ENQERE – Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak, berî hevdîtinên TÎS’ê li pêşiya Wezareta Xebatê û Ewlehiya Civakî daxuyanî da, di daxuyaniyê de xwest ku mûçeyên xebatkarên saziyên cemawerî di ser sînorê xizaniyê de be.
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), îro berî civîna 8’emîn a TÎS’ê (Peymana Kar a Komî), li pêşiya Wezareta Xebatê û Ewlehiya Civakî daxuyanî da. Endam û rêvebirên konfederasyonê beşdarî daxuyaniyê bûn .
Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçakê, li vir daxuyanî da û diyar kir ku ev Peyman 4 milyon xebatkarên saziyên cemawerî û 2,5 milyon kesên teqawidbûyî eleqedar dike û ev tişt got: “Bi salan e hemû sererstkirinên qanûnî de, di rêziknameyan de daxwazên me tune tên hesibandin. Divê mûşeyên xebatkarên saziyên cemawerî ne di bin sînorê xizaiyê de be. Em dibêjin mûçeyê herî kêm derxin ser sînorê xizaniyê.”
Ayfer Koçak, diyar kir ku ew daxwaza karekî ewle û pêşerojek ewle û afirandina şert û mercên xebata demokratîk dikin.