divê AKP biçe."
Karkerên Bendergeha Hopa’yê piştî ku daxwazên xwe dayîn qebûlkirin, dawî li çalakiya xwe anîn.
Sekreterê Giştî yê TTB’ê Vedat Bulut diyar kir ku ji bo sererastkirina şertên xebatê û mafên reha dê sibê grevê bikin û heke daxwazên wan bicih neyên dê di meha adar û nîsanê de domdirêj dest ji kar berdin.
HDP’ê banga piştevaniya çalakiya kedkarên tenduristiyê ya dest ji kar berdanê kir.
Karkerên ku li Karinca Lojîstikê dixebitiyan, bi sedema ku zemeke bikarin debara xwe pê bikin li mûçeyê wan nayê kirin, dev ji karê xwe berdan.