Li şûna darên ku tên birîn kaleqol û qereqol tên avakirin

  • rojane
  • 09:21 20 Tîrmeh 2024
  • |

ŞIRNEX - Li çiyayên Gabar, Cudî û li herêma Bestayê birîna daran ku hatiye destpêkirin didome. Di dîmenên ku hatine kişandin de bi deste cerdevanan ekolojiya herêmê çawa tê hilweşandin careke din radixe ber çavan. Li şûna qadên dar lê tên tunekirin jî kalekol û qereqol tên avakirin. 

 
Li çiyayên Gabar, Cûdî û Çilnimêja, li herêma Besta yên Şirnexê sê sal beriya niha birîna daran ku ji aliyê cerdevanan ve bi fermana fermandariya qereqolan hatiye destpêkirin, didome. Di van sê salên dawî de li herêmê yek dar nehate hiştin ku di bin siya wê de mirov rûnên. Li herêmên ku birîna daran sê sal in lê didome darên kezwan, gihûşk, gûz, tû û gelek darên ku di heman demê de çavkaniya debarê ya şeniyên herêmê ne tên tunekirin. Di nava 6 salên dawî de li herêmê ji sedî 8’ê qada daristanê hatiye tunekirin. Li deverên ku dar lê tên talankirin li aliyekî birîna daran didome li aliyekî din jî kalekol û qereqolên nû hatin çêkirin. Di sala 2021'an de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî û Walitiya Şirnexê ve bi ser navê "Projeya Konsepta Ewlehiyê" tenê li Çiyayê Cudî 22 kuleyên leşkerî hatin avakirin. Li Besta û Gabarê jî heman konsept xistine dewrê û tê payin ku li Gabarê jî 20 kuleyên nû bên avakirin. Qadên birîna daran heta navçeya Elkê ya Şirnexê çûye. Niha jî li herêma Komatê û Xabûr 2 yên bi ser navçeya Elkê ve birîna daran hatiye destpêkirin. 
 
LI 68 DEVERÊN BESTAYÊ TALAN HEYE
 
Li deverên Girêsêvê, Baçûka, Çemê Mezin, Girêheliziyê, Şehrewan, Piştreşo, Kenîya Rengîn, Çala Fileyan, Nizarê Kuştîyan, Kenîya Kurta Dizan, Besta Warên Şeref, Kemaloga, Zirvî, Deşt Kîxê, Piha, Girê Gavan, Çala Tehla, Nizarê Elî Sorkê, Nala Kitkê, Qaranîs, Cinîwer, Kenîyamîr, Rîsor, Çemê Benê, Rêrêqut, Banga, Xaşîxan, Girêqirsîn, Bindarîn, Xargirê û Belûzê, Dehlabî, Heştan û Zorova yên bi ser herêma Bestayê ve birînda daran hatiye destpêkirin û li van deveran yek dar nehatiye hiştin. Li 68 qadên li herêma Bestayê birîna daran didome. 
 
ÇIYAYÊ CÛDÎ TÊ WÊRANKIRIN
 
Li Deriyê Çirçiro, Çala Nêriyan, Avreşka, Xera Pîno, Duguhka, Deriyê Cebrail, Çalazêrê,Biliga, Girêçolya, Sorbitnê, Hesena, Gera Mihetnê, Gilindor, Gundikremo,Dehlabî, Heştan û Zorova  û gelek deverên din ê bi ser Çiyayê Cûdî ve jî gelek qad dar lê hatine birîn û ji bo leşkeriyê hatine vekirin û van deveran ber bi çolbûyinê ve dibe. Li Çiyayê Cûdî tevî birîna daran jî ji ber kanên komirê jî av tê qirêjkirin û av û kanî tên tunekirin. 
 
GABAR BOST BI BOST TÊ TUNEKIRIN 
 
Li Çiyayê Gabarê jî birîna daran ku hatibû destpêkirin hê jî hê jî didome. Li deverên Zivîng, Deştlala, Çiyayê Bizina, Dara, Zêwê, Bertûl, Meydîn ên bi ser Çiyayê Gabarê ve jî bi salane birîna daran lê didome. Bi giştî 37 gundên li Çiyayê Gabarê ji salên 1990'î ve heta niha qedexekirî ne. Niha jî li Çiyayê Gabarê di bin navê “lêgerîna neftê" de bost bi bost tê tunekirin. Zindiyên ku nifşê wan ber bi xelasbûnê ve diçe jî bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ne. Li herêmê kevir li ser kevir nehatiye hiştin. Ji aliyekî ve dar tên birîn û ji aliyekî ve jî bi teqandina dînamîtan tat û çiyayên li herêmê tên rûxandin.  
 
HER KES BÊDENG E 
 
Herêmên ku talankirina xwezayê lê didome, bi biryara walîtiyê her ji 15 rojan carekê jî li sivîlan tên qedexekirin. Li herêmê hilweşandin û talankirina xwezayê her çend berdewam bike jî li dijî vê qirkirinê bêdengiya tevgerên ekolojîk jî didome. Lê balkêş e ku li gelek deverên herêmê qirkirina daran dewam dike, lê belê bêdengiya Midûriyeta Daristanê ya Şirnexê ya li ber vê yekê dewam dike. Midûriyeta ku di van sê salan de ji bo pêşî girtina li birîna daran xebatek nedaye meşandin li dijî birîna daran heta niha helwestek nedaye nîşandan û bi hin daxuyaniyên xwe birîna daran rewa dide nîşandan. 
 
DÎMENÊN TALANÊ
 
Li herêmê cerdevanên ku rêbazên birîna daran guhertine vê carê jî wesayitên kar bikar tînin û daran ji kokê radikin. Di dîmenên ku hatine kişandin de careke din talankirina xwezaya li herêmê radixe ber çavan. 
 
MA / Zeynep Durgut 
 

Sernavên din

14/08/2024
10:34 Serdagirtina dawetê: Te çima strana ‘Hinê li teştê kin’ gotiye!
10:16 Hevşaredara Avkevirê Dûman: Pratîka Bûdak xiyanet û teslîmiyet e
10:15 Bayindir: Ya ku li ber têkçûnê ye ne têkoşîna kurdan e, polîtîkayên AKP’ê ye
09:53 Ji SES'ê semînerên tenduristiyê yên bi zimanê dayikê
09:52 Dayikên Aştiyê: Tecrîd û şer îstiqrarê naynin
09:33 Ji rewşa kurê xwe yê di hucreyê de tê ragirtin fikaran dike
09:21 Li Colemêrgê di mehekê de 50 dikan hatin girtin
09:00 Têkoşîna Egîd pêşengiya bi milyonan kesî kir
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Li Meletiyê otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 jê giran 14 kes birîndar bûn
08:13 Cenazeyê Aktaş gihîşt Meletiyê
13/08/2024
22:28 Li Şirnexê gelek dever hatin qedexekirin!
22:06 Piştî 55 rojan cenazeyên wan hatin veşartin
20:13 2 cenaze radestî malbatên wan hatin kirin
16:38 Weşanxaneya Aramê 16 pîrtûk çap kir
16:29 Jin di kargeha ‘şerê taybet’ de li hev civiyan: Em ê serê xwe netewînin
16:14 Zarokê ku ji zinar ve ket xwarê mir
16:13 Tedawiya karkerên ku di teqînê de birîndar bûbûn didome
15:57 Li Xezeyê hejmara miriyan derket 40 hezaran
15:36 Waliyê Kerkûkê Taha mazbataya xwe wergirt
15:31 Eşîrên ereb êrişên rejîmê şermezar kirin: Em bi HSD’ê re ne
14:58 Artêşa tirk êrişî gundê Efrînê kir
13:16 Endamê Koma Aştiyê Aktaş ber bi Meletiyê ve hate oxirkirin
11:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:00 Li Sêwazê erdhej çêbû
11:00 Jinên Iraqî û êzidî: Guhertina Qanûna Rewşa Şexsî êrişeke li dijî mafên jinan e
10:45 Li Agiriyê efsûniya zeviyên gulberojan
10:17 Şahîn a bi îdiaya ‘êrişa bi beroş-exlewîkê’ hatibû girtin tehliye bû
09:51 Li restoranta HD Îskender astengkirina kurdî: Mişterî aciz dibin!
09:50 Dê hewa ji dereceyekê heta 3’yan germtir bibe
09:49 Şêniyên Xanika Jêr: Em dixwazin meseleya qenalîzasyonê ya gund bê çareserkirin
09:04 Cara ewil li Marsê rezervuara avê hate keşfkirin
09:03 Waniyan bertek nîşanî krîzê da: Bila bes ji me re çîrokan bibêjin
09:02 Rojanmeger Îbrahîm: Planên Tirkiyeyê yên ji bo Kerkûkê têk çûn
09:01 Girtiyê ku çavên wî nabînin di hucreyê de bi tenê tê ragirtin
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2024'AN
08:48 Li sê bajaran gelek kes hatin binçavkirin
12/08/2024
23:32 Berxwedana li dijî qeyûm didome
22:52 Endamê Koma Aştiyê Aktaş jiyana xwe ji dest da wê li Meletiyê bê definkirin
21:36 Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriyê şandeyek şand Dêrazorê
18:59 Şaredariya Amedê dê ji bo kurdî termînolojiya hevpar çêke
16:54 Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan
16:52 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Dawî li tecrîdê bînin
15:36 Li Silopiyayê teqîn çêbû
15:16 Meclis dê ji bo Can Atalay bicive
15:10 Li Dêrazorê di êrişa hêzên Şamê de 14 kes birîndar bûn
15:08 Platforma Jinan a Enqereyê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafên xwe bidome
14:42 Sirri Sakik: Alî Budak xiyanetê li gelê Avkevirê kir
14:33 Hevserokên TEV-DEM’ê yên nû diyar bûn
14:09 Rêxistinên gelek bajar û navçeyan ji TÎP’ê îstîfa kirin
13:05 Wezîr Tunç ji bo girtiyên nexweş got: Di destê me de dane tune ne!
12:50 TJA: Divê hemû jin û dinya piştevaniya êzidiyan bike
12:25 Hêzên Îranê kolberek din kuştin
12:14 Rejîma Îranê cezayê hepsê da 2 rojnamegeran
11:50 Kesên di serdegirtina dawetê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:40 Endamê Meclisa Gel a Dêrazorê: Em li cem HSD’ê şer dikin
10:52 TUÎK: Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 305 hezar kesan
10:48 Li Nîjerê ji ber şiliyê hejmara miriyan derket 94 kesî
10:22 Di êrişên Dêrazorê de 2 sivîl birîndar bûn û xesar gihîşt gelek malan
10:14 Cîgirê serokkomarê Îranê Zerîf îstîfa kir
09:09 Cotkarên petêx û zebeş: Heke wiha bidome em ê dev ji cotkariyê berdin
09:09 TÎHEK’ê serlêdana der heqê Soylu de red kir
09:08 Berxwedana Hesandînê didome: Ji xwe re xeyalan çênekin, ev hêj destpêk e
09:07 Nehiştin parêzerê li dijî lêgerînê derketî bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bike
09:02 Li Girtîgeha Şirnexê axaftina bi kurdî hat qedexekirin!
09:01 Meteorolojiyê ji bo Serhed û Behra Reş banga hişyariyê kir
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘24 saet bû 40 sal’ derket
11/08/2024
23:59 Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Depê bi coş dawî bû
23:59 Belgefîlma ‘Li Kurdistanê mij û şev’ hate nîşandan
23:42 Li Çiyayê Pîremegrûnê şewat derket
23:36 ‘Gef û biçûkxistina li dijî êzdiyan divê were astengkirin’
23:17 Amedspor ji deplasmanê bi yek puanê ve vegeriya
22:58 Zaroka ketiye golê jiyana xwe ji dest da
21:55 Tevgera Azadî: Îradeya gelê Kerkûkê bi ser ket
20:24 Serdana birîndarên Dêrazorê hate kirin
20:11 Beriya maç were lîstin ‘amedspariyên biforma’ hatin binçavkirin
19:54 ‘Divê em xwedî li çand û ziman derkevin’
19:12 Bakirhan: Heke aştî nebe ne nan ne jî edalet dibe
19:09 Ji KCD'ê hişyariya PDK'ê: Em ê destûr nedin hûn êzidiyan qurbanî berjewendiyên xwe bikin
18:51 Ji Foza Yûsifê banga diyalogê: Çareserî di destê sûriyeyiyan de ye
18:33 Li herêma hatiye bombebarankirin şewat derket
18:21 Ji Îmamoglû hişyariya Çewligê: Erdheja bi pileya 7 û jortira wê tê payîn
17:29 Nexweşê nav cihan dema hate binçavkirin krîza dil derbas kir
17:15 Meclis dê bi awarte bicive
15:54 Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê rastiyan berevajî dike
15:40 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kir
15:37 Xizmên girtiyan tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
14:52 Berdevkê YNK’ê Pîre têkildarî Kerkûkê daxuyanî da
14:13 Li pêşiya mala Bayrak a hatiye qetilkirin bang kirin: Em bêçare nînin
13:43 Li Manîsayê qeza: 4 kes mirin
13:43 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
12:45 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
12:29 Di nava 11 salan de 407 karkerên xurekan jiyana xwe ji dest dan
11:58 Turk Telekomê ji bo înternetê zem kir
11:00 Şewata li Salihliyê didome
10:28 DEM Partî: Xetereya komkujiyeke nû li ser êzidiyan heye
10:26 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:16 Pasûrî li Hasandînê li ber xwe didin
10:16 Li Stenbolê bi ser dawetê de hate girtin