NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Hundur a Ûkraynayê daxuyand ku Rûsyayê êrişî Kîevê kir û di êrişê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Karên Hundir a Ûkraynayê ragihand ku Rûsyayê di nîvşevê de bi moşek û balafirên bêmirov êrişî paytexta Ûkraynayê Kîevê kiriye. Wezîrê Karê Hundir Ihor Klymenko, ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal diyar kir ku di êrişan de jîngeh, nexweşxane û cihê werzîşê hatine bombebarankirin û 4 kesan jiyana xwe ji dest dane. Klymenko, destnîşan kir ku herêma Shevchenkivskyî ji êrişan bandor bûye û avahiyek hilweşiya ye û hinek welatî di bin kavilan de mane.
Serokê Herêmê Mykola Kalashnyk, diyar kir ku êrişa Rûsyaya ya li ser Kîevê de jinekê jiyana xwe ji dest daye û 2 kes jî birîndar bûne. Servîsa Rewşa Lezgîn a Ûkraynayê (DSNS), daxuyand ku li Kîevê tevî 2 zarok û jineke ducanî bi biştî 13 kes birîndar bûne. Rayedarên herêmê, daxuyandin ku stasyona metroya bajêr a bin erd xisar dîtiye û welatiyên li paytextê bi şev li vê stasyonê mane.
Der barê êrişan de hêj rayadarên Rûsyayê tu daxuyanî nedane.