Şewata li herêma Omeryayê hate vemirandin

img
MÊRDÎN - Şewata duh di saetên şevê de li qada daristanê ya herêma Omeryayê derketî, hate vemirandin. 
 
Li qadeke navçeya Mehsertê ya Mêrdînê ku li herêma Omeryayê ye, doh êvarê agir bi daristanê ket. Gundiyan hewl dan şewatê vemirînin û agahî dan arkujiyê û Midûriyeta Daristanê. Li ser vê yekê tîmên ji bo vemirandina şewatê hatin şandin. Şewat bi bandora bayî belav bû û heta derengiya şevê dewam kir. Ber bi sibehê ve şewat hate vemirandin û qadeke ji dehan donimî ya daristanî şewitî.
 
Li herêma şewatê hewldanên ji bo cemidandinê dewam dike.