Di êrişên Îranê de 84 kes mirin, 284 kes jî birîndar bûn
- cîhan
- 16:50 04/1/2024
Îranê bîlançoya hejmara miriyan û birîndaran careke din nû kir. Wezîrê Karûbarên Derve Huseyîn Emîr Ebdullahiyan daxuyand ku di êrişan de 84 kes mirine û 284 kes jî birîndar bûne. Abdullahiyan da zanîn ku wan di mekanîzmaya NY'ê de dest bi girtina tevdîrên lezgîn ên hiqûqî û navneteweyî kirine.