Derhêner Çetin: Yên muxalif nayên dîtin
- çand û huner
- 09:27 28/1/2018
Derhênerê Sînemayê Yusuf Çetîn, diyar kir ku çand û huner di heman demê de muxalefeta li dijî pergalê ye û wiha got: "Dewlet dixwaze çand, huner û sînemayê li gorî polîtîkayên xwe bi teşe bike û têxe xizmeta xwe. Ger ku tu nexwaze sînemayê li gorî pergalê pêş bixe, xeta sor bi ser te dixin."