Sirri Sakik: Alî Budak xiyanetê li gelê Avkevirê kir

  • rojane
  • 14:42 12 Tebax 2024
  • |

AGIRÎ - Parlamenter Sirri Sakik di daxuyaniya têkildarî îstîfaya Hevşaredarê Avkevirê Mehmet Alî Budak de axivî û got: “Tu bi dengê gel hatî hilbijartin lê te îxbara gel kir, te xiyanetê kir. Tu yê çawa derkevî nava vî gelî?” 

Rêxistina DEM Partiyê ya Bajarê Agiriyê der barê Hevşaredarê Navçeya Avkevirê Mehmet Alî Budak de ku ji partiyê îstifa kir, li ber avahiya DEM Partiyê ya Navçeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên "Bimire Îxanet" û "Hevserokatî xeta me ya sor e" hatin vekirin û dirûşmeya "Bimire Îxanet" hat berzkirin. Bi sedan welatî û rêveber û parlamenterên DEM Partiyê yên Agiriyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di kêliya ku daxuyanî dihat dayîn de anonsa şaredariyê hat vekirin û welatiyan bi çepikan bertek nîşanî vê provokasyonê da. 
 
'KETIYE NAV TEVGERÊIN DIJEHLAQÎ’ 
 
Hevserokê Navçeya Avkevirê yê DEM Partiyê Faruk Tekgul li ser navê girszeyê daxuyanî da û got: "Di pêvajoya namzetiyê de vî kesî li ser şeref û rûmeta xwe sond xwar ku ew ê li gorî hemû hesasiyetên partiyê tev bigere, pergala hevserokatiyê qebûl bike û bi nirxên exlaqî yên partiyê re girêdayî bimîne. Budak piştî ku hat hilbijartin, di bin pêşengiya hêzên qirêj û li gorî berjewendiyên xwe yên şexsî de, kiryareke bêexlaqî kir. Wî dest bi karên cuda kiriye ji ber ku nêzîkatiya DEM Partiyê ya ji şaredariyê re wekî astengî li ber berjewendiyên xwe yên şexsî dibîne.
 
GEFA KUŞTINÊ LI HEVŞAREDARA JIN XWARIYE!
 
Tekgul da zanîn ku piştî hilbijartinê tişta ku ewilî Budak kiriye xwestiye berê gel bide hev û ji bo ji DEM Partiyê biqete serî li rê û rêbazên xayîn sistiye. Tekgul diyar kir ku Budak ji ber ku pergala hevserokatiyê qebûl nekiriye bi rêya birayê xwe gefa kukştinê li hevşaredara wan Cemîle Duman xwariye û got: “Bi van gefan bêhediyê kiriye. Diyar e ku daxuyaniya xwe bi kîjan niyetê nivîsandiye. Hemû gelê Avkevirê jî dizane ku ev kes nikare bi tena serê xwe daxuyaniyek wiha binivisîne.” 
 
‘EM LÊBORÎNÊ JI GELÊ XWE DIXWAZIN’ 
 
Tekgul anî ziman ku ji bo wan pêşbîniyek ku bi vî rengî biqewime wê çêbibe nedîtine ew wek rêxistina navçeyê lêborînê ji gelê navçeyê dixwazin û got: “Em li ber gelê xwe yê birûmet xwerexne dikin. Em ê ji niha şûn ve jî her daîm ji bo gelê xwe li ber xwe bidin û destkeftiyên gelê xwe biparêzin.” 
 
‘TU YÊ ÇAWA DERKEVÎ NAV GEL?’
 
Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik axivî û bi bîr xist ku ew bi kedeke mezin di hilbijartinê de bi ser ketin û wiha got: “Tu bi dengên vî gelî hatin hilbijartin, lê we îxbara vî gelê kir û we xiyanetê li gel kir. Tu yê çawa derkevî nava vî gelî? Tu û yên ku pişta xwe pê germ dikî, me baş nas dikin. Heke bi te re exlaq û wijdan hebe tu yê îstîfa bikî. Me 3 şaredarî bi dest xistin û bi van şaredariyan em di xizmeta gelê xwe de ne. Beriya hilbijartinê te digot, ‘ez neviyê Şêx Seîd û Seyîd Riza me, lê îro tu kurê xiyanetê yî û tu yê wisa werî bibîranîn.” 
 
‘EM TE NAS NAKIN’ 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Necla Demîr jî axivî û destnîşan kir ku yên ku îradeya wan nas nekin ew jî wan nas nakin û got Budak xiyanetê li hemû gel kiriye. 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag jî got: “Kesek ku ji bîr û baweriya civakê dûr e, îradeya gel desteser kir. Em ê vê xiyaneta te tax bi  tax, kolan bi kolan û mal bi mal bigerin û li rûyê te bixin.” 
 
Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

15/09/2024
11:58 Li bajarên Rojhilat greva giştî dest pê kir
11:26 Hêzên rejîma Îranê zarokekî 12 salî qetil kirin
11:25 Ji jinan kampanyaya '6284'ê: Heke baş bê bikaranîn dê cînayet kêm bibin
10:33 Rapor: Di êrişan de 81 zarok hatin qetilkirin
10:28 Konseya Ewropayê wê 'mafê hêviyê' gengeşe bike: Ger Tirkiye gavê navêje wê barê fatûreyê giran be
10:28 Kovara Jinê bi dirûşma ‘Em rê nadin faşîzmê’ derket
10:27 Erkmen ê gund bi gund çîrokan kom dike dest bi projeyeke nû dike
09:55 Texrîbata li Geliyê Godernê didome: Divê xebatên bendavê bidin sekinandin
09:36 Dozgerî xwest 10 zarokên xespkirina îradeyê protesto kiribûn bên cezakirin
09:27 Bangawazî: Li dijî êrişên Tirkiyeyê deng derxin!
09:05 Jinên li çar parçeyên Kurdistanê: Bi ruhê 'Jin Jiyan Azadî' dakevin qadan
09:04 ‘Em bi guhertina etîketan re nagihin’
09:01 Serhildana Jin jiyan azadî: Em berxwedana 16'ê Îlonê li 365 rojan belav bikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÎLONA 2024’AN
14/09/2024
19:02 Li Colemêrgê qadên jiyanê hatin bombekirin
16:38 Nobeta Edaletê ya li Meclisê ket roja 24’an
16:30 Danezana Konferansa Jinan: Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê ya jinan di Rêya Sêyemîn de bilind bikin
16:28 Têlên kevn careke din şewat derxistin
15:36 Kesên di protestoya DEDAŞ’ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:35 Li Efrînê welatî hatin revandin, dar hatin birîn
15:06 Di ‘Rûniştina F’yê de azadiya Îsmaîl Tuzun hate xwestin
14:56 Hate xwestin ku ‘Kaya yê jiyana wî di bin rîskê de’ bê berdan
13:57 Dayikên Şemiyê aqûbeta windayê ewil ê 12'ê Îlonê pirsîn
12:59 Pirtûka di komkujiya ermenan de bal dikêşe ser rola Ewropayê ji Aramê derçû
12:50 Li çar bajaran çalakiya windakiriyan: Em ê dest jê bernedin
12:37 Hatîmogûllari: Pêdiviya me bi hevkariya hêzê heye
12:15 Sewqiyata leşkerî ya ji bo Kurdistana Federe didome
11:19 Rejîma Îranê derhênerekî kurd binçav kir
10:43 Li Stenbolê 6 kes hatin girtin
10:32 Salîh Muslim: Dîrok li Kobanê hate guhertin
10:31 Li Şirnexê 41 kes ji IYI Partiyê îstîfa kirin
10:26 Li girtiyan îşkenceya 'rewşa nebaş': Di salekê de berdana 426 girtiyan hatiye astengkirin
10:18 Bakirhan: Em bi rêxistinkirineke xurt dikarin bibin partiyeke bihêz
10:08 'Penaber doza mafê darizandina adîlane dikin'
10:00 Ji Omer Ocalan banga 13’ê cotmehê: Divê Tirkiye tecrîdê rawestîne
09:41 Qedexekirina zozanan û lêçûnên zêde sewalvaniyê diqedîne
09:16 Ciwan wê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin: Em ê her cihî bikin qada berxwedanê
09:14 Hasandînî: Armanca madenê tunekirina erdnîgariya kurdan e
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2024'AN
08:17 Di lêpirsîna Narîn Guranê de kesekî din hate girtin
13/09/2024
23:39 Li Peyasê hevdîtina keda jinê
23:37 Li Wanê bernameya ‘çîrokên muzîkal’
18:00 Tevî ku sewqa wî heye jî girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
16:24 Ji Wezîrê Dadê daxuyaniya Narînê: Wê lêkolîna Tiba Edlî dirêj bidome
15:55 Bavê Jîna Emînî: Em ê keça xwe bi merasîmekê bibîrbînin
15:31 Serokwekîlê Koma CHP’ê serdana Emîne Şenyaşar kir
15:23 Ji bo biryara Abdullah Ocalan bang li Komîteya Wezîran kirin
14:36 Di xebata drenajê ya girtîgehê de girtiyekî jiyana xwe ji dest da
14:35 Bahoza Yagî: Hejmara miriyan herî kêm bû 280 kes
14:34 Personelên MARSU’yê li walîtiyê hatine peywirdarkirin!
14:33 Di windakirin û lêpirsîna Narîn Guran de çi qewimîn?
13:34 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê sînema û şanoya bêpere pêşkeş bike
13:09 Li Şirnexê gelek herêm dîsa bo 15 rojan hatin qedexekirin
13:02 Serokê Baroya Amedê tiştên têkildarî lêpirsînê dihatin mereqkirin bersivand
12:20 Dozgerî xwest rojnameger Kizilkaya û Çaralan bên cezakirin
12:00 Şaredariya DEM Partiyî Narîn Guranê da parkekî
11:34 Danişîna Dayikên Şemiyê ji bo mutalayê hate taloqkirin
10:57 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:34 Pêşengeha ‘Pirtûkxaneya Bêsînor’ li benda ziyaretvanan e
10:11 DEM Partî dê giliyê kesên nepeniya lêpirsînê binpê kirin bike
09:58 Li midûriyeta polîsan tacîz: Polîsên mêr kincên wan ji wan kirin û dîmenên wan girtin
09:56 Agirê ‘azadiyê’ ku hat pêxistin her ku diçe geş dibe
09:45 Şewata li Mûşê hate vemirandin
09:43 Kuçukbalaban: Abdullah Ocalan muxatabê herî watedar ê pirsgirêka sedsalî ye
09:41 Kanar: Bicihanîna ‘Mafê hêviyê’ yê Ocalan dê bi xwe re demokrasiyê bîne
09:18 ‘Gelê Mexmûrê ne xiyanetê ne jî teslîmiyetê qebûl nake'
09:01 Ji mexdûrên erdhejê xwestin ku xaniyên prefabrîk vala bikin
09:00 Mutebeqeta Enqere-Bexdayê: Gefeke mezin e
09:00 Li Bestayê darên sedsalî yên hatine birîn ji nû ve şîn dibin
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2024'AN
08:22 Di lêpirsîna kuştina Narîn Guran de 8 kesên din jî hatin girtin
12/09/2024
23:59 Girtiyê 71 salî roja wê bihata berdan jiyana xwe ji dest da
22:52 Lê pirsîna der barê kuştina Narîn Guranê de: 9 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin
20:56 Di lêkolîna biyolojîk a Narînê de DNA’yek cuda nehat dîtin
19:39 Cenazeyê jina ku 5 meh bûn windabû hat dîtin
16:26 Protestoyên 12'ê Îlonê: Feraseta derbekar bi rejîma yekperest didome
16:02 Li Şirnexê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes bi giranî birîndar bûn
16:01 Emîne Şenyaşar xwest kurê wê yê girtî were berdan
15:48 Şaredariya Mêrdînê ji bo jinên rastî tundiyê tên protokola alîkariya edlî mohr kir
15:40 Doza kuştina 5 kesên ji Herêma Kurdistanê hate taloqkirin
15:26 Zarokê motor diajot di qezayê de jiyana xwe ji dest da
15:26 Dayika zarokê li Qursa Qur’anê hatiye tacîzkirin: Sedema wê polîtîkayên necezakirinê ne
14:43 Berdana SGDF’iyan hate xwestin
14:41 Danişîna parêzer Ozbey ji bo mutalayê hate taloqkirin
14:40 Di 6 rojan de li Efrînê 19 welatî hatin revandin
13:53 Di doza Zeydan de biryara keşfê
13:35 Keleha Xoşabê hate ronîkirin
13:20 Wezîr Tunç têkildarî Narînê daxuyanî da
13:05 Li Stenbolê ji hêzên demokrasiyê re banga ‘Meşa Azadiyê’ hate kirin
13:05 Bayindir: Em ê li gel sedhezaran îradeya çareseriyê raber bikin
12:57 Ji ÎHD’ê daxuyaniya 12’ê Îlonê
12:40 Li pêşiya Girtîgeha Hejmar 5’ê bang kirin: Bi 12’ê Îlonê re hevrû bibin
11:59 Li Bismilê ‘Rojên Fîlman’ dest pê dike
11:47 Serpêhatiyên xwe yên 12’ê Îlonê vegotin: AKP li paş faşîzma 12’ê Îlonê ye
11:29 Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan serdana Hewlêrê kir
11:22 'Ger sendîka û rêxistinên pîşeyî tevnegerin wê rewş xirabtir bibe'
11:21 Ji jinên banga 16’ê Îlonê
11:17 Platforma Saziyên Demokratîk: Em di 13’ê cotmehê de ji bo ‘azadiyê’ li Amedê kom dibin
10:39 Li Vîetnamê bîlançoya Bagera Yagî 197 kes mirin, 128 kes winda ne
10:37 Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edalet, wê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bike