STENBOL - Dayika Şemiyê Emîne Ocak, di 20’ê Hezîranê de qeyrana dil derbas kiribû, di serwîsa lênihêrîna awarte de ye.
Dayika Hasan Ocak ê ku di bin çavan de bi îşkenceyê hatibû qetilkirin û Dayika Şemiyê Emîne Ocak, di 20’ê Hezîranê de qeyrana dil derbas kir. Keça Emîne Ocakê Masîde Ocakê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal diyar kir ku dayika wê di serwîsa lênihêrîna awarte de di bin çavdêriyê de ye.