ŞIRNEX - Zaroka ku bi darê zorê fihûş lê hatiye ferzkirin, di danişîna doza çeteya fihûşê ya li Şirnexê de axivî û got: “Bi çekan gef li min dixwazin û bi min didan kirin. Li ser daxwaza Kenan Tatar, Remzî ez birim cihê çawişên pispor.” Dadgehê, daxwaza girtinê ya endamên koma çeteyê red kir.
Danişîna 3’yemîn a çeteya fihûşê ya li Şirnexê ku leşker jî di nav de ne û 11 sal piştre hate vekirin, li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hate lidarxistin. Di danişîna doza de 3 jê çawişên pispor û serpêlek jî di nav de 25 kes tên darizandin. Ji bersûcan Remzî Yarar, Necmettîn Çevîk û Ferhat Açil ên negirtî tên darizandin, anîn danişînê. Dayika yek ji zarokên bi darê zorê neçarî fihûşê hatiye kirin H.B.’ê û ji zarokên mexdûr S.B. bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. Komîsyonên mafên jin û zarokan ên baroyên Şirnex û Amedê, parêzera Midûriyeta Bajar a Malbat û Xizmetên Civakî, parêzerên gilîker û bersûcan jî di danişînê de amade bûn. Her wiha rêveberên DEM Partiyê yên bajar jî danişîn şopandin.
Di danişînê de ji ewil bersûc Remzî Yarar parastina xwe kir û îfadeyên di îdianameyê de red kir û îfadeyên hevnegirtî da. Yarar, îdia kir ku Kenan Tatar ê weke serçete tê darizandin û jinên bi darê zorê fihûş bi wan dane kirin, nas nake. Yarar, got: “Kesên li texsiya min siwar dibûn, min bi sîfetê rêwiyan dibirin. Piraniya mişteriyên min hêzên ewlekariyê bûn lewma çawişên pispor ji min dixwestin ez li van jinan bigerim. Li ser ricaya wan jî min bi jinên fihûş dikirin re hevdîtin kir, ji bo wan neşikînim ez li wan geriyam.”
Yarar, hevdîtinên telefonê yên di îdianameyê de cih digirin red kir û her pirs jî bi bersiva “Nizanim, nayê bîra min” bersivand.
Necmettîn Çevîk ku li bara ji bo fihûşê dihat bikaranîn weke nanpêj dixebitî û ji endamtiya çeteyê tê darizandin jî bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû û hemû pirs bi gotina “nizanim” bersivand û îdiayên der heqê xwe de red kir.
ASTA FIHÛŞÊ VEGOT
S.B. ku dema bi darê zorê fihûş pê dane kirin hêj zarok bû, di danişînê de axivî û got ku gotinên Remzî Yarar derew in. S.B., wiha domand: “Ez Remzî Yarar nas dikim. Dibêje ku Kenan Tatar nas nake lê rast nabêje. Ji bo min jî dibêje ku nas nake lê min nas dike. Kenan, bi darê zorê ez digirtim. Li ser daxwaza Kenan Tatar, Remzî ez birim cihê çawişên pispor. Pereyê min digirt jî Kenan û Remzî di navbera xwe de parve dikir. Ji min re jî 5-10 qirûş didan. Bi darê zorê ya çekê ev kar bi min didan kirin. Di texsiya Remzî de bi şexsên cuda re têkiliya min a zayendî çêbû. Remzî Yarar û Kenan Tatar şirîkên hev bûn. Van her du kesan şexs eyar dikirin. Îro ev tişt bi serê min anîn, sibe ji bo ku li tu kesên din nekin, ez ji wan gilîdar im.”
Ji bersûcan Ferhat Açil jî îfadeya xwe ya di îdianameyê de înkar kir û îdia kir ku bersûc û mexdûrên navên wan di îdianameyê de nas nake.
Dayika ji mexdûran H.B.’ê jî got ku haya wê ji bûyerê nebû û piştî keça xwe birî nexweşxaneyê haya wê ji rewşê bûye.
'DOSYA BI ADILANE NEHAT MEŞANDIN’
Parêzera Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê parêzer Emîne Ozdemîr jî xwest ku dosya adilane were birêvebirin û got: “Ev doz baş nehate birêvebirin. Ev doza ku ewlehiya civakê hejand, diviyabû bi adilane bihata destgirtin. Em dixwazin bersûc girtî bên darizandin.”
Navenda Mafên Zarok û Jinan a Amedê jî xwest bersûc bên girtin û xwestin daxilî dosyayê bibin.
Dozgeriyê jî mutalaaya xwe da û xwest kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin û daxwaz tevlibûna dosyayê ya baroyan û girtina bersûcan were redkirin.
DAXWAZA GIRTINÊ HATE REDKIRIN
Dadgehê, piştî parastinan biryara xwe da. Dadgehê, biryar da ku li bersûcan were guhdarîkirin, daxwaza tevlibûna dosyayê ya baroyan û girtina bersûcan red kir û danişîn taloqî 15’ê Cotmehê kir.