Cîhan şerê vîrûsa corona dike, îqtîdara AKP'ê xwezayê talan û wêran dike
- ekolojî
- 09:23 26/3/2020
Di vê pêvajoya ku hemû cîhan vîrûsa corona niqaş dikin û li dijî vîrûsê şer dikin de, îqtîdara AKP'ê bi guhertinên "Rêziknameya têkildarî erêkirina tescîl û tespîta qadên cemaweriyê" mijûl dibe. Pisporan bertek nîşanî vê hewldana AKP'ê dan û diyar kirin ku bi vê guhertinê dixwazin xweza û qadên jiyanê talan bikin.