Sicîla qeyûmên Mêrdînê: Bêusûlî, nelirêtî û derhiqûqîtî

  • rojane
  • 09:38 5 Mijdar 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Qeyûmên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê her tim bi karûbarên derusûlî, nelirêtî û derhiqûqî di rojevê de bûn. Qeyûmên ku şaredarî di nava çirava deynan de hiştin, bûdçeya şaredariyê jî ji bo propagandaya hilbijartinê ya AKP’ê bi kar anî. 
 
Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk cara sêyemîn qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kir. Hevşaredar Ahmet Turk û Devrîm Demîr duh ji peywirê hatin girtin û waliyê bajar Tuncay Akkoyun li şûna wan weke qeyûm tayîn kir. Cezayeke Turk ê hêj teqez nebûyî û 2 lêpirsînên cuda yên derheqê wî de hatine destpêkirin weke hinceta tayînkirina qeyûm hatin nîşandan. 
 
Turk, di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 2014’an de bi rêjeya ji sedî 52,2 hatibû hilbijartin û di sala 2016’an de ji peywirê hatibû girtin. Turk, di hilbijartinên 2019’an de jî bi rêjeya ji sedî 56,24 hatibû hilbijartin û di tebaxa heman salê de ji peywirê hatibû girtin. 
 
Walî Mûstafa Yaman di navbera salên 2016-2020’an de, di navbera hezîrana 2020’ê û tîrmeha 2023’yan de Mahmût Demîrtaş û di navbera tîrmeha 2023’yan û 31’ê adara 2024’an de jî Tuncay Akkoyun weke qeyûm li şaredariyê xebitîn. Akkoyun, bi biryara dawî re cara duyemîn weke qeyûm hate tayînkirin. 
 
DEYN ZÊDE KIRIN, PERE JI AKP’Ê RE ŞAND 
 
Di nava 8 salên dawî de qeyûm her tim bi mijarên weke rant, nelirêtî, karûbarên derusûlî, tacîzên zayendî û kirariyên derqanûnû her tim di rojevê de bûn. 
 
Her sê qeyûman ji bûdçeya nivîsgeha taybet bi giştî 20 milyon û 596 hezar û 632 TL xerc kirin. Herî zêde di serdema qeyûm Akkoyun de pere hate xerckirin ku 10 milyon û 649 hezar û 169 hezar lîre tenê 3 meh beriya hilbijartinên 31’ê adara 2024’an xerc kir. Qeyûm Akkoyun, bi van reqemên di nava 3 mehan re xerckirinên nivîsgeha taybet ên 4 salan derbas kir. 
 
Akkoyun ê ku şaredarî ji qeyûmên berê 2 milyar û 180 milyon TL’an dewr girt, heta 31’ê adara 2024’an deynê şaredariyê derxist 5 milyar û 400 milyon TL'an. Di serdema Akkoyun de gelek neguhêzbarên şaredariyê hatin dewrkirin û bûdçeya şaredariyê ji bo xebatên hilbijartinê yên AKP’ê hatin xerckirin. 
 
Hinek derusûliyên di serdema Akkoyun de hatine kirin wiha ne: 
 
“* Baxçeyê Milet ê Kamorê yê li navçeya Artukluyê ku di serdema qeyûm Mûstafa Yaman de bûbû mijara bi milyonan TL’ên bertîl û nelirêtiyê, dewrî xizîneyê hate kirin. 
 
* Ji bo neguhêzbara 2 hezar û 236,41 metrekareyê ya li ser 389 ada û parsela bi hejmar 3’yê ya li Taxa Diyarbakirkapi ya navçeya Artukluyê got “Pêdivî pê nîne û zêde ye.” Rêveberiya qeyûm, neguhêzbara behsa xeberê dewrî Serokatiya Şopandina Mewdûatan û Koordînasyonê (YÎKOB) ya girêdayî walîtiyê kir. 
 
* Qada şitlan a şaredariyê dewrî Midûriyeta Daristanan kir. 
 
* Ji bûdçeya Şaredariya Bajarê Mezin bi milyonan lîre ji şaredariyên AKP’î re şand. Di vê çarçoveyê de ji bo karûbarên di bernameya şaredaiyên Mehsert, Kerboran û Midyadê hene lê ji ber “Dirav têr nake” nedihatin kirin, 3 caran 10 milyon TL di bin navê “alîkariyê” de şand. 
 
* Qeyûm Akkoyun, ji bo Şaredariya Uçocak a Xarpêtê ku bajarê wî ye, 15 milyon TL şand. 
 
* Neguhêzbarên li Taxa Şehidiye ya Artukluyê di bin navê “ofîsa turîzmê” û “qada tesîsên civakî” hatin dewrkirin. 
 
* Neguhêzbarên li taxên Diyarbakirkapi û Saraçoglû û neguhezbarên Taxa Cevîzpinar a Dêrikê bi hinceta “avahiya xizmetê” û “tesîsên civakî ya cemaweriyê û qada tesîsên civakî” dewrî YÎKOB'ê hatin kirin.
 
* Îhaleya kanalîzasyonê ya MARSU’yê ku bi 16 milyon TL’yan bû, bi awayekî dijî mewzûatan, bi usûlê “bazariyê” hate kirin. 
 
* Îhaleya kanalîzasyonê ya MARSU’yê ya bi 2 milyon lîreyan, bi hinceta “karesatê” bi usûlê “bazariyê” hate kirin. 
 
* Ekranên LED’ê û 42 bîllboardên dikevin nav sînorê Şaredariya Bajarê Mezin bi hinceta “danasîna baş a xizmetên cemaweriyê” tehsîsî YÎKOB’ê kir. 
 
* Neguhêzbara 15 hezar metrekare ya li ser 244 ada û parselên hejmar 4 û 5 ên li Taxa Nû ya Mehsertê, bi hinceta “Pêdivî pê nîne” bêyî bedelek were standin dewrî Şaredariya Mehsertê ya AKP’î hate kirin. 
 
* Neguhêzbara 2074 ada û parsela hejmar 14 a li Taxa Yalimê ya navçeya Artukluyê, bi îdiaya “Pêdivî pê nîne” weke “qada fuarê” bêyî bedelek were standin dewrî YÎKOB’ê hate kirin. Neguhêzbarên 1 ada û parsela hejmar 15 a li Taxa Diyarbakirkapiyê bi hinceta “pêdivî pê nîne” û di bin navê “dê ji bo xebatên çand-turîzmê were bikaranîn” bêyî bedel dewrî YÎKOB’ê hate kirin. 
 
* 5 paraşût, 5 çenteyên paraşûtan, 5 kask, 5 harnes û 3 paraşûtên cihgir ên di envanterên Serokatiya Daîreya Xizmên Civakî ya Bajarê Mezin de, ewrî Midûriyeta Ciwan û Werzîşê ya Dêrikê hatin kirin. 
 
* Otoparka li ser 2004 ada û parsela hejmar 35 a li Taxa Yalimê ya Artukluyê, ji bo 5 salan ji walîtiyê re hate tehîskirin. 
 
* Akkoyun, ji bo mitînga Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan bi bihayê 2 milyon û 416 hezar TL’an wesayît kirê kir û bi bihayê 6 milyon û 469 hezar TL’an jî diyar kirî. 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

11/12/2024
14:54 Kobanê hate bombebarankirin: Kesek hate qetilkirin
14:48 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Miksê serlêdan hat kirin
14:38 Li Curnê Reş Mala Bêhnvedanê ya Jinan hate vekirin
13:52 Ji Ma Musîcê kampanyaya 'Milyonek pirtûk, milyonek zarok’
13:28 Lêpirsîna Rojîn Kabaîşê: Sedema teqez a mirinê zelal nebû, dîmenên nû li dosyayê hatin zêdekirin
13:18 Tevlibûna merasîma cenaze sînordar kirin û sersaxî qedexe kirin
13:04 9 kesên li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:10 Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê hate binçavkirin
12:09 Operasyona li Çiyayê Bagokê didome
12:08 Îşkenceya polîsan vegotin: Gefa tecawizê li me xwarin
11:31 Qeyûmê Mêrdînê kesên dadgehê îadeyî kar kiribû dîsa ji kar derxist
10:59 Li girtiyên xwarina ‘nexweş’ nexwarin cezayê ragihandinê hate birîn
10:34 Ambulansa birîndar vediguhest hate bombebarankirin
10:27 Li Şirnexê jineke ducanî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
10:26 Wêneyê qeyrana aborî: Tenê karibû bacanekê bikire
10:25 Walîtiyê nehişt navê Rojîn Kabaîşê li navenda jinan were kirin
10:03 Di lêpirsîna rojnameger Aslan de cara duyemîn biryara bêrayetiyê hat dayin
09:18 Rojnamevan Mûtlû: Pêşeroja gelên Sûriyeyê xeta 'rêya sêyemîn' e
09:17 Dewleta tirk di 6 mehan de 77 kes bi SÎHA’yan qetil kir
09:02 Li Wanê tenê ew şewqeyan çêdike
09:01 Dermanên endamê KESK'ê Aslan ê pençeşêr lê peyda bûye nadinê
09:00 ROJEVA 11’Ê KANÛNA 2024’AN
08:48 HSD’ê têkildarî Minbicê daxuyanî da
10/12/2024
23:29 Ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bang li qada navneteweyî: Bêdeng neminin
23:12 Li Kobanê 2 kes hatin qetilkirin
16:55 Li gundê leşkeran dorpêç kirî 9 kes hatin binçavkirin
16:33 Li pêşiya Meclisê daxwaza edaletê kirin
16:22 Hunermend, rojnameger û nivîskar li dijî qeyûm li Êlihê bûn
16:19 Êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter SMO'yê hatin protestokirin
16:01 Di 11 mehan de 692 serlêdanên îşkenceyê ji bo TÎHV’ê hatin kirin
15:17 DEM Partî: Divê mûçeyê kêmtirîn herî kêm 35 hezar TL be
15:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê ji bo mafên mirovan têbikoşin
15:00 Di Hefteya Mafên Mirovan de êrişên ser Rojava hatin protestokirin
14:10 Rojnameger Daştan: Dixwazin hêviya jiyana demokratîk tune bikin
13:49 Ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin: Em bi ruhê Kobanê tevbigerin
13:38 Kesên di 10’ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:17 Pira Qereqozaqê hate bombebarankirin
13:15 Îstînafê ‘cezayê daxistî’ yê kujerê Hasret Tutalê erê kir
13:03 Doza Mehmet Sîncar ji ber mutalaayê hate taloqkirin
12:56 Li Serêkaniyê ÎHA’yek ket
12:56 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:54 Wezîr Tunç têkildarî serlêdana Îmraliyê daxuyanî da
10:56 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
10:53 Li Farqînê 2 kes bi lêdanê hatin binçavkirin
10:49 'Tirkiye dixwaze hêj pergala nû rûneniştî destkeftiyên kurdan tesfiye bike’
09:40 Li ser rêya Wan-Erdîşê rêzeqeza: 2 kes mirin, 45 kes birîndar bûn
09:30 Bayindir: Dema çareseriyê hatiye û divê ev firsend ji dest neçe
09:21 Bi dehan pirtûkên ku di 30 salên li girtîgehê de nivîsandine li benda çapê ne
09:14 Giliyê polîsên ku tundî kirin hat kirin
09:02 Şêxo: Ji bo bidawîbûna vê hovîtiyê divê raya giştî ya cîhanê tevbigere
09:00 ROJEVA 10’Ê KANÛNA 2024’AN
09/12/2024
22:49 DBP: Rojava qada jiyana hevpar a gelan e
22:34 Amedspor Şanliûrfasporê 2-1 têk bir
22:27 Li Kobanê 2 zarok hatin qetilkirin
22:24 Berdevka YPJ'ê Rûken Cemal: Li Minbicê berxwedaneke dîrokî heye
20:20 Li Til Temirê SÎHA hat xistin
16:46 Wezareta Dadê: Di 11 mehan de 709 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
16:25 Qeyûmê Êlihê nehişt hevşaredar derbasî avahiya şaredariyê bibin
16:10 Di salekê de ji bo Gergerlîoglû hezar û 700 serlêdanên binpêkirinan hatin kirin
15:58 Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê bang li NY’ê kir
15:24 Di êrişa SÎHA’yan de 3 kes birîndar bûn
15:18 Dewleta tirk êrişî gundên Kobanê dike
15:12 DEM Partî: Li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê şer tê kirin
15:04 Heyetê serdana hevşaredarên Mêrdînê kir
14:37 Rewşa dawî ya Minbicê
14:28 TEV-DEM’ê banga ‘Em li rex hêzên HSD’ê cih bigirin’ kir
14:08 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê: Divê êrişên ser Kurdan bên rawestandin
13:27 Çima êrişî Minbicê dikin?
13:02 Navçeya Zirganê hat bombekirin: Welatiyek hate qetilkirin
12:54 MKG’ê rapora Mijdarê eşkere kir: 38 rojnameger hatin darizandin
12:00 Dîlan Durmuş ji ber ku ‘bijîşkên welidînê’ tune bûn jiyana xwe ji dest da
11:44 Di qezaya helîkopterê de mîrlîwayek jî di nav de 6 leşker mirin
11:44 ‘Divê pergala îşkenceyê ya Îmraliyê bi dawî bibe û birêz Ocalan azad bibe’
10:52 Di êrişa SÎHA’yan a dewleta tirk de 12 sivîl hatin qetilkirin
10:51 Jin li dijî tundiyê teknîkên parastinê hîn dibin
10:09 KCK: Li Sûriyeyê çaraserî bi Neteweya Demokratîk mimkun e
10:00 Sadr’ê ji bo Sûriyeyê banga guftûgoyê kir
09:51 KNK: Têkçûna destkeftiyên Rojava têkçûna statuya Başûrê jî
09:46 Aldar Xelîl: Mudaxileya Tirkiyeyê krîza Sûriyeyê girantir dike
09:00 ROJEVA 9’Ê KANÛNA 2024’AN
08:30 Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Em derbasî qonaxa duyemîn a parastinê bûn
08:30 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina Rojava Ferz e!’ derket
08/12/2024
16:25 Ji Rûsyayê daxuyaniya der barê Esed de: Ji Sûriyeyê derketiye
15:49 Meclisa Leşkerî ya Minbicê li dijî êrişan li ber xwe dide
13:43 Nêzî 400 malbatên hatin tehliyekirin gihîştin Tebqayê
12:08 Avahiyên cemaweriyê yên ji rejîmê mayî di bin kontrola Hêzên Ewlehiya Hundirîn de ne
11:59 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
11:54 Li Ewropayê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin
11:49 Îlham Ahmed: Dawiya despotîzmê, destpêkeke nû
11:04 Kovara hejmara nû ya Jinê derket
10:44 Mazlum Ebdî: Em dibin şahidê kêliyên dîrokî
10:22 Rêveberên Kantona Minbicê: Guh nedin daxuyaniyên şerê taybet
10:05 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Îdîayên ku em vekişiyane, nerast in
10:01 Di televizyona fermî ya Sûriyeyê de hat ragihandin ku hikûmeta Şamê hilweşiyaye
09:43 Ji DAIŞ'ê û El Nusrayê ber bi HTŞ'ê ve
09:32 DBP ber bi kongreyê ve diçe: Wê beriya kongreyê konferans û hevdîtin bên lidarxistin
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 HTŞ'ê Şamê bi dest xist, rejîma Esad hilweşiya
08:46 Rêveberiya Xweser rewşa awarte îlan kir
07/12/2024
17:17 Li Wanê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînan hate vekirin