NÇM: Em biryara qedexeyê nas nakin, dê li du cihan konserê bidin

STENBOL - NÇM’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku qeymeqamtiyê konsera wan bi awayeke keyfî qedexe kiriye û wiha got: “Em vê biryarê nas nakin û dê li Bagcilar û Sancaktepeyê konseran li dar bixin.” 
 
Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) dê bi boneya 32’yemîn salvegera damezirandina xwe li Navenda Pêşandanan a Yahya Kemal Beyatli konserek li dar bixista lê Qeymeqamtiya Kuçukçekmece ya Stenbolê bêyî ku sedemekî nîşan bide konser qedexe kir. NÇM, têkildarî qedexeyê li avahiya xwe daxuyanî da. 
 
Li gel hunermendên NÇM’ê, her wiha Weqfa Lêkolîna Zanist Perwerde Estetîk Çand Hunerê (BEKSAV), Koma Hevra, Grup Îsyan Ateşî, Navenda Çand û Hunerê ya Golge, hunermend Kadîr Çat, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Komeleya Lêkolînên Kurd û endamên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MA-TUHAYDER) jî tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Navenda Çand û Hunerê ya Golge Rewşen Apaydin ve hate xwendin. 
 
Apaydin, diyar kir ku hebûna gelekî bi zian, çand û hunerê dibe. Bi domdarî Apaydin got ku ji roja avakirina xwe heta niha NÇM di nava 32 salan de bi saya berxwedan û têkoşîna xwe çand û hunera kurdî diparêze û ev tişt anî ziman: “Ev kevneşopiya berxwedan û têkoşînê ji bo hemû gelên vî welatî dijîn bû çavkaniya hêviyê.” 
 
'ÇANDA KURD DI DORPÊÇA QIRKIRINÊ DE YE’ 
 
Apaydin, axaftina xwe wiha domand: “Xebatên çand û hunerê ya kurd ku xwedî kevneşopiyeke wiha ya qedîm e, di salên dawî de xistine dorpêça qirkirinê. Ji roja avakirina komarê heta niha li dijî çanda kurdî polîtîkayên qedexeker û înkarger hatin meşandin. Ev polîtîkaye di demên dawî de bêhtir giran kirin. Weke ku tê zanîn, kedkarên NÇM’ê bi boneya 32’yemîn salvegera damezirandina NÇM’ê xwestin bi dirûşma ‘Roja Azad, Hunera Azad’ li Navendan Pêşandanan a Yahya Kemal Beyatli konsereke mezin bide û bi gel re bicive. Lê belê Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê mîna par, îsal jî polîtîkaya xwe ya qedexeker, înkarger û asîmîlasyonê domand. Salvegera damezirandinê û pîrozbahiyên me ev du sal in ji hêla Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê ve bi awayeke keyfî tên qedexekirin.” 
 
'EM BIRYARÊ NAS NAKIN’
 
Bi domdarî Apaydin destnîşan kir ku biryaraya qeymeqamtiyê biryareke hiqûqî nîne û wiha pê de çû: “Biryareke siyasî û keyfî ye. Lewma em vê biryarê nas nakin. Em bi eşekereyî dibêjin ku tu wateya vê biryarê ji bo me nîne. Ji ber ku bi huner bi tu awayî nayê qedexekirin. Ev qedexeye, berdewamiya pişaftina sedsala ye. Her wiha parçeyeke atmosfera siyasî ya heyî ye. Li dijî her îrade û nirxên têkoşîna azadiyê ya gelê kurd êriş û tecrîd hene. Konsera me her çend ku hatibe qedexekirin jî, weke kedkarên NÇM’ê em van polîtîkayên tecrîd û qedexeker nas nakin. Em dibêjin ku dê em ê temamiya astengiyên li pêşiya çanda kurd bi stran, govend û tililiyên xwe ji holê rakin. Dê têkoşîna me ya li dijî zîhniyeta qedexeker û derserdemî bidomînin.” 
 
DÊ LI DU DEVERAN KONSER BÊN DAYÎN
 
Apaydin, da zanîn ku dê îro li dijî konsera hatiye qedexekirin li du deveran konseran li dar bixin. Apaydin, got ku dê di vê çarçoveyê de îro saet di 18.00’an de li avahiyên DEM Partiyê yên Bagcilar û Sancaktepeyê konseran bidin. Herî dawî jî Apaydin banga tevlibûna konseran li gel kir. 
 
 

Sernavên din

27/01/2024
09:10 Dîmenên ku gava polîs milê parêzer dişikînin derketin holê
09:06 Girtiyên siyasî 62 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:05 95 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:03 Deynê qeyûmê Wanê 3 milyar TL'yî derbas kir
09:01 Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Canpolat: Ji bo çareseriyê tev li meşa me bibin
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2024'AN
26/01/2024
22:30 Dadgeha Erziromê malpera webê ya Rojnameya Xwebûnê asteng kir
22:09 'Qral û Travîs' Li Amedê derket pêşberî şanohezan
18:36 Der barê nûçegihanê Rojnameya Yenî Demokrasiyê Çita de biryara berdanê
18:18 Li Îzmîrê li hemberî welatiyê ku muzîka kurdî guhdar dikir tundiya notirvanan
17:53 Girtiyê nexweş gava li nexweşxaneyê dihat dermankirin hat berdan
17:13 Nobeta Edaletê: Berxwedana me dê bidome
16:33 Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ji bo Xezayê biryara tevdîra îhtiyadî da
15:05 ESP’iyên tev li Nobeta Edaletê bûn: Em ê tecrîdê rakin
14:58 Baroya Amedê: Li girtîgehê îşkence li zarokên keç hate kirin
14:32 Li qada gaza xwezayî ya li Silêmaniyê hilberîn rawestiya: Mal bê ceyran man
14:20 Di doza Gulistan Doku de giliyê waliyê demê Sonel hate kirin
14:04 DEM Partî: Danasîna namzetan dê di 29’ê çileyê de bê kirin
13:28 Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin 26 hezar derbas kir
12:22 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:02 Li Hezroyê du malbat bi şer ketin: 4 kes birîndar bûn
11:45 ‘Em ji bo şikandina hiqûqa mêtingeriyê ya li Îmraliyê ketin greva birçîbûnê’
11:28 Dê di 1’ê Sibatê de ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ dest pê dike |
10:56 Ji Meterolojiyê ji bo 31 bajaran hişyariya berfê
10:55 Amediyan bertek nîşanî zeman dan: Çav berdane pariyê nanê me
10:38 Ji Rêwîtiya Azadiyê re bang: Azadiya Abdullah Ocalan mijareke jiyanî ye
10:16 Derheqê nûçegihana me Durgut û 17 jinan de doz hate vekirin
10:04 94 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
10:02 Girtiyên siyasî 61 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
10:00 Şenyaşar ji bo Erîn ê AKP’î got: Beriya bibî namzet, bibe şahidê komkujiyê
09:35 Îmzevanê 'Em ji bo aştiyê bibin dengek' Tûnç: Divê hunermend li aliyê zilmê cih negirin
09:27 Nexweşiyên Yildirim ê 9 rojan li Îmraliyê ma giran dibin
09:25 Di ser berxwedana dîrokî re 9 sal derbas bûn: Ruhê yekîtiyê Kobanê rizgar kir
09:11 Wekîlê DEM Partiyê Duşunmez: Rêya Aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
09:10 Rojnameger Ayva hate girtin
09:07 Konferansa Îslama Demokratîk: Werin bi tevlibûna xwe hêzê bidin konferansê
09:04 28 hezar TL ceza li Amedsporê hate birîn
09:03 Li Qereçobanê îtîraza li dijî ‘hilbijêrên gerok’ hate redkirin
09:01 Li dijî bişaftina çandî tevdigerin
09:00 Parêzer Zana Kaya: Rabûna li ber tecrîdê mafê aştiyê yê civakê ye
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:57 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 6 kes mirin, 33 kes birîndar bûn
25/01/2024
22:22 Namzetên hevşaredariyê yên 3 bajarokên Şirnexê diyar bûn
18:14 Parêzeran hevdîtin bi CPT re kir: Divê bi lez serdana Îmraliyê bê kirin!
16:41 Parlamenter Uysal: Armanca têkoşîna me azadiya Abdullah Ocalan e
16:22 Li Meletiyê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
16:22 Girtî: Dest deynin ser nameyên ji CPT û Abdullah Ocalan re tên nivîsîn
16:19 Nobeta Edaletê: Em jin dê Abdullah Ocalan azad bikin
15:54 Siyasetmedarên piştgiriya greva birçîbûnê dikin: Divê mase jinûve were danîn
15:04 Ji bo 24 bajaran hişyariya berf û barana zêde hat kirin
14:23 Siyasetmedar Îlbasan hate berdan
13:58 Dogan: Gel dixwaze agahiyekî ji Abdullah Ocalan bigire
13:55 HPG’ê têkildarî êrişa duh daxuyanî da
13:22 Stûmal û patîkên rêsandin ji bo Îmraliyê şandin
13:16 DEM Partiyê ji bo sûcê windakirina bi darê zorê pêşnûmepirs da Meclisê
12:53 Mela Mehmet Şen: Divê xutbe bi zimanê civakê bên xwendin
12:44 Li Girtîgeha Evînê 61 jinan dest bi greva birçîbûnê kirin: Pêşî li cînayetan bigirin
12:33 Cezayê darvekirinê yê siyasetmedarê kurd Ahmedî hate pejirandin
12:23 Taniş û Deniz hatin bîranîn: Kujerên wan ne camêr in nemerd in
12:07 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:57 Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a NY’yê bertek nîşanî darvekirinên li Îranê da
11:37 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva hilbijartinê civiya
11:36 Tedawiya Sadiye Demîrtaş a li beşa lênêrîna awarte didome
11:07 Li gorî AYM’ê girtina siyasetmedarên HDP’î derhiqûqtî nîne
11:06 Şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de encamên mulaqatê aşkere nekirin
11:05 Bavê du astengdaran ku tê xwestin xaniyê wî were hilweşandin: Ev zilma dewletê ye
11:00 Girtî Çetînbaş: Heke em bibin yek dikarin vê xerabiya birêxistinkirî têk bibin
10:13 ESP û SGDF’iyên di çalakiya grevê de: Navnîşana çareseriya demokratîk Îmrali ye
10:04 Bû 35 meh ku tu agahî ji Îmraliyê nayên girtin
09:27 Serokê Şaxa Emeklî-Sen a Wanê: Sala 2024'an dê bibe sala kuştina malnişînan
09:24 Ji rojnameger Silêman Ehmed 93 roj in agahî nayên girtin
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê 2 meh li pey xwe hişt
09:06 Sevîmlî yê ÇHD’î: Divê TBB li dijî tecrîdê bikeve nava hewldanan
09:05 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Çakmak: Ji ber rola girîng a Abdullah Ocalan divê tecrîd rabe
09:04 Malbatên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de: Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe
09:00 Di hilbijartina gel de daxwaza 'azadî ji Abdullah Ocalan re'
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2024'AN
24/01/2024
23:54 Di êrişa li dijî wesayîtê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest da
22:46 Li Parîsê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin
19:16 Daxwaza ji bo girtin Sutçu yê êrişî HDP'ê kir hat redkirin
18:42 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
17:12 Nobeta Edaletê: Divê rêya Abdullah Ocalan bê vekirin
16:29 Netîce Suleymanoglû hate berdan
16:28 Avahiya pirxesar bi ser kepçeyê de hilweşiya
16:17 Nivîskarê girtî Çeper: Zext zêde bûn
16:16 DEM Partiyê bernamzetên xwe yên Tarsusê da naskirin
16:04 Welatiyên malên wan hatin rûxandin: Em bi ku de biçin?
16:03 Tedawiya Sadiye Demîrtaş a li beşa lênêrîna awarte didome
15:31 Ji balafira li Rûsyayê ketî tu kes jê xelas nebû
15:24 Serokkomarê Îranê Reîsî hate Enqereyê
15:23 Rêxistinên hiqûqê bang li Îranê kirin: Zextên li ser parêzeran bi dawî bikin
14:31 Hêzên Zerevanî êrişî HPG’ê kirin
14:30 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Kobanê kir
13:46 Balafira Rûsyayê ku leşkerên dîlgirtî yên ûkraynayî tê de bûn ket
13:45 DAD: Dêrsim bi dîrok û xaka xwe ve wateya hemû nirxên me ye
13:19 Li Îzmîrê jinek û zarokek hatin qetilkirin
13:07 Êzidiyên hatin qetilkirin anîn Şengalê
12:32 Qeyûmê Amedê dest bi hilweşandina Taxa Fabrîkayê kir
11:06 Artêşa tirk Şêladizê bombebaran kir
10:34 Dê li Amedê Konferansa Îslama Demokratîk were lidarxistin