ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 8 Kanûn 2023
  • |
img
* Parêzera endama OHD’ê Berîvan Bekçî anî ziman ku daxwaza girtiyên ketine greva birçîbûnê ya “Ji Ocalan re aşitî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ji daxwazên gel dûr nîn in û destnîşan kir ku divê civaka sivîl û rêxistinên hiqûqê li çalakiyê xwedî derbikevin.  
 
* Hevserokê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê Yûsûf Erdogan diyar kir ku daxwazên girtiyan ên di greva birçîbûnê de, "bangek e ji bo aştiya rewa û civakî."
 
* Hat diyarkirin ku di projeya înşaata "Avlû Mardînê" de ku li navçeya Artûklûyê tê çêkirin, plansaziya îmarê tune ye û nêrînên saziyan nehatine girtin.
 
* Parêzer Erhat Çîftçîler bal kişand ser du biryarên cuda yên ATK'ê yên der barê Makbûle Ozerê de û got ku ev biryar dê rê li ber mirina gelek mirovan veke. 
 
* Fatma Becet, dayika Ayten Beçetê ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li girtîgehê dawî li jiyana xwe anîbû, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û got: "Em naxwazin ev bar tenê li ser milê girtiyan be."
 
* Sekreterê Maliyê yê Sendîkaya Hemû Malnişînan Huseyîn Demîrton diyar kir ku divê kedkar ji bo siberoja zarokan li hev kom bibin û ji bo beşdariya li mîtînga "Malnişînê Mezin" ku dê di 10'ê Kanûnê de bê lidarxistin, bang kir. 
 
* Hevdîrektorê MLSA’yê parêzer Veysel Ok, bal kişand ser dijhiqûqiyên di danişîna Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû û wiha got: “Beyanên îtîrafkaran ên di darizandina rojnamevanan de dikin hincet dijhiqûqî ne. Beyana îtîrafkarane ku pêdiviyê pê dibînin dema girtinê dirêj bikin. Heke beyanên îtîrafkaran nebin, ji xwe ew îdianame tescîla rojnamevaniyê ye.”
 
* Qeyûmê Şaredariya Bismilê tabelaya têketina Taxa Seletê ya “Hûn bi xêr hatin” jê kir û li şûna wê tebelayeke bi tirkî bi cih kir. 
 
* Rojnameger Abdurrahman Gok ku ji doza jê dihat darizandin tehliye bû diyar kir ku baweriya wî ya bi heqîqetê didome û wiha got: “Ya ku dê dawî li faşîzmê bîne heqîqet e. Divê mirov di mijara heqîqetê de biisrar be.” 
 
* Danişîna doza derbarê rojnamevan Berîtan Canozer de hatiye vekirin dê li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00)
 
* Danişîna 44’emîn a Doza Kobanê dê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (10.00)
 
* OHD, ÎHD û Baroya Rihayê dê li avahiya baroyê bi tevlibûna akademisyen Kerem Altiparmak bi mijara “di serdema otorîteya populîst de mafên mirovan” semînerekê li dar bixin. (11.00)
 
* Nobetên Edaletê yên li Amed, Wan, Edene û Mêrsînê hatine destpêkirin dê di roja 5’emîn de berdewam bikin. (11.00-18.00)
 
* Çalakiya dest ji berdanê ya karkerên Ozak Tekstîlê di roja 12’emîn de berdewam kir. (13.00)
 
* Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan dê li Stenbolê serdana Komeleya Lêkolînên Kurd û Alimên Olî bike û pişt re li Okmeydaniyê tev li civîna gel bibe. (13.00-16.00-19.00) ZINDΠ
 
*DÎSK têkildarî mûçeya kêmtirîn û bêedaletiya dahatê dê li navenda giştî ya Sendîkaya Genel Îş’ê daxuyaniyê bide. (13.00)
 
* Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari dê li navçeya Yûnûsemre ya Manîsayê tev li civîna gel bibe. (15.00) ZINDÎ
 
* Odeya Bijîşkan a Amedê dê têkildarî ji peywîrgirtina Konseya Navendî ya TTB’ê bi tevlibûna rêxistinên sivîl ên civakî dê civînekê li dar bixe. (17.30-19.00)
 
 
 

Sernavên din

15/01/2024
11:58 Namzetên 48 bajar û navçeyan diyar bûn
11:46 Alîkariya mehane didin pîr û astengdaran diyar bû
11:39 Li sê navçeyên Amedê pêşhilbijartin dest pê kir
11:07 Kesên tev li pêşhilbijartinê bûn: Dersa demokrasiyê hate dayîn
10:08 Wêranşarê namzetên xwe hilbijart: Îcar dema qezenckirina şaredariyê ye
09:41 Di şewata li Stenbolê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan
09:14 Xwebûn bi manşeta ‘Mifteya Serkeftinê têkoşîn e’ derket
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 83 roj in tu agahî nayên girtin
09:06 Girtiyên siyasî 50 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:04 Delegeyên DEM Partiyê: Em ê qeyûman bişînin
09:02 Parêzerê rojnamevan Muftuoglû ya tê darizandin rojnamegerî bi xwe ye
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:37 Namzetên DEM Partiyê yên Wanê diyar bûn
14/01/2024
22:30 Li Farqîn û Peyasê pêşhilbijartin dê sibê bê lidarxistin
18:15 Encamên pêşhilbijartinan zelal dibin
16:32 Amedspor li deplasmanê berambere ma
16:31 Rêyên 298 gund û mezrayên Colemêrgê ji ber berfê hatin girtin
16:22 Ozbay ku piştî 31 salan hate tehliyekirin bi coş hate pêşwazîkirin
15:54 Di Nobeta Edaletê de peyama domandina têkoşînê
15:40 Êrişên dewleta tirk zêde dibin: Du zarok û dayika wan birîndar bûn
14:59 HPG’ê têkildarî Zapê daxuyanî da
14:58 Pêşhilbijartina li Peyasê hate taloqkirin
14:57 Konferansa TJA’yê di roja duyemîn de bi atolyeyan dom kir
13:53 Li çoltarê Şirnexê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:30 Tura duyemîn a pêşhilbijartinan dest pê kir
13:19 Ahmet Turk bernamzetiya xwe paşve kişand
12:39 Bajar bi bajar, navçe bi navçe encamên pêşhilbijartinan
11:55 Rejîma Îranê ciwanekî kurd bi îşkenceyê qetil kir
11:54 Li Amedê bi hezaran delege diçin ser sindoqan
11:23 Tehliyeya Kurt ev 14 meh in tê astengkirin
10:30 Dewleta tirk stasyona ceyranê ya Eyn Îsayê bombebaran kir
09:56 Welatiyên li Şirnexê tev li pêşhilbijartinê bûn: Şahiya demokrasiyê ye
09:55 Ji rojnameger Silêman Ehmed 82 roj in tu agahî nayên girtin
09:54 Li Boluyê erdhej çêbû
09:52 Girtiyên siyasî 49 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:27 Serê Salê li Êlihê bi coş hate pîrozkirin
09:25 Mexdûrên erdhejê: AFAD ji bo xaniyan pere xwest
09:23 Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive
09:22 Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Yilmaz: Divê hikûmet guh bide grevên birçîbûnê
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2024’AN
08:18 Li Mêrdînê Serê Salê hate pîrozkirin
08:10 Encamên pêşhilbijartinê yên Mêrdîn û Êlihê diyar bûn
13/01/2024
22:43 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Yekane rê diyalog û aştiyeke birûmet e
22:34 Li bajarên Serhedê encamên pêşhilbijartinê zelal bûn
20:22 Li Şirnexê pêşhilbiajrtin temam bû, li Mêrsîn û Rihayê ma tûra duyan
19:36 Jinên di konferansa TJA’yê de axivîn peyamên aştiyê dan
17:25 ‘Ji bo bidawikirina şer divê Ocalan azad be’
16:32 Li Amedê serê salê: Derî hatin lêxistin, daxwaz hatin kirin
16:10 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Kûday bang li rayedaran hate kirin
15:55 Ji konferansa TJA'yê: Em şopdarên Sakîne Cansiz in
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî daxwaza berdanê hate kirin
15:02 Faîlên Abak ê piştî 18 salan cenazeyê wî hate dîtin hate pirsîn
14:45 Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê: Binpêkirinên mafan zêde bûn
14:41 Dayikên Şemiyê: Me Mehmet Eymur baş nedizanî
14:12 ANKA DER’ê ji ber Serê Salê serdana malan kir
13:29 Rêveberiya Xweser li dijî êrişan banga ‘xweparastinê’ kir
12:58 Wezîr Guler û fermandarên pê re hatin Şirnexê
12:16 DEM Partî li gelek bajaran pêşhilbijartinê li dar dixe
12:07 Endamê MÎT’ê yê berê Mehmet Eymur mir
12:00 Biryarên beraetê yên qetlîama Dedeogullari ‘derveyî hiqûqê’ hatin dîtin
11:06 DEM Partiyê Mitînga Filîstînê taloq kir
10:45 Li 32 bajaran bi ser malan de girtin: 113 kes hatin binçavkirin
10:31 Konferansa ‘Zincîra bêdengiyê’ dest pê kir: Berxwedana jinan dê belavî cîhanê bibe
10:30 Bertek nîşanî neberdana Aksoy dan: Gelê kurd dê tu car li dijî zilmê serî netewîne
10:11 Prz. Aras: Gava ku demokratîkbûnê pêk bîne, rakirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Vexwînerê 'Em ji bo aştiyê bibin dengek' Yaman: Pêdiviya me bi demokrasiyê heye
09:26 Ji rojnameger Silêman Ehmed 81 roj in tu agahî nayên girtin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 48'an de didome
09:20 Ji bo Abdullah Ocalan banga têkoşîna hevpar
09:04 ‘Bila girtiyê nexweş Bûrak bê dermankirin'
09:03 Piştî erdhejê xwezaya Meletiyê bi ÇED'an tê xerakirin
09:01 Soza qeyûman a ji bo trêna biray tenê li ser afîşan ma
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:34 Hejmara leşkerên li Zapê hatin kuştin derket 9’an
12/01/2024
23:28 DEM Partiyê bernamzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dan naskirin
23:02 Li Zapê 6 leşker mirin, 8 jî birîndar bûn
20:31 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
20:10 Li Zapê pevçûn
20:03 Doza Kobanê: Kişanak dê dest bi parastina xwe bike
17:01 Nobeta Edaletê: Ji bo Serokatiya xwe em ê her tiştî bidin ber çavên xwe
16:44 ‘Her kêliya girtîgehê ji girtî Hanîfe Arslan re xetereya jiyanî ye’
15:57 Welatiyê ku tiliya wî li Şirnexê jê ve bûyî piştî 10 saetan hate emeliyatkirin
14:41 DEM Partî li Dêrsimê bi namzetên xwe derdikeve qadan
14:17 Aksoy a nehate berdan: Mereq nekin ez li ber xwe didim
13:43 DAD’ê piştgirî da deklarasyona ‘Em ji Aştiyê re bibin deng’
13:04 8 kesên li Bismilê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:57 TJA dê li Amedê konferansê ku dê du rojan bidome li dar bixe
12:52 Li Sêrtê li 4 navnîşanan 6 hezar û 643 hilbijêr hatin qeydkirin
12:03 DEM Partiyê 7 bajarên Tirkiyeyê ku dê namzetan lê nîşan bidin aşkere kirin
11:47 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:12 Ajokarê teqsiyê parêzera OHD’î tacîz kir
11:03 Zextên li Girtîgeha Şakranê zêde bûn
10:44 DEM Partî li Serhedê ji bo pêşhilbijartinê amade ye
10:03 Girtiyê cezayê wî teqez nebûyî di hucreyê de tê ragirtin
09:40 Amed xwe ji Serê Salê re amade dike
09:18 Hejmara hilbijêran di 5 mehan de 4 hezar û 239 kes zêde bûne
09:15 Dayik û zarokên wan ên girtî bi daxwaza 'azadiyê' li ber xwe didin
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 80 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 47'an de didome
09:05 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartinê banga tevlibûnê li delegeyan kir