Saman: Ji ber zimanê perwerdehiyê qedexe ye, ziman asîmîle dibe
- çand û huner
- 09:31 04/5/2019
Nûnerê PEN'a Kurd a Hewlerê û Demezirînerê Navenda Xanî ya ji bo Lêkolîna Hizrî, ziman, çand û nasnameyê Feredun Saman, bal kişand ser rewşa Kurdî û metirsiyên li pêş ziman. Saman, diyar kir ku ji ber perwerdehiya ziman qedexe ye, ziman bi hêsanî asîmîle dibe û wiha got: "Nivîsandina ziman a bi tîpên cuda ziman perçe dike. Ji bo parastin û pêşxistina ziman pêdivî bi biryara siyasî heye. Divê zimanzan li ser ziman îtîfaqê ava bikin."