Dayikên Şemiyê aqûbeta Yûsûf Eriştî pirsîn

img
STENBOL - Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê aqubeta Yûsûf Eriştî yê di 14’ê gulana 1991’an de li Stenbolê hat windakirin û ji wê rojê ve agahî jê nayên wergirtin pirsîn.
  
Dayikên/Mirovên Şemiyê her hefte li Qada Galatasarayê ji bo li aqubeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin çalakiyê li dar dixin. Dayikên/Mirovên Şemiyê di hefteya 990'î ya çalakiya xwe de aqubeta Yûsûf Eriştî yê di 14’ê gulana 1991’an de li Stenbolê hat windakirin û ji wê rojê ve agahî jê nayên wergirtin pirsîn. Endamên ÎHD’ê û gelek parêzvanên mafên mirovan hatin çalakiyê. Çalakvanan wêneyên kesên hatine windakirin hilgirtin. 
 
 33 SAL IN HEQÎQET TÊ BINPÊKIRIN
 
Metna çalakiya vê hefteyê xwişka Murat Aslan ê ku di 10’ê Hezîrana 1994’an de hat windakirin, Fatma Aslanê xwend û wiha got: “Dewletek heke sûcên li dijî mirovên di bin parastina wê de ye li gor hiqûqa navneteweyî lêpirsînê neke wê demê ev tê maneya binpêkirina mafên xwegihandina edaletê. Em daxwaz dikin ku lêpirsîneke berfireh û bi bandor bê kirin. Lê belê dewlet şûna vê daxwaza me bîne cih di înkar û bêcezatiyê de israr dike. Desthilat biguhere jî binpêkirina mafê xwegihandina edaletê ya xizmên windayan dewam dike. Em di hefteya 990'î de daxwaza gihaştina edaletê ya malbata Eriştî dikin. Ev 33 sal in heqîqet tê binpêkirin.”
 
Aslanê da zanîn Yusuf Erişti yê li Tokat-Reşadiye ji dayik bûye di serdema 12'ê Îlonê de 2 salan li girtîgehê hatiye girtin û got: “Dema ji girtîgehê derdikeve çend caran dikeve bin çavan û îşkence lê tê kirin. Yûsûf Eriştî dema di 14’ê Gulana 1991’an de sibeha pêncşemê bi hevalê xwe re diçe hevdîtinê li derdora Belgradkapiyê ji aliyê polîsan ve tê binçavkirin û polîs wî dibin Şaxa Siyasî ya Gayrettepeyê. Parêzer Fethiye Pekşen, ji bo bi Yusufê di bin çavan de ye re hevdîtinê bike serî li DGM'yê dide û destûra hevdîtinê girt. Lê dema çû Muduriyeta Polîsan nehiştin bi Yusuf re hevdîtinê bikin. Li ser vê yekê Pekşen di 29'ê Adarê de giliyê polîsan kir. Piştî gilî hat kirin midûriyeta polîsan got, 'Tu qeydên ku Yusuf Erişti di bin çavan de ye tune ye'. " 
 
‘EM Ê TE WEKE YÛSÛF BIKUJIN XEBERA KESÎ JÊ ÇÊNABE’ 
 
Aslanê da zanîn ku hinek kesên bi heman operasyonê hatine girtin anîne ziman ku Yusuf hatiye binçavkirin û li miduriyeta polîsan îfadeya wî hatiye wergirtin û got: “Kesên bûn şahidên binçavkirina Yusuf diyar kirin ku polîsan gotine, 'Me binçavkirina qeyd nekiriye ji vir bedena te ya mirî derkeve haya kesî jê çênabe'.  Kesekî jî got îşkenceyeke giran li Yusuf hatiye kirin. Got herî dawî wî dîtiye ku Yusuf xistine komayê û birine hucreya wî. Her wiha xwendekarê zanîngehê yê bi navê (C.Ç.) dema li Taksîmê ji ber tevli 1'ê Gulanê hatibû kirin hatibû binçavkirin polîsan jê re gotibûn em ê te wekî Yûsûf Erîştî bikujin, wê xebera tu kesî jî jê çênebe.”
 
KESÊN YÛSÛF WINDA KIRIN HATIN PARASTIN
 
Aslanê da zanîn kesên Yusuf winda kirin hatin parastin û wiha got: “Bavê Erîştî, Bekîr Erîştî di serî de Serokkomar Turgut Ozal û Serokwezîr Yildirim Akbulut serî li hemû serokên giştî yên partiyan da. Nêzî 30 daxwazname da Walîtiya Stenbolê û Dozgeriya Komarê. Tevî vê jî derbarê bûyerê de tu lêpirsîn nehat destpêkirin. Kesên Yusuf winda kirin hatin parastin. Çend sal derbas bibe jî em ê dev ji lêgerîna windayên xwe bernedin. Em ê dev ji daxwaza edaletê bernedin.”
 
Piştre xwişka Yusuf, Sevim Erîştî wiha got: “Bavê min heta nefesa xwe ya dawiyê kurê xwe xwest lê kesê ew neanî.”
 
Çalakî bi danîna qurnefîlan bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

21/04/2024
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:00 Mîrateya berxwedêran: Rojnamevaniya Kurd
09:00 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bêtehemûliya li dijî ‘Kurdistanê’
08:41 Şaredariya Sûrê hedef hatibû girtin: Kesê hatiye binçavkirin astengdarê zîhnî ye
00:01 Tîma Jinan a Amedsporê hevrika xwe bi scora 3-1'an têk bir
20/04/2024
23:37 Li Baselê ji ciwanan panela 'azadiya Ocalan'
22:50 DEM Partî: Mîhadê siyaseta li ser ala û sirûdê derbas bûye
21:17 Hevşaredaran ji wezart û Dîwana Muhasebatê mufetîş xwestin
19:29 Ji endamê KNK'ê Ûzûn banga konferansa yekîtiya neteweyî
17:17 Şaxa OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:54 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
16:54 Gelek rêxistinên pîşeyî serdana Emîne Şenyaşarê kirin
16:28 Li Geverê deynên ji qeyûm mane hatin daliqandin
16:20 Derbarê 15 girtiyan de lêpirsîna dîsiplînê hate destpêkirin
16:10 Der barê Şaredariya Sûrê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:48 ÎHD'ê Ermenên windakirî bi bîr anî û got: Xwedî li mafên zanînê derkevin
15:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Kaya û Guvel bên berdan
15:13 Ji bo bendava Cizîrê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’ a 255 parselan
15:02 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran hatin bahev: Bila faîl bên darizandin
14:58 Civîna Dema Navberê ya KNK’ê dest pê kir
14:25 Mihrîcana Şanoyê ya Amedê: Gotubêja ‘Di şanoyê de dîroka guherînan’
14:02 Aqûbeta Keremoglû yê beriya 29 salan hate windakirin hate pirsîn
12:09 Şaredarê YRP’î bi micirkirina pêşiya avahiyê xwe dest bi kar kir
12:07 Li Colemêrgê hezaz çêbû: Pez di bin axê de man
11:32 Muslim: PKK hincet e, armanc Kerkuk û Silêmanî ne
10:36 Meleyê li zarok daye hate berdan
10:36 Bakirhan: Perspektîfa me ya serdema nû zelal e; em ê xwe birêxistin bikin, mezin bibin
10:22 Midûrê dibistanê yê 9 xwendekar tacîz kirine hate girtin
10:05 Wanî: Bi rêvebirina bajar a bi hev re em dikarin texrîbatên qeyûm ji holê rekin
09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!
09:16 Rojnameger Silêman Ehmed 179 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:15 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 146 roj in di çalakiyê de ne
09:13 ÎHD: Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kurkçulerê 3 sal in nayên dermankirin
09:09 Nameyên girtiyê wekî hincet hatin nîşandan û berdana wê 11 mehan hat taloqkirin
09:07 Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye
09:06 Ji Demîrê banga 'têkoşîna hevpar': Werin em bi hev re deriyên Îmraliyê vekin
09:02 Gotibû 'wê meseleya avê çareser bikin', lê di hefteya ewil de ava bajêr birîn
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2024'AN
19/04/2024
22:16 Eleqeyeke zêde ji bo Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
22:05 Ji DEM Partiyê bertek ji bo şandina mufetîşan
19:39 Şaredariya Serêkaniyê kargeha hilberînê vekir
19:37 Rapora Girtîgehên Anatolyaya NavîN. Herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin
15:52 DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê
15:47 Banga ‘bila girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin’ hate kirin
15:25 Giliyê Tanjû Ozcan kirin
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin
14:55 Li Rihayê cînayeta kar
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin