Mehmet Ocalan: Aqilê dewletê divê li gorî gotinên xwe tevbigere

  • rojane
  • 10:59 7 Mijdar 2024
  • |

RIHA - Mehmet Ocalan diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê didome û ev tişt anî ziman: “Serok tu caran tiştên nerewa qebûl nake. Aqilê dewletê gotinên xwe bi cih nayîne.” 

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin didome. Piştî tecrîda mutleq a 43 mehan, biraziyê Abdullah Ocalan, Omer Ocalan pê re hevdîtin kir. Abdullah Ocalan di hevdîtinê de got ku tecrîd didome û wiha gotibû: “Heke şert û merc ava bibin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîkim ku pêvajoyê ji pevçûn û tundiyê derbasî zemîna hiqûqî û siyasî bikim.” Serlêdanên malbat û parêzeran ên piştî hevdîtina behsa xeberê jî hêj nehatine bersivandin. Her wiha derket holê ku “cezayê disiplînê” yê ji bo 3 mehan li Abdullah Ocalan hatiye birîn. 
 
Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan têkildarî qedexeyên hevdîtinê yên ji ber tecrîdê û “cezayên disiplînê” ji ajansa me re axivî. 
 
'TECRÎD HÊJ DIDOME’ 
 
Mehmet Ocalan, hevdîtina dawî erênî nirxand û wiha got: “43 meh bûn me agahî jê nedigirt û nedizanî çi dibe. Em hevdîtina dawî erênî dibînin lê tecrîd hêj berdewam dike. Vê yekê tenê em nabêjin. Serok jî dibêje. Aqilê dewletê jî qebûl kir. Domandina tecrîdê rast nîne. Ev hiqûqî nîne. Tecrîd, bi biryara siyasî tê domandin. Heke em li welatekî demokratîk bin, wê demê divê hiqûq ji bo her kesî wekî hev be. Lê li Îmraliyê tune ye. Bila li bendê nebin ku em vê qebûl bikin.” 
 
Têkildarî “cezayê disiplînê” yê dawî jî Ocalan wiha got: “Di esasê xwe de tecrîd ev 25 sal in didome. Li gel Serok, her wiha 3 kesên din jî li Îmraliyê tên ragirtin. Malbatên wan kesan jî hene. Ew jî nikarin bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin. Ma çi tiştê vê hiqûqî û însanî ye?” 
 
'DIVÊ DEWLET GAVÊN AQLÊSELÎM BIAVÊJE’ 
 
Ocalan bal kişand ser nîqaşên têkildarî pêvajoya nû û tayînkirina qeyûman û ev tişt anî ziman: “Devlet Bahçelî got; ‘Me destê xwe dirêj kir’, ‘Bila bê li Meclisê biaxive.’ Lê qeyûman tayînî şaredariyên kurdan dikin. Ev çi nakokî ye? 15 salan ez gelek caran çûm serdana Serok. Yek ji kesên herî zêde baş Serok nas dike ez im. Serok tu caran tiştên nerewa qebûl nake. Hem em hem jî dewlet bi vê baş dizane. 3 mehan qedexeya hevdîtina bi malbatê re dane. Aqilê dewletê, gotinên xwe bicih nayîne. Em li bendê ne ku dewlet gavên aqlêselîm biavêje. Nexwe dê zirar bigihije kurd û tirkan.” 
 
Mehmet Ocalan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Serok ne tenê serokê kurd û tirkan, serokê her kesî ye. Serok, pira di navbera gelan de ye. Tayînkirina qeyûm a li Xelfetî, Mêrdîn û Êlihê vê rastiyê naguherîne. Hevşaredarekî Xelfetiyê tirkmen (Mehmet Karayilan), hevşaredara din (Saniye Bayram) kurd e. Dewlet bi vê gavê peyamê dide kurdan. Ev rast nîne, nayê qebûlkirin.” 
 
BANGA ‘MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ’ KIR
 
Ocalan, anî ziman ku Rojhilata Navîn dişewite û axaftina xwe wiha qedand: “Divê kurd, tirk, ereb, faris û gelên din ên Rojhilata Navîn bi aqilekî selîm tevbigerin û dawî li tecrîdê bînin. Malbat, parêzer, ji bo aştiyê êdî kî pêwîst bike biçe... Divê bi Serok re hevdîtinê bikin. Hêviya me ya ji gel ev e; her kes çi ji dest tê bila li ser zemîneke demokratîk bike. Heke em têkoşîna xwe mezin nekin, yek ji me taşê be yê din dê bibe firavîn û şîv. Divê her kes li ser zemîneke demokratîk rabe ser pêyan. Divê têkoşîna demokatîk were mezinkirin. Heke em vê bikin dê pirsgirêka kurd jî bi rêbazên demokratîk were çareserkirin.” 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

02/12/2024
16:19 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li geleke bajaran hatin protestokirin
16:18 Tehliyeya Besra Erol hate taloqkirin
16:02 Li Miksê xespkirina îradeyê hate protestokirin: Qeyûm nelirêtî û talan e
15:35 Ji bo pirtûka 'Dildarê Serkeftinê' biryara komkirinê hate dayin
15:34 Wezîrê Karên Derve yê Îranê hate Enqereyê
15:16 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Silopiyayê hatin protestokirin
15:12 Bertek nîşanî girtina Hevşaredar Dundar dan
14:47 Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê daxuyanî da
14:46 Li Mêrdînê jin li dijî tayînkirina qeyûm meşiyan
14:32 Derket holê ku keça AKP’iyê qeyûm diparast bêyî mulaqetê girtine kar
14:24 Qeyûm projeyên hevşaredaran jê bir
13:59 Şandeya navneteweyî çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê
13:53 DFG’ê rapora meha mijdarê eşkere kir: 21 rojnameger hatin binçavkirin, 3 hatin girtin
13:43 Jinan bertek nîşanî tundiyê dan: Jin, Jiyan, Azadî pisûleya me ye
13:27 Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê seferber bû
13:26 Kongra Star banga ‘xurtkirina xweparastinê’ kir
13:26 DBP’ê li dijî êrişan banga helwestnîşandanê kir
13:25 Wezaretê gotibû 3 leşker mirîne: Ozdag got ku 44 leşker mirine
13:24 Parlamentoya Iraqê îro dê bi rojeva Qanûna Rewşa Kesî bicive
13:24 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
10:49 KNK: Roj roja parastina Rojava ye
10:42 Hejmara 259'emîn a Xwebûnê derket
10:36 Parlamentoya Herêma Federe dicive
10:07 Mazlûm Ebdî: Em ê gelê xwe biparêzin
09:35 'Êriş bi tevî li dijî gelên herêmê ne'
09:04 Claûdîa Korol a feminîst: Azadiya Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navînê firsendek e
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2024'AN
01/12/2024
16:53 HSD’ê li dijî êrişan bang kir
16:36 HPC’ê ragihand ku êrişên komên paramîlîter dane sekinandin
16:12 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî ragihand
15:57 Ji Amedê bang: Dest bi muzakereyên bi Abdullah Ocalan re bikin
15:29 SOHR: Di mijdarê de 176 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
14:49 Kolakan piştî 33 salan hate berdan
14:48 Omer Ocalan: Bi zîhniyeta DAIŞ’ê çav berdane destkeftiyên kurdan
14:02 Çiyayên Xêrê yê Dihokê hate bombebarankirin
13:38 Li Şerayê pevçûnên dijwar diqewimin
13:29 Li Miksê qeyûm hate protestokirin: Qeyûm talan e berxwedan jiyan e
12:27 Artêşa Sûriyeyê leşker sewqî Hemayê kir
12:24 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da welatiyekî kurd
12:22 Ankêta Sosyo Polîtîkê: Çavkaniya hemû pirsgirêkan pirsgirêka kurd e
11:54 Di navbera HRE û komên paramîlîter de pevçûnên dijwar diqewimin
11:23 Foza Yûsif: Em ê li ser xeta şerê gel ê şoreşgerî xwe biparêzin
11:05 Endamên Meclisê yên DEM Partiyî li dijî qeyûm serlêdana sûc kirin
10:50 DYA’yê têkildarî geşedanên li Helebê daxuyanî da
10:36 3 gundên Efrîn-Şehbayê hatin bombebarankirin
10:34 Kovara Jinê bi manşeta ‘Di pêvajoyên pevçûn û muzakereyan de jin’ derket
10:27 Îşkence û destdirêjiya li dijî jinên afgan ên neçarî parsekiyê hatin kirin
10:18 Gelo geşedanên li Helebê operasyona NATO’yê ye?
09:23 Xelkê Agiriyê ji ber fatûreyên zêde yên gaza xwezayî bi bertek in
09:00 ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2024’AN
08:58 Di qezaya li Bartinê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 SOHR: Artêşa Sûriyeyê xwe ji Hemayê vekişand, HTŞ’ê 16 gund bi dest xist
30/11/2024
16:16 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat girtin
15:43 Pêşangeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir
15:40 Li Cizîrê tayinkirina qeyûm hat şermezarkirin
15:37 HTŞ'ê gelek deverên Helebê xistin bin kontrola xwe
14:56 Xizmên windayan ji bo Tahir Elçî doza edaletê kirin
14:29 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû
14:23 30 sal in aqûbeta wî ne diyar e
11:13 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat binçavkirin
11:10 Qeyûmê Mêrdînê gelek kes ji kar derxistin
09:04 Bîrsen Orhan a cezayê hepsa malê lê hat birîn: Ez ê bitêkoşim
09:02 Akademîsyen Neşe Ozgen: Tecrîd êrişa li aştiya civakî ye
09:01 Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê: Şandina pereyan ji girtiyan re ne sûc e
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2024'AN
08:29 9 siyasetmedar û sendîkavan hatin girtin
29/11/2024
22:23 DEM Partî: Bila gelê me mafê xwe yê protestoyê bi kar bîne
22:18 DBP: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
19:53 Qeyûm tayinî Şaredariya Miksê hat kirin
16:26 Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû: Qeyûm li pişt bariyerên betonan hefsî ne
16:06 Bakirhan: CHP dikare ji bo çareseriyê rola xwe bilîze
Ozel: Em amade ne rola xwe bilîzin
15:04 Li Miksê esnaf hatin ziyaretkirin
15:02 5 rojnameger bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
14:55 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Ozel dest pê kir
14:51 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
14:43 Qeyûmî cîgirên hevşaredar ji peywirê girt û li şûna wan AKP’iyek tayîn kir
13:18 Navê Tahir Elçî li kolana lê hatibû qetilkirin, kirin: Dê bibe sembola aştiyê
12:47 Ozel ji dozger Gurlek re got: Nebe amûra hin kesan
12:35 Pevçûnên di navbera artêşa Sûriyeyê û HTŞ’ê de didomin: Hedef rêya M5’ê ye
12:30 Qonaxa dîrokî ya li Qersê bi hilweşînê re rû bi rû ye!
12:29 Rojnameger, siyasetmedar û sendîkavan sewqî edliyeyê hatin kirin
12:26 Hevşaredarê Miksê Hazir: Li ser talîmatê ceza dan
12:24 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:22 Ji ber ‘dermanê epîlepsiyê’ êrişî girtî Bayir kirin
12:21 Derheqê cîgirê Şaredarê Esenyurtê Yalçin de biryara binçavkirinê hat dayin
10:00 Parêzer Zeynep Karayilan: Divê ji bo ‘mafê hêviyê’ sererastkirinek bê kirin
09:21 Ji bo ceza bidin xwe li benda hevşaredarbûna wî girtine!
09:12 Berdevka YPJ’ê: Pergala baviksalariyê dê bi modernîteya demokratîk tune bibe
09:03 'Li dijî asîmlasiyonê divê li her derî Dibistana Zarokan a Ma Musîcê bê avakirin'
09:02 Sedema beraetkirina rojnamevan Dicle Muftuoglûyê
09:01 Mûstafa Sarigul: Dixwazin tayînkirina qeyûman nîşanî muxalîfan jî bidin
09:00 Ji dêrsimiyan berteka li dijî qeyûm: Hûn nikarin kesên hilbijartî ji peywirê bigirin
09:00 ROJEVA 29’Ê MIJDARA 2024’AN
28/11/2024
22:22 9 nivîskar û rojnamevan hatin berdan
16:20 Ketin û derketina li herêmên qirkirina xwezayê lê tê kirin hat qedexekirin
16:18 Banga ‘Pêşî li darvekirina jinên têkoşer bigirin’ li rayedaran kirin
15:41 Nehiştin Hevşaredarên Êlihê derbasî şaredariyê bibin
15:33 'Mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin’
15:17 Tahîr Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Faîlan derxînin holê
14:40 Tahir Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn