Partiyên siyasî yên li Sêrtê bertek nîşanî qeyûm dan: Neheqî ye

  • rojane
  • 10:17 14 Hezîran 2024
  • |
img

SÊRT - Serokên CHP, Partiya Saadetê û Partiya DEVA’yê yên Sêrtê tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê weke “neheqî” nirxandin û xwestin ku îktîdar rêzê ji bo îradeya gel bigire. 

 
Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji peywirê hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm didomin. Serokên Partiya Gel a Komarê (CHP), Partiya Saadetê û Partiya DEVA’yê yên Sêrtê diyar kirin ku tayînkirina qeyûman, xespkirina îradeyê ye. 
 
Serokê Partiya DEVA’yê yê Sêrtê Umut Dayanan anî ziman ku tayînkirina qeyûman sepanekî dijdemokratîk e. Dayanan, diyar kir ku ew tu hêzan bi ser îradeya gel re nabînin. Dayanan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema Akiş ji bo namzetiyê serlêdan kirî tu derqanûntî tune bûn û namzetiya wî hate qebûlkirin. Ne pêkan e ku mirov vê tayînkirina qeyûm rewa bibîne. Em vê yekê weke xespkirina vîna gel dinirxînin. Di vê mijarê de sekna me zelal e. Em rêzê ji bo îradeya sindoqê digirin. Bi vê wesîleyê em tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê weke sepanekî dijdemokratîk dibînin. Heke ji şaredar ji peywirê were girtin jî divê meclisa şaredariyê şaredarê nû hilbijêre.” 
 
'DIVÊ LI DIJÎ QEYÛMAN SEKNEK WERE RABERKIRIN’
 
Dayanan, destnîşan kir ku sepana tayînkirina qeyûman a li herêmê nayê qebûlkirin. Dayanan, wiha pê de çû: “Hukmên eşkere yên di qanûna şaredariyan de zelal in û divê tavilê vê sepanê bi dawî bikin. Ev sepan, binpêkirina peymanên navneteweyî ye ku Tirkiye jî aliyekê wan peymanan e. Bi vê sepanê bi awayekî sîstematîk vîna gelê herêmê tune tê hesibandin. Di her hilbijartinê de heman tiştan dikin û ev nayê qebûlkirin. Divê tevahiya rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û demokrat, li dijî vê sepana dijdemokratîk seknekî raber bikin. Divê li dijî vê zîhniyetê seknekî zelal bê nîşandan. Li gorî min divê helwestekî hevpar bê nîşandan.” 
 
'HÛN NIKARIN WALÎ BIKIN ŞAREDAR’
 
Serokê CHP’ê yê Sêrtê Enver Guneş jî destnîşan kir ku ew li dijî tayînkirina qeyûman e û tayînkirina qeyûman biryarên siyasî ne. Guneş, wiha domand: “Hûn nikarin waliyê dewletê weke şaredar tayîn bikin. Kî vê dike? Divê endamên meclisa şaredariyê şaredarê nû hilbijêre. Ev hewldan, hewldanên dawî yên AKP’ê ne. Niha çavkaniyên wan ên rantê qut bûne. Hewl didin bi rêya qeyûman ji xwe re çavkaniyan çêbikin. Bi tayînkirina qeyûman re hewl didin li herêmê tirsê belav bikin. Lê ev tirs heta cihekî ye. Ev milet dê di hilbijartina din de qerta sor nîşanî îktîdarê bide. Neheqiya îro li te tê kirin dibe ku sibe li min jî bê klirin. Em bi tu awayî vê qebûl nakin. Em ê li dijî neheqiyê bisekinin.” 
 
Serokê Partiya Saadetê yê Sêrtê Hamza Ozcan jî wiha bertek nîşan da: “Heke bibêjin ‘demokrasî heye, sindoq îradeya gel e’ wê demê çima van sepanên dijdemokratîk dikin. Tayînkirina qeyûm, encama pergala yekzilamî ye ku dixwaze welat bi tena serê xwe birêve bibe. Armanca din a tayînkirina qeyûman jî rant û bêusûlî ne. Dixwazin rêya vê vekin.” 
 

Sernavên din

08/07/2024
20:39 Ceza hatin protestikirin: Em her tim binivîsin
17:06 Bayindir: Bila ev çiya şahidên me bin wê berxwedan berdewam bike
16:56 Elîşer û Zerîfe di salvegera 87’emîn a qetilkirina xwe de hatin bibîranîn
16:42 Xizmên girtiyan: Em ê serî netewînin
16:29 Qada şewat lê derketî weke ‘herêma karesatê’ hate ragihandin
16:06 ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ temam bû: Li gorî destûra bingehîn tevbigerin
16:02 Hevrazê Colemêrgê derbas kirin û gihiştin navendê
15:58 Ji bo azadiya Ocalan bi sedan name ji CPT’ê re hatin şandin
15:56 Zarokên ketin Çemê Dîcleyê hatin xelaskirin
15:46 Berpirsê YNK’ê yê Dihokê: Li dijî dagirkeriyê helwesteke yekgirtî nîşan bidin
14:23 Jinan got: Em serhildana xwe ya li dijî qeyûman mezin dikin
14:09 Li Şengalê êrişa hewayî: 2 rojnamevan û welatiyak birîndar bûn
13:49 Ji Colemêrgê re ma 10 kîlometre: Li dijî qeyûm banga têkoşîna hevpar
13:39 Hêzên rejîma Îranê kolberek qetil kir, 4 kolber birîndar kirin
13:37 Koçyîgît: Li gorî TUÎK’ê her tişt erzan e
13:36 Îdiayeke girîng: Di dema koronayê de xelkê Amedê weke ‘kobay’ hat bikaranîn!
12:52 Li gelek bajarên herêma Serhedê lehî rabûn
12:36 Hejmara hilbijêrên Herêma Kurdistanê hatin eşkerekirin
12:23 Ji bo Açik Radyoyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:22 Di meşa li dijî desteserkirina îradeyê de roja dawî
11:43 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
11:42 Li deriyê sînor heqê parkê û kişandinê hat bihakirin
11:40 Kurd li aliyekî artêşên cîhanê li aliyekî
11:22 Di navbera polîsan û ajokarekî de nîqaşa rêdayînê
11:05 Şêniyên gundê Bilexşê: Qiyamet li ser serê me rabû
10:26 Ehmed: Heke çareserî ji bo tevahiya Sûriyeyê be dê pêkan be
10:16 Wesayîtê li keriyê pez xist: Şivanî jiyana xwe ji dest da
10:10 Ji bo 13 bajaran hişyariya barîna baranê
09:48 Nivîskar Karadaş: Ji bo Îranê divê kes li benda guherînên bingehîn nemîne
09:47 HSD'ê bîlançoya 6 mehan a êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
09:46 Rêveberiya Girtîgeha Kirşehîrê li 20 girtiyan ceza birî
09:12 Leşkeran bi ser mala Yildirim de girtin
09:08 Namzetê AKP’ê yê têkçûyî der barê şaredariyê de 30 doz vekirin
09:05 Koma Agirê Zerdeşt xebata xwe ya 28 salan dike albûm
09:03 Xelk ji ber bihabûnê bêzar bûye: Em nikarin hewcedariyên xwe bikirin
09:02 Odeya Bijîşkan a Amedê li dijî germê hişyariya parastinê kir
09:01 Dayik û bavên şagirtên Zarok Ma’yê: Zarokên me bi nirx û dîroka xwe mezin dibin
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Dê dagirkerî têk biçe’ derket
07/07/2024
21:50 Li Mêrdînê desteserkirina îradeyê hat protestokirin
21:39 Nobeda li dijî qeyûm di roja 28'an de ye: Em ê bi paş ve gav neavêjin
21:29 'Meşa Rêzgirtinê' di roja 8'emîn de bi meşa meşaleyî temam bû
21:00 Li nêzî Girê Mirazan şewat derket
20:47 YEWKURD ava bû û xwe ji bo damezrandina komeleyê bi rêxistin dike
20:10 DEM Partiyê serdana cotkarên tûtinê kir
19:57 Li Milazgirê jinek ciwan bi lehiyê re çû û mir
19:34 Li Tetwanê MEDYA-DER hat damezrandin
19:21 Serokê nû yê TTB'ê diyar bû
19:07 Şandeyek serdana gundê Bilêxşê kir
18:55 Ji ber bombebarana Tirkiyeyê agir bi devera Rêkanyan ket
18:39 Şandeya jinên femînîst serdana Şaredariya Wanê kirin
18:36 CJP: Herî kêm 108 rojnamevan li Filistîn û Îsraîlê hatin kuştin
18:09 Îfadegirtina 14 binçavkiriyên li Êlihê dest pê kir
17:05 Polîs û bekçî li Mêrdînê tundiyê li welatiyekî kirin
16:51 Têkoşerê kurd Vedat Aydin hat bibîranîn |
16:08 Hatîmogûllari di ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ de got: Rêzê ji bo hilbijêran bigirin
15:51 Li pêşiya girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’ hat lidarxistin
15:21 Erdogan ji bo Esad got ‘dibe di carekê de em vexwînin’
14:36 Gelek leşker û wesayîtên zirxî sewqî Amediyeyê hatin kirin
14:08 Li Meletiyê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:20 Rapor: Li qawîşa ji bo 28 kesan 40 kes tên ragirtin
12:47 Di bagera li Çînê de 5 kes mirin
11:19 Li Zapê ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’
11:10 JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya hezîranê parve kir: 37 jin hatin qetilkirin
10:41 Malbata jina bi awayekî guman mirî: Hevjînê wê tundî lê dikir, divê bê girtin
10:18 Weke polîtîkayeke dewletê êrişên li dijî cenaze û goristanan
10:01 Ji bo 8 bajaran hişyariya barînê hat kirin
09:52 Hejmar nû ya kovara Jinê derket
09:50 Bi rojaye di rê de ne: Dê meşa me bi serkeftinê tacîdar bibe
09:32 Qeyûman parkên Şaredariya Cizîrê jî dewr kirine
09:24 Parêzer Sumelî: Hinek girtiyên jehrî bûn nebirine nexweşxaneyê
09:05 Cerdevanên ku naxwazin tev li operasyonê bibin çekê datînin
09:04 Ji ber gefa sîstematîk a gardiyanan di greva birçîbûnê de ye
09:02 Ji bo qada parkê ya tehsîsî midûriyeta polîsan hat kirin biryara 'rawestandina rêvebirinê'
09:01 Terkexemiya geştiyaran Newala Qoriyê di nava gilêş de hiştiye
09:01 ROJEVA 7’Ê TÎREMAHA 2024’AN
06/07/2024
22:51 Di nobeda li dijî qeyûm de banga 'rêzê li vînê bigire'
20:09 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' hefteyek li dû xwe hişt
19:46 Li Silopiyayê li dijî xespkirina vînê meş
19:16 DFG û MKG: Em ê her li dû heqîqetê bin
17:09 Jinên femînîst li Geverê ne: Em ji qeyûman re dibêjin na
16:23 Zaroka ku ji ber germa zêde kete avê xeniqî
16:08 Ji bo girtiyên nexweş Nebîoglû û Yildirim bang hate kirin
16:05 Onder di çalakiyan mexdûrên erdhejê de ye: Divê berpirsyar hesabê bidin
15:36 Faîlên Mîhyaz û Aslan hatin pirsîn
15:32 Konseya Bajêr a Amedê piştî 8 salan cara ewil civiya
15:04 Li Girêşiyê şewat derket
14:25 Tûncel: Weke jin divê em li dijî qeyûman rêyên têkoşînê ava bikin
14:15 Dayikên Şemiyê aqûbetên Aksoy û Cîngoz ên hatine windakirin pirsîn
12:18 Bayindir: Ev meş li dijî dagirkirina Kurdistanê ye
11:39 Prz. Temûr: Cezayên li rojnamegeran birîne ne hiqûqî ne lê siyasî ne
11:34 Dewleta tirk gundekî Dihokê topbaran kir: Gelek xaniyan zerar dît
11:19 Cîgirê Serokê Ocaxên Ulkuyan gef li rojnamevanan xwar
11:09 Meş di roja 7’emîn de ye: Bila kes ji qeyûman re bêdeng nebe
11:03 Malbatên windakiriyan Vedat Aydin bi bîr anîn: Em faîlan nas dikin
10:40 Penaberên Li Dîlokê: Em naxwazin bibin berxê nav devê gur
10:38 Li Bilêxşê dorpêç: Gundî li mizgeftê komkirin bi ser malan de digirin
10:23 Gel bertek nîşanî gotina nijadperest a stranbêj Benguyê da
10:13 Ji Mala Dengbêjan re eleqeyeke mezin
10:06 HDK’ê ji bo karkeran ‘Bernameya Dibistana Havînê’ da destpêkirin