Hevserokê PYD’ê: Ger em li Şamê yek bin neçar in îradeya me qebûl bikin

  • rojane
  • 11:45 13 Kanûn 2024
  • |
img

RIHA - Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso diyar kir ku ji bo hevdîtinên li Şamê amadekariyê dikin, hewl didin heyetekê ava bikin û wiha got: “Sedsaleke ku em winda bikin tune. Ger em bibin yek neçar in îradeya me qebûl bikin.”

Şerê navxweyî ku 13 sal in li Sûriyeyê dewam dike, bi hilweşîna rêveberiya Esad derbasî qonaxeke nû bû. Niha çawaniya pêkhatina Sûriyeya tê nîqaşkirin, gavên ku kurdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biavêjin tên meraqkirin. Daxuyaniya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, duh êvarê li ser ekrana Ronahî TV ya têkildarî hevdîtinên muhtemel ên bi Şamê re û şandeyên ku dê bên avakirin balkişand. Girêdayî nîqaşên dawî bersiva pirsên; “Dê heyet kengî biçin Şamê? Di nava vê heyetê de kî cih digire? Kurd dê bi yek şandeyê beşdar bibin?” tên meraqkirin.
 
Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso têkildarî hevdîtina ku li Şamê bê kirin û amadekariya hevdîtinan ji Ajansa Mezopotamya (MA) me re axivî. 
 
AMADEKARIYA HEVDÎTINAN
 
Xerîb Hiso da zanîn ku li Sûriyeyê kaos û tevlivevî didome û wiha axivî: “Ji ber kaosê fikarên hemû kesî hene. HTŞ’ê rejîmek ava kiriye û paytexta Sûriyeyê kontrol dike. Hêzên navneteweyî piştgiriyê didin HTŞ’ê. Em jî bi giranî dixebitin û civînan li dar dixin. Em amadekariyên civîna li Şamê pêk were, dikin. Heya niha tevlêbûna navneteweyî tune ye. Di pratîkê de tiştek tune û niha tenê ala navendî heye. Rejîmek çû, rejîmek din hat. Rejîma berê neteweperest bû. Ev rejîma nû hem netewperest û hem jî Îslamî ye. Em jî li dijî vê yekê ne û sîstema me sîstemeke demokratîk e. Heyet wê di demeke nêz de bicivin û hevdîtinê pêk bînin. Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî jî got, ‘Em hin hevdîtinên leşkerî dikin’, lê behsa hevdîtinên siyasî nekir. Heyet wê biçin Şamê. Piştî hevdîtinan dikare nirxandinên berfirehtir bêne kirin.”
 
BILA ENKS JÎ BEŞDAR BIBE
 
Xerîb Hiso anî ziman ku divê kurd li Sûriyeyê rûpelek nû vekin û got, “Berê gelek tişt qewimîn û bi dawî bû û divê em pêvajoyek nû bidin destpêkirin. Di navbera 10 roj berê û niha de ferqek mezin heye. Divê em wek kurd biçin Şamê. Ger em parçe bibin, em winda dikin. Divê em her tiştî li aliyekê bihêlin û li pêşiya xwe binêrin. Divê nêrînên me bibin yek û li ser navê kurdayetiyê tevbigerin. Berjewendiya me divê berjewendiyên kurdan be. Heyet dê biçin, lê ne diyar e kengê biçin. PYD piştgiriya beşdarbûna hemû kurdan di hevdîtinan de dike. Em dixwazin bi hev re heyeteke hevpar ava bikin. Ger em vê pêk neynin, em nikarin destkeftiyên xwe biparêzin. PYD û partiyên din jî dê di şandê de bin. Divê ENKS jî were û beşdar bibe. Bi gavên pratîkî tê afirandin. Berdewamkirina nakokiyên berê kêrî tu kesî nayê. Sedsalek me tune ku em winda bikin. Ger em bibin yek, ew jî neçar in vîna me qebûl bikin.”
 
‘DIVÊ SÛRIYEYEKE DEMOKRATÎK BE’
 
Xerîb Hiso bi bîrxist ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêveberiyeke demokratîk heye û wiha axivî: “Li vir pergalek ku mirov bi hev re dijîn heye. Pêwîste ev yek ji bo tevahiya Sûriyeyê pêk were. Ev sîstema demokratîk siberoja Sûriyeyê ye. Şam di navenda vê de ye. Sîstema me li Sûriyeyê pergala herî maqûl e. Bajarên ku herî zêde tê jiyîn bajarên me ne. Hevalên ku li her derê Kurdistanê dijîn bila piştgiriya me bikin. Em Sûriyeyeke demokratîk dixwazin ku her kes bi hev re bijî. Gelê me yê Bakur piştgirîyeke mezin da berxwedana Kobanê. Lehengiyeke mezin pêk hat. Kurdên li Bakur dîsa dikarin vê rolê bilîzin.”
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

23/01/2025
19:36 Banga ji bo kampanyaya 'Ji bo aştiyê milyonek îmze'
16:48 Abdullah Ocalan di hevdîtinê de çi got, çima daxuyaniyekê berfireh nehat dayin?
16:17 Rojbîn Kartal Manzak a DEM Partiyî hate girtin
16:13 Dewleta tirk bajarokê Sirînê bombebaran kir
16:12 ‘Divê êriş bên bidawîkirin û ji bo çareseriyê gav bên avêtin’
15:56 MYK’a DBP’ê ya serdema nû diyar bû
15:45 Jin li dijî êrişan meşiyan: Şoreşa Rojava hêviya azadiyê ya gelan e
15:17 Girtî Emrûllah Kalkan ji Amedê sewqî Erziromê hat kirin
14:49 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê: Ev pêvajo ji bo me hemûyan jiyana azad û bi hev re ava dike
14:41 ÎHD’ê ‘Komîsyona Şopandina Binpêkirinên Mafan ên li Dijî Çapemeniyê’ ava kir
13:57 Li Dêrsimê girtina rojnamegeran hat protestokirin
13:40 Dozger xwest kujerê Şahîn Oner ji ‘qisûrê’ bê cezakirin
13:32 Di çalakiya li dijî qeyûm de ji bo Rojava bang kirin: Êrişan bidin sekinandin
13:06 Li Iraqê ‘Înîsiyatîfa ji bo Azadiya Ocalan’ hate avakirin
13:06 DEM Partî: Divê berpirsyarên komkujiya li Kartalkayayê bên cezakirin
12:45 Rêveberiya Xweser têkildarî ‘Kampa Holê’ daxuyanî da
12:05 Ji kesên li Kadikoyê hatin binçavkirin 35 jê hatin berdan
11:41 HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
11:22 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:09 Wezareta Dadê: Di şewatê de 78 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:09 Ji DBP’ê danezana ‘xeta têkoşînê’
10:52 Li belavkarê rojnameyê Aslan 10 meh cezayê hefsê hate birîn
10:49 Tirkiye biryara DMME’yê ya têkildarî ‘Taniş û Denîz’ bicih nayîne
10:31 Jineke ku ji aliyê hevserê xwe rastî tundiyê hat xwîn çû ser mêjiyê wê
10:24 Niştecihên Kadikoyê têkildarî nîqaşên ‘çareseriyê’ çi dibêjin?
10:10 HDK’ê ji muxalefetê re got: Em bi xwe qadên azadiyê ava bikin
09:50 Saziyên ragihandinê: Dixwazin rojnamegeran bitirsînin
09:37 'Binpêkirinên li girtîgehan girêdayî tecrîda li Îmraliyê ye’
09:10 ‘Divê Erdogan hay ji zimanê xwe û pratîkên xwe hebe'
09:06 Rojnameger Cîhan: Gel paş de gav navêje, li ber xwe dide
09:05 Guldane Kiliç a ÎHD'î: Divê tecrîd bê rakirin, rêya muzakereyê bê vekirin
09:02 Rewşa girtiyê ku gardiyanan parxan û diranên wî şikandin xerab dibe
09:01 ROJEVA 23’YÊ ÇILEYA 2025’AN
22/01/2025
16:57 Şandeya Îmraliyê vegeriya: Hevdîtin 4 saetan dewam kir
16:45 Dewleta tirk gundên Zirgan û Kobanê bombebaran kir
16:20 Nivîskar Leyla Saraç bi xwîneran re hate gel hev
16:11 Ji rojnamegera binçavkirî peyam
16:03 Platforma Çandiniyê ya Wanê hat avakirin
15:13 Tehliyeya Çelebî careke din hate taloqkirin
14:50 Li Dêrsim û Edeneyê binçavkirin hatin protestokirin
14:30 Li Rojhilat li dijî biryarên darvekirinê greva giştî hat destpêkirin
14:15 ÎHD’ê ji bo Rojîn Kabaîşê daxuyanî da: Rapor kêm e, pirs bêbersiv in
14:10 40 endamên ESP, SKM û SGDF’ê 2 roj in binçavkirî ne
13:57 Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Şeybanî bang li Kurdan kir
13:49 Li Îmraliyê 144 binpêkirin hatin tespîtkirin
13:27 Jinan got: Qeyûm xesp e, rewa nîne
13:27 Ji ewil desteser kirin 37 roj piştre jî biryara komkirinê dan
12:39 Navên 45 kesên di şewata hotêlê de mirin diyar bûn
12:38 Duran Kalkan: Heke hûn cidî bin wê demê gavan biavêjin
11:37 Ciwanê polîsan bi wesayîta zirxî dabû ser: Hatim derbkirin lê bijîşk muayene nekir
11:18 Rojnameger Eylem Babayîgît hate binçavkirin
10:56 Şandeya DEM Partiyê li Îmraliyê ye
10:54 Nameya binpêkirin vedigot weke ‘xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê’ hat hesibandin!
10:33 Ji ber bêdengiyê bertek nîşanî rojnameger û rêxistinên pîşeyî dan
10:03 Rojnameger Koyluoglû: Du kes nahêlin hikûmeta nû were avakirin
09:37 Jina filistînî gihişt pitika xwe ya ‘dîl’ hatibû girtin
09:23 Xizmên girtiyan: Pirsgirêk li ser maseyê çareser dibe
09:22 Raphaëlle Primet: Di çareserkirina meseleya Kurd de Ocalan kesayeteke bêhempa ye
09:17 Şandeya DEM Partiyê îro diçe Îmraliyê
09:03 Iraqê guherîna di ‘Qanûna statûya şexsî’ de erê kir
09:02 Xizmên windayan ji bo gengeşeyên meseleya kurd çi dibêjin?
09:01 Parêzer Mizrak: Divê êrişên ku mafê jiyanê binpê dikin bên rawestandin
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÇILEYA 2025’AN
08:47 Di 2 hefteyan de 240 kes hatin binçavkirin
08:21 Polîsan îşkence li ciwanê bi wesayîta zirxî dabûn ser kirin
21/01/2025
20:28 3 sal ceza li Aysel Tûglûkê hat birîn
19:26 Li Wanê qetilkirina sivîlên li Bendava Tişrînê hat protestokirin
16:39 Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 657’an de didome
16:37 Kesên li Tişrînê hatin qetilkirin hatin oxirkirin
16:09 Girtiyên rojhilatî banga tevlibûna grevê kirin
16:08 HSD’ê bîlançoya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya 2024’an eşkere kir
15:58 Hilbijartiyên Bask û Katalan ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
15:57 Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dayin derket 66’an
15:56 ÎHD’ê ji bo Sûriyeyê bang kir: Mekanîzmaya pêşîlêgirtina komkujiyên sivîlan ava bikin
15:15 Di êrişa Tişrînê de 2 sivîl hatin qetilkirin û 20 jî birîndar bûn
15:14 Keça Bavê Teyar a di girtîgehê de peyam şand
14:22 Dewleta tirk careke din sivîlên li Tişrînê bombebaran kir
14:05 Komeleya Wêjekarên Kurd dê serdegirtina ‘bi korsanî’ ji dozger bipirse
13:31 Li Akdenîzê tayînkirina qeyûm hat protestokirin
13:11 Şandeya kesên pispor hat avakirin: Derenceya şewatê tune bû
12:56 Wekîla AKP’î deriyê şaredariyê şikand û civîn li dar xist
12:22 Meclisa Jinan a DBP’ê: Divê Ocalan azad bibe
11:46 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 236’an
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Rewşenbîran ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
10:54 Ji bo girtiyê ku sewq kirin 5 hezar TL mesrefên lêçûnê xwestin
10:43 Hejmara binçavkiriyên li Stenbolê zêde bû
10:18 Bi ser BEKSAV’ê de hate girtin: Derî hatin şikandin, dest danîn ser enstrumanan
10:09 Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin
09:51 Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
09:50 Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe!
09:32 Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin
09:18 Girtiyê ku kelepçe qebûl nekir nehat tedawîkirin
09:16 'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’
09:05 Piştî 'Qanûna Komkujiyê' tundiya li heywanan û kuştina wan zêde bûye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Li navenda liyanê şewat derket: 10 kes mirin, 32 kes birîndar bûn
20/01/2025
16:32 Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’
16:24 6 rojnameger hatin girtin
16:21 Rojnameger Silêman Ehmed hate berdan