Prof. Norman Peach: Tirkiye hiqûqê binpê dike

  • rojane
  • 12:13 9 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Profesorê hiqûqa navneteweyî Norman Peach diyar kir ku rewşa ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê de ye û bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin li dijî hiqûqa navneteweyî ye.
 
 
Prof. Norman Peach, der barê hiqûqa Tirkiyeyê û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF)'ê re axivî: Peach anî ziman ku dewlet û saziyên Ewropayê ji ber endamtiya NATO’yê û têkiliyên siyasî yên dewleta Tirk li hemberî binpêkirinên ku dike bêdengiya xwe diparêzin û diyar kir ku divê tevî zehmetiyan jî di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) înîsiyatîfên navneteweyî bikevin nava hewldanê.
 
Hefteya bihurî 99 kesayetên naskirî yên li Elmanyayê, ku nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka, partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên aştiyê û mafên mirovan, aktîvîst, akademîsyen, hiqûqnas û rojnamevan jî di nav de ne, ji Serokê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) Alan Mîttchell re nameyek nivîsandin. Di nameye de bêdengiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hat rexnekirin. Di nameya bangê ya ji bo CPT’yê de, Madeya 3’yan a Statuya Konseya Ewropayê hate bibîr xistin û hat xwestin ku li gorî vê madeyê tevbigere. Di nameyê de wiha hate gotin, “Birêz Ocalan 25 sal in ji mafên xwe yên mirovî bêpar hatiye hiştin, 3 sal in mafê wî yê hevdîtina bi parêzer û malbatê re tê binpêkirin. Birêz Ocalan welatiyê dewleteke Konseya Ewropayê ye.”
 
Yek ji îmzevanên nameyê û Profesorê hiqûqa navneteweyî Norman Peach ewil bal kişand ser tecrîda girankirî û wiha axivî: "Bi dîtina min, ev çend sal in rewşa ku Abdullah Ocalan tê de dijî bi temamî nehiqûqî ye. Şert û mercên ku tê de tê ragirtin, li dijî rêgeza hiqûqê ya ku NY'yê diyar kiriye ye. Niha zêdeyî sê sal in di nava tecrîdeke girandeye ku xizmên wî, nûnerên hiqûqî nikarin xwe bigihîninê. Çend sal berê ji bo serdana Ocalan çûm Tirkiyeyê, lê her tim hincet hatin çêkirin. Wê demê asta tecrîdê ne ewqas dijwar û giran bû, lê dîsa jî me nekarî em biçin serdanê. Li gorî kategoriyên hiqûqa navneteweyî tecrîdeke bi vî rengî li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Di vê mijarê de ti şik û guman nîne. CPT’yê beriya niha jî li wir lêkolînan kir û li dijî vê derket. Pirsgirêk ev e; Erdogan û hûkûmetên Tirkiyeyê di gelek qadan de bi xemsarî nêz dibin, ango zor lê nayê kirin. Yanî li pişt CPT’yê û biryara wê ya ku nikare bi tena serê xwe pêk bîne, divê YE’yê û dewletên YE'yê bikin ku tiştên ku CPT’yê dibîne jî bi cih bînin. Erdogan û bê guman Tirkiye ji ber sedemên cuda yên siyasî ve ji bo welatên Rojava gelekî girîng in û ji aliyê din jî ji bo penaberên ji Efganîstan, Sûriye yan jî mîna wê tên di pozisyona bend de ye. Newêrin zextê li Erdogan bikin." 
 
YE’YÊ NIKARE HIQÛQA NAVNETEWEYÎ BIPARÊZE
 
Peach da zanîn ku tecrîd îşkence ye û wiha berdewam kir: "Ev êşkenceya tecrîdê, tê wateya ku bandora siyasî ya Birêz Abdullah Ocalan a li ser civaka Kurd hêj gelekî mezin e. Ji vê ditirsin, dixwazin vê bandorê ji holê rakin. Naxwazin ji pozîsyona xwe ya tecrîd û parçekirina gelê Kurd dûr bikevin. Li plana piştê ev yek heye. Di vê rewşê de YE’yê nikare Ocalan û bi rastî jî hiqûqa navneteweyî biparêze û naxwaze biparêze. Saziyekî din ê bi navê Komîteya Jêrîn a Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (UN Subcommittee on Prevention of Torture-SPT) heye. Ev rêxistineke Neteweyên Yekbûyî ye, ew enstîtuyeke ciwantir e û her wiha ji bo ku êşkence pêk neyê, peywirdar e ku di serî de pêşî li êşkenceyê bigire. Ev komîte jêrîn hê ne çalak e. Ez pêşniyar dikim ku li dijî vê pêkanîna incommunicado ku eşkere ye li dijî hiqûqa navneteweyî ye, ne tenê di asta Ewropayê de, her wiha di asta NY'yê de jî hewldan çêbibe." 
 
PKK’Ê DI LÎSTEYÊ DE GIRTIN ŞAŞ E
 
Peach bal kişand ser mînaka li dijî mûamele û tecrîdkirina Jûlîan Assange û berxwedaneke navneteweyî ya gelekî xurt û wiha lê zêde kir: "Li çar aliyê cîhanê, hêdî hêdî xwe digihînin vê nuqteyê. Mixabin ji bo Ocalan rewş ne bi vî rengî ye, ji ber ku PKK’ê hê jî li Ewropayê weke 'rêxistina terorê' tê dîtin. Bi ya min ev şaş e. Niha li Belçîkayê biryareke Dadgeha Bilind heye û li gorî vê biryarê tê gotin ku 'na, PKK’ê ne rêxistineke terorê ye'. Dizanim ku Swîsreyê jî PKK’ê nexistiye nava lîsteyê. Raste rast pêwîstî bi guhertineke siyasî heye. PKK’ê partiyeke siyasî ye ku ji bilî xweserî û xwerêveberiyê ji bo gel tiştekî din naxwaze. Ev daxwaz jî li her welateke demokratîk dikare bê pêk anîn." 
 
Prof. Pecah li ser polîtîkayên dewleta Alman a li dijî kurdan jî rawestiya û ev agahî dan: "Mixabin ev siyaseteke şaş e. Ev yek di çarçoveya NATO'yê de ye û di çarçoveya têkiliyên siyasî yên navbera hikûmeta Tirk û Elmanyayê de ye. Ji ber stratejiya Tirkiyeyê ya ji bo dûrhiştina penaberan li derveyî Ewropayê, girêdayî Erdogan in. Û ev tê wê wateyê ku ne tenê mîlyar pere dane Erdogan, di heman demê de daxwazên wî yên siyasî jî bi cih anîne. Me ev yek di mijara endamtiya Swêdê ya ji bo NATO'yê de dît. Erdogan li dijî PKK'ê û hikûmetan weke çek di destê xwe de digire. Bi ya min ev polîtîkayeke şaş e. Ev pêvajoyeke ku ne di asta hiqûqî de, di asta siyasî de pêk tê. Di vir de jî mîna li gelek qadên navneteweyî, pêwîste di polîtîkaya Elmanyayê de jî guhertinek bê kirin." 
 
TIRKIYE ÇEKÊN KÎMYEWÎ BIKAR TÎNE 
 
Prof Peach li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê jî rawestiya û wiha pêde çû: "Bikaranîna çekên kîmewî teqez li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Êrîşkariya Tirkiyeyê; Dagirkirina wê li Sûriyê û di nav de Efrîn, binpêkirineke mezin ji qanûnên navneteweyî û serweriya Sûriyê re ye. Her du jî bi temamî li dijî hiqûqa navneteweyî ne. Pirsgirêk ev e; cihana welatên rojava, Elmanya jî di nav de endamên NATO'yê çavê xwe ji vê yekê re digirin. Bombebarankirina Kobanê jî di heman demê de li dijî hiqûqa navneteweyî bû. Niha jî bikaranîna çekên kîmyewî bi taybetî li Başûrê Kurdistanê ku ev mijar demeke dirêje di rojevê de ye, di heman demê de binpêkirineke giran a serweriya xaka Iraqê ye. Ya duyemîn jî, li gorî qanûnên navneteweyî demeke dirêje bikaranîna çekên kîmyewî hatiye qedexekirin. Ez dizanim ku piştrastkirina vê bi hûrgilî zehmet e, lê divê NY’ê û rêxistinên ku dikarin vê lêkolîn bikin jî bişêwirin da ku destûr ji bo vê piştrastkirinê were standin. Wê demê wê ji raya giştî ve baştir bê zanîn. Îdîayên ku ez pêbawer im û ez jî dizanim hene û li wir çekên kîmyewî hatine bikaranîn û heta ji min re wisa tê ku di demên dawî de di aliyê Qamîşlo de jî bi kar tînin. Bi kurtasî, hem binpêkirina serweriya xaka dewletan heye, hem jî bikaranîna çekên li gorî qanûnên navneteweyî yên însanî qedexe ne heye." 
 
Prof Peach herî dawî polîtîkayên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî rawestiya û wiha got: "Destwerdana li Rojava teqez nayê qebûlkirin û li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Ev binpêkirina serweriya Sûriyê ye. Nûnerên Rojava dibêjin ku ew li Sûriyeyê ne serbixwebûnê, xwerêveberî û xweseriyê dixwazin. Bi min wisa tê ku; Tirkiye tevahiya aliyê li Bakurê Sûriyeyê ji Firatê heta deryayê weke axa xwe dibîne." 

Sernavên din

03/07/2024
09:21 Çalakiya ji bo 'azadiyê' di roja 220’an de ye
09:03 Rojnamevan Herekol: Wê bandorê li tevahiya Başûr bike!
09:02 Li dijî girtîgehên wekî 'Çalan' di çalakiyê de ne: Rewşa wan nebaş e
09:02 Dayika girtiya ku bi zorê dimeşe: Bi fikar im
09:01 Komeleya Birca Belek: Ji bo ziman rewşa awarte hewce dike
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
02/07/2024
23:07 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm di roja 25’emîn de ye
21:33 Meşa 'Rêzgirtina Li Vînê' li Êlihê ye
21:19 Banga ji bo 'Rêzgirtina Li Vînê'
20:29 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn
18:11 Jinan bertek nîşanî gotinên zayendperest ên polîs dan: Em li vir in!
16:56 Piştî Rezanê îcar jî li Sûrê xwestin provakasyonê bikin
15:43 Dayik ji ber AYM'ê bang kirin: Heya tecrîd ranebe wê pirsgirêk çareser nebin
15:40 Lêgerîna tazî li girtiyên hatine sewqkirin ferz kirin
15:06 DEM Partiyê li dijî êrişên nijadperest banga civîna lezgîn li ÎHÎK’ê kir
14:59 Ji MSD’ê banga kongreya niştimanî
14:49 Bîranîna Madimakê: Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe
14:47 Dayika Soylû ya li Meclisê axivî: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:25 Bi daxwaza ji hucreya yekkesî derbasî qawîşê bibe ev 78 roj in di grevê de ye
14:14 Çawişên pispor ên zarok tacîz kiribûn hatin berdan
13:26 Şewata pirêzeyê li daristanê ket
13:15 Karkerê ku di bin mîksera betonê da ma mir
13:14 Dayikên Aştiyê li Meclisê tecrîd şermezar kirin
12:53 Hatîmogûllari: Rêya lihevkirina bi Şamê re ji Kobanê derbas dibe
12:51 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin li Rihayê jî mirineke biguman
12:37 Bernameya ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’ ya Wanê hate eşkerekirin
12:19 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 ‘Sedema protestoyan hewldana Tirkiyeyê ya tesfkiyekirina komên paramîlîter e’
11:37 Navê Alî ÎsmaÎl Korkmaz li parkekî Îzmîrê kirin
11:10 Bîranîna 33 rewşenbîran li ‘Navenda Hafizayê’ zindî tê girtin
10:56 2 parêzerên ÇHD’î hatin binçavkirin
10:49 Berdevkê YNK’ê Pîre: Zêdetirî 300 DAIŞ’î li herêmê hatin bicihkirin
10:30 Di 6 mehan de 6 hezar û 499 ÇED hatin ragihandin
10:19 Li Rihayê zem li veguhestinê kirin
10:17 Bi hezaran kes ji bo bîranîna Komkujiya Madimakê meşiyan
10:06 Dadgehê plana îmarê ya qeyûm red kir
10:05 Têkildarî teqîna li Îzmîrê 2 kes hatin girtin
09:34 Çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di roja 219’an de ye
09:17 Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane
09:02 Wan amadekariyên 'Rêzgirtina li vînê" dike
09:02 Li Kartalê berteka hevpar: Şaredarî yên me ne, qeyûm darbe ye
09:01 PDK'ê kontrol xist destê Tirkiyeyê!
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
07:49 Seranserî şevê li dijî penaberan êrişan berdewam kir
07:46 Ciwanê nehate tayînkirin neçarî întîharê hate kirin
07:36 Di kabîneyê de guhertin
01/07/2024
23:59 Hevşaredar Tekçe bi rêxistinên hiqûqê re civiya
23:38 Ji Stenbolê bang kirin: Em dest jê bernadin
22:04 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' li Edeneyê ye
21:03 Danişîna doza Semra Guzelê hat lidarxistin
19:07 Tecrîda Îmraliyê wê li Konseya Mafên Mirovan a NY’yê bê gengeşekirin
19:03 Banga xwedîderketina berxwedana li girtîgehan kirin
16:51 OHD û DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan kirin
16:48 Li Qeyseriyê faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
16:31 Di Doza Komkujiya Garê de biryar hat dayîn
15:50 Baroya Şirnexê: Em ê çavê xwe ji talankirina xwezaya Botanê re negirin
15:49 Cotkaran DEDAŞ protesto kirin
15:36 DBB’ê civîna ewil a ‘plana stratejîk’ bi jinan re li dar xist
14:54 Çawişên pispor zarok tacîz kirin, qeymeqamtiyê hewl da rewa bike
14:30 Di 6 mehên salê de 34 kolber hatine kuştin
14:28 Di meha hezîranê de 40 kes li Efrînê hatine revandin
13:31 Temellî: Gotinên nefretê weke êrişên lîncê derdikevin pêşberî me
12:56 Doza Komkujiya Garê: Bersûc xwest li Davûtoglû bê guhdarîkirin
12:51 Meşvan ber bi Edeneyê ve bi rê ketin
12:29 Piştî bombebaranê agir bi Çiyayê Metînayê ket
11:57 Qîra germ rijandin ser rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê!
11:08 Qeyûm nehişt endamên meclisê bikevin avahiya şaredariyê
10:07 Berwarî: Armanca Tirkiyeyê dagirkirina başûrê Kurdistanê ye
09:45 Jina birîndar bûbû piştî 9 rojan mir
09:37 Kaydu ê piştî 15 salan hate berdan: Girtî di mijara şikandina tecrîdê de biisrar in
09:19 Li Kayseriyê piştî îstîsmarê êrişa nijadperest pêk hat
09:01 Hunermendê NÇM’ê Cengîz: Di bin polîtîkaya qeyûm de qirkirina çandî heye
09:00 ‘Ya li cenazeyê Esen hatiye kirin, binpêkirina qedexeya miameleya xirab e’
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:59 Ji bo 10 bajaran hişyarî hate kirin
08:52 Welatiyan li çawişên pispor ên tacîzkar xistin
08:36 Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di roja 218’an de ye
08:35 Baroya Mêrdînê: Divê ew êrişa nijadperest were ronîkirin
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Ev meş destpêk e’ derket
30/06/2024
23:45 Nobete Rêzgirtina ji Îradeyê re: Colemêrg ya me ye
23:21 Li Qoser û Hezexê li dijî qeyûm meş hatin lidarxistin
22:43 Di teqîna li Îzmîrê de hejmara miriyan derket 5’an
22:21 Zeynep Kinaci hate bîranîn
21:33 Meşa Rêzgirtina li Îradeyê li Enqereyê ye: Dê meşa me ya Edaletê bidome
18:23 Li Xezayê hejmara miriyan nêzî 38 hezaran bû
17:53 Jin ji bo ‘jiyana ekolojîk’ meş li dar xistin
17:29 Li Dihokê bombebarana Tirkiyeyê: Li herêmê şewat derket
16:48 Hatîmogûllari: Hevpariya jinan têkoşîn e
16:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
16:24 Li Îzmîrê di malekê de teqîn çêbû: 3 kes mirin
16:07 Bi hinceta bexş neda Komeleya Şehîd û Gaziyan cezayê hefsê dan Yilmaz
15:47 Li Şirnexê 14 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin ragihandin
15:29 Keskîn: Zîhniyeta di salên 90’î de xelkê me qetil kirî dîsa derket holê
15:08 Hevşaredara Colemêrgê Tekîn: Em dixwazin tevî gelên Tirkiyeyê re têbikoşin
14:50 Danişîna rojnameger Ehmed bêyî were lidarxistin hat taloqkirin
14:49 Aktîvîsta îranî Atîfe Rangrêz hate girtin
14:15 Li Elkê qirkirina xwezayê: Bi tevlibûna sedan cerdevanan dar tên birîn
14:08 Li Eskîşehîrê jinek hate qetilkirin
13:58 ‘Meşa rêzgirtina li îradeyê’ ya DEM Partiyê dest pê kir
13:46 Li pey mîhrîcana wezaretê tenê gilêş ma