Bayindir: Xelasî di rêxistinbûyînê re derbas dibe

SÊRT - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê li kongreya partiya xwe ya Sêrtê axivî, wiha got: “Rêya xelasiyê ya gelê kurd di rêxistinbûyînê re derbas dibe.”

Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Sêrtê 1’emîn Kongreya xwe ya Awarte li eywaneke dawetê li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û gelek kes beşdarî kongreyê bûn. Li eywana ku kongre lê hate lidarxistin pankarta “Bi civaka rêxistinbûyî ber bi jiyaneke azad ve” hate daliqandin.  
 
TÊKOŞÎNA RÊXISTINBÛYÎ HATE DESTNÎŞANKIRIN 
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, qala girîngiya rêxistinbûyînê kir û wiha got: “Berxwedana gelê kurd ji cîhanê re pêşengtiyê dike. Yek ji van jî felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ ye.” Saritaş, bal kişand ku tecrîd bi awayekî girankirî berdewam dike û anî ziman ku israra di tecrîdê de israra di polîtîkayên şer de ye. 
 
‘EM BERXWEDANA GELAN AVA BIKIN’ 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku berxwedana Jîna Emîniyê ji gelên cîhanê re bû hêvî û da zanîn ku gelê kurd bi polîtîkayên zextê re rûbirû ye. Bayindir, axaftina xwe wiha domand: “Ev zext bi sedan salan e, berdewam dike. Gelê kurd, di tu serdemên dîrokê de li dijî van zextan serî netewand û natewîne. Ji Plana Şark Islahatê heta niha winda kirin. Heta îro tu desthilatan bi zilmê serkeftin bi dest nexistine. Rojhilata Navîn veguheriye qada şer. Bêdengiya li dijî zilma li gelê kurd tê kirin xwe li dijî zilma li gelên din tê kirin jî nîşan dide. Ji ber vê yekê, em berxwedana gelan ava bikin.”
 
‘NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ ÎMRALI YE’ 
 
Bayindir, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Navnîşana çareseriyê Îmrali ye. Lê çareserî bi salan e di bin tecrîdê de ye. Rêya azadî û aştiyeke birûmet di rakirina tecrîdê re derbas dibe. Heke mûxalefet aştiyeke birûmet bixwaze, daxwaza wan a azadiyê hebe divê li dijî tecrîdê helwestekê bigirin. Ev ne tenê meseleya kurdan, meseleya herkesê ku daxwaza wan a azadî û aştiyeke birûmet heye ye. Divê gelê kurd jî di nava xwe de bibe yek û berxwedana xwe mezintir bike û hêza xwe ya lêgerîna çareseriyê nîşan bide. Di pergala nû de sîstemeke nijadperest û faşîst tê avakirin. Ev pergal pergaleke dijminê mirovahiyê ye. Wêneyê li Xelatê hatiye kişandin tabloya şermê ye. Di vê tabloyê de komkujî, înkar, xiyanet, faşîzm û gelek tiştên din hene. Lûtkeya dijminatiyê ya gelê kurd. Ew wêne, wêneyê kontrayan e. Dijminê gelê kurd kî hebe li wir ji xwe re cih dîtiye.”
 
‘XELASÎ DI RÊXISTINBÛYÎNÊ DE YE’ 
 
Bayindir, diyar kir ku reya xelasiyê ya gelê kurd di rêxistinkirinê re derbas dibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Desthilata AKP’ê ya 22 sal in desthilat e dê biçe, berxwedana gelan dê were. Li gel wan dê amûrên wan jî biçin. Em di pêşengtiya jinan û ciwanan toreke berxwedanê ava bikin. Em xwe bi rêxistin bikin û bi rêxistinbûyîna xwe pêşerojê ava bikin. Gelê kurd li her qada ku lê ne divê rolekê û berpirsyartiyekê bigirin. Em ji PDK’a ku Başûr veguherandiye qada komkujiyê re bibin bersiv. Em vê zilmê qebûl nekin. Roj roja serî rakirinê ye. Divê herkes tişta dikeve ser milê wî pêk bîne.”
 
Piştî axaftinên hatin kirin, ji hevserokatiyê bajêr re Mûazez Bûlga û Mûsta Dayanan hatin hilbijartin.
 
Kongre bi gerandina govendê re bi dawî bû. 
 

Sernavên din

17/10/2024
09:00 ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2024’AN
08:43 Ji bo 11 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin
08:43 Onder bi Nasiroglû re hevdîtin kir: Bingeha pêşmutabeqetê hate amadekirin
16/10/2024
21:01 Ji Baroya Wanê der barê Rojîn Kabaîş de daxuyanî
18:28 Yerlîkaya: 187 kesan bandor ji erdhejê girtiye
17:59 Rojnamevanên li Silopiyayê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:54 Starta Fûara Pirtûkên Kurdî hate dayîn
16:33 Komeleya Ekolojiyê ya Wanê hate vekirin
16:21 Lîstika ‘Sê Ezezok’ zarokên Şemrexê kêfxweş kir
16:15 Jin ji bo Kabaîşê bêdeng meşiyan: Em ê kujerên wê bibînin
16:14 Ozgur Ozel dê serdana Demîrtaş bike
16:08 Hevdîtina rojnameger Ezîzî ya bi malbat û parêzer re tê astengkirin
16:07 Li Xarpêtê ji ber erdhejê 94 kes birîndar bûn
15:44 Doza Dînk ji bo parastina Yilmazer cara dawî hate taloqkirin
15:37 Karkerên Fernasê di nava barîkatan de çalakiya xwe didomînin
15:04 Xwendekarên Yuzuncu Yilê ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan
15:03 Bavê Rojîn Kabaîşê: Ne întîhar e cînayet e
15:01 Hevdîtina Erdogan û Barzanî dest pê kir
14:54 Dr. Yavîç ê ku daxilî otopsiya Kabaîş bû: Divê pêvajo bi zelalî were birêvebirin
14:37 TFF: Stadyûma Amedsporê ji bo lîstikê û tenduristiya lîstikvanan guncav nîne
14:03 Mûstafa Karasu: Silavdayîna Bahçelî jî parçeyeke siyaseta şerê taybet e
14:03 Dermanên girtiyê nexweş nedanê
14:02 Endamê RTUK’ê Îpekyuz: Betalkirina lîsansa Açik Radyoyê neheqî ye
13:22 Nobeta Dayikên Aştiyê di roja duyemîn de ye
13:19 Îdianame 8 meh piştre hate amadekirin lê dadgehê qebûl nekir
13:02 Li Amedê hevşaredar piştî erdhejê daketin qadê
12:56 Ji Wezîrê Karên Navxweyî daxuyaniya erdhejê
12:53 BES-AR: Sînorê birçîtiyê di mehekê de ji sedî 3,99 zêde bû
12:41 Rêxistinên çapemeniyê: Dest ji hedefnîşandana rojnamevanan berdin
12:39 Daxuyaniya piştî erdhejê: Erdhejoka erdhejên 2023'yan e
12:03 Karkerên Fernasê hatin berdan
11:38 Êrişî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê kirin
11:29 Kosen ê parsûyên wî hatin şikandin: Ez berxwedana dayikan silav dikim
11:03 Li Meletiyê bi pileya 5.9 erdhej çêbû: Gelek bajar hejiyan
10:57 Tê payîn binçavkiriyên li Silopiya sewqî edliyeyê bên kirin
10:50 Dayikên Aştiyê: Dê têkoşîna me bidome
10:39 Li Amed û Meletiyê gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Dadgeha Îstînafê îtîraza doza êrişa ewilî ya li dijî malbata Dedeogûllari red kir
09:59 Karker dê di 20’ê cotmehê de li Kartalê bin: Çareserî di têkoşîna yekbûyî de ye
09:34 Ji Yenî Yaşamê berteka li dijî sansurê
09:34 Cenazeyê Rojîn Kabaîş hate definkirin
09:33 Dîwarên betonî û kûleyên leşkerî bi navê jiyanê tiştek nehiştine
09:01 ‘Divê jin bi hev re têbikoşin'
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2024'AN
08:47 Encumenê AKP’ê yê ku jinên kuştî tawanbar kiribû îstîfa kir
08:40 Nobeta Dayikên Aştiyê didome: Leşkeran betaniye avêtin çopê
08:18 Rapora pêş otopsiya Rojînê nedan Baroya Wanê
08:02 3 jê rojnamevan 22 kes di binçavan de ne: Parsûyên Hevserokê DEM’ê şikandin
15/10/2024
18:22 Cenazeya Rojîn Kabaîşê anîn ATK’ê
16:33 Fûara Pirtûkên Kurdî ya li Êlihê sibê dest pê dike
16:18 Cenazeyê Rojîn Kabaîşê hate dîtin
16:17 Li Şemrexê ‘Pêşbaziya Dimsê’ hat lidarxistin
16:14 Dayikên Aştiyê û 3 rojnameger hatin binçavkirin
16:12 Xebatkarê paqijiyê ku zarok tacîz kiribû hate girtin
16:03 Koma faşîst êrişî xwendekarên jin kirin
15:48 Li Merîwanê îşkence li kolberan kirin
15:19 Li gorî par bûdçeyê îsal ji sedî 110 zêdetir li kêmiyê da
15:13 Dozger xwest ku cezayê giran li faîlê Fatma Ogûr bê birîn
14:31 Li Silopiyayê çalakiya ‘Ji şer re na, a niha aştî’
14:25 Di doza 5 leşkeran de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin
14:23 Şahiya Pirtûkan a Kiraathaneyê dest pê dike
13:11 Doza rojnamevanan: Şertê kontrola edlî hat rakirin, lêpirsînek nû hat destpêkirin
13:09 Dadgehê derbarê kesên Nisêbîn şêlandibûn de biryara beraetê da
12:44 Bakirhan ji Bahçelî re got: Deriyê Îmraliyê vekin, em li Ocalan guhdar bikin
12:38 Li cihê rojnameger lê hatine qetilkirin lêkolîn nehatiye kirin
11:57 Çalakiya greva birçîbûnê ya karkerên Fernasê di roja 2’yemîn de ye
11:12 Hevserokê MED-DER’ê: Gotin û kirinên Erdogan ên têkildarî ziman hev nagirin
10:55 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
10:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:29 Di doza cînayetên kiryarên nediyar de biryarên beraetê hatin pejirandin
10:07 Di binçavan de tundî û tacîz hat kirin: Nikarin îradeya me bişikînin
09:15 Li Gundikê Melê navê ‘Narînê’ li parkekê hate kirin
09:14 HDK 13 salî ye: Pêdivî bi peymaneke nû heye
09:12 Li 36 bajaran 269 kes hatin binçavkirin
09:02 'Divê fikrên Ocalan bên parvekirin û pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike’
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2024'AN
08:40 Ji bo Serhedê hişyariya barîna zêde hate kirin
14/10/2024
22:11 Sembola berxwedana Kobanê Apê Nemir jiyana xwe ji dest da
16:47 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Aştî, bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
16:30 KESK’ê li Wanê dest bi xebatên mitînga xwe kir
16:21 Daxuyaniya têkildarî mîtînga 'Azadiyê': Muxatab birêz Ocalan e
15:57 Ji bo bîrên petrolê yên li Hezroyê biryara ‘îstîmlaqkirinê’ hate dayin
15:36 Zarokek 8 salî hate tacîzkirin: Gumanbar hate berdan
15:17 Rojnameger Andan û 14 binçavkiriyên din hatin berdan
15:05 Cara duyemîn biryara komkirina rojnameya Yenî Yaşamê hate dayîn
14:54 Kadrî Bagdû hate bibîranîn: Dewlet dizane faîl kî ne
14:52 Rojnamevan Salaz li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Wezîrê Dadê: Îdianameya cînayeta Narîn Guranê li ber amadebûnê ye
14:03 Ji DBP’ê daxuyaniya mitîngê: Gelan berpirsyarî dan muxatabên çareseriyê
13:29 Karkerek din ê ku di teqîna fabrîqayê de birîndar bûbû mir
13:25 Polîsan êrişî karkerên Fernasê kirin
13:02 Edîtora ETHA’yê Gayip hate binçavkirin
12:45 Li Artvînê piştî baranê rêyên gundan hatin girtin
12:44 Temellî: Heke pêvajo dest pê bike wa Îmrali li wir e
12:33 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:02 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Esenyûrtê şewat derket
11:59 Siyasetmedarên baskî piştgiriya kampanyaya 'Ji Ocalan re azadî' kirin
11:18 Ji bo Fîncanci biryara anîna bi darê zorê hate dayin
10:55 Bogûrcû yê li Qoserê hatibû binçavkirin di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da
10:46 ROJNEWS'ê belgeyek din a hevkariya bi Tirkiyeyê re derxist holê