Jinên Ereb û Ermen li dijî êrişên Tirkiye û komên paramîlîter li ber xwe didin

  • jin
  • 09:10 17 Kanûn 2024
  • |

RIHA - Ji şervanên YPJ’ê Emîra Mihemmed xelkê Ereb e û Sosin Osêv jî jî Ermen e û li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê li ber xwe didin. Her du jinan anî ziman ku ew weke parçeyeke Rêveberiya Xweser li ber xwe didin û xaka xwe diparêzin. 

Jinên ku li Rojhilata Navîn li dijî êrişên zîhniyeta mêrê serdet ên bêperwa bi berxwedana xwe dîrokê dinivîsin, bi têkoşîn û rêxistiniya xwe eniya berxwedanê mezin dikin. Bi êrişên HTŞ’ê yên di 27’ê Mijdarê li dijî Helebê re hemwext, dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter jî êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Li dijî van êrişan, şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li her qadê li ber xwe didin. 
 
Fermanda Meclisa Leşkerî ya Herêma Firatê ya YPJ’ê Emîra Mihemmed ku ji xelkê Ereb e û şervana YPJ’ê Sosin Osêv jî Ermen e. Her du şervanên jin têkildarî şer û pevçûnên li herêmê axivîn. 
 
'HEMÛ HÊZ BÛN YEK’ 
 
Emîra Mihemmed diyar kir ku êrişên dewleta tirk ne nû ne û wiha got: “Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê heta niha rolekî girîng ê YPJ û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) heye. Ev li pêş çav e. Bi cisareteke mezin li dijî terora DAIŞ’ê şer kirin û serkeftineke bêhempa bi dest xistin. Di serdemeke ku hucreyên DAIŞ’ê yên li herêmê hatine qelskirin de careke din serî li lîstikên qirêjî didin. DAIŞ jî bi vî awayî hewl dide xwe birêxistin bike.” 
 
BERXWEDANA BI RUHÊ KOBANÊ
 
Emîra Mihemmed, wiha domand: “Em li dijî hucreyên heyî têkoşiyan û me ew ji Tebqa, Minbic û Dêrazorê paqij kirin. Ev çeteyên ku îro bi hezaran dolaran dixebitin, îro dîsa ji bo şer derbixînin şandine. Lê belê em li dijî hemû êrişan hatin gel hev. Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPJ û HSD bi awayekî hevpar li qadan bersiva êrişan didin. Hêzên me bi berxwedana xwe ev êriş vala derxistin. Me li ser şopa nêzikatiya şer a şoreşgerî û hevalên xwe yên şehîd û leheng bersiv da. Şerê me li dijî mêtingeriyê ye. Em soza serkeftinê didin gelê xwe. Weke zarokên vê xakê em ê bi ser kevin. Şerê me yê herî mezin li Kobanê bû. Em ê bi ruhê wê demê Kobanê rizgar kirî têbikoşin. Weke jineke ereb ez jî di nav YPJ’ê de cih digirim û ji bo hesabê ji dewlet tirk a mirovatî xistiye bin lingan têdikoşim.” 
 
'EM XAKA XWE DIPARÊZIN’
 
Şervana YPJ’ê Sosin Osêv jî anî ziman ku gelên cuda yên herêmê bi hev re dijîn û wiha pê de çû: “Suryan, Ermen û gelên din bi hev re dijîn. Jiyana me tevan yek e. Em bi hev re dixebitin. Em yek in. Em gel û xaka xwe diparêzin. Baweriya me ya bi hêzên me tam e. Erdogan dema êrişî vir dike, êrişî me tevan dike. Em jî dê bersiva pêwîst bidin.” 
 
Bi domdarî Sosin Osêv ev tişt anî ziman: “Her carê êriş derbasî qonaxeke din dibin. Me zilam Beşar Esad jiya û niha bi êrişên nû re rû bi rû ne. Em parçebûnê qebûl nakin. Em parçeyeke Rêveberiya Xwewer in. DAIŞ, ji sala 2013’an ve bi destê Tirkiyeyê êriş dike. Em ne hêzên ji derve ne. Weke Ermen em ji vê xakê ne. Weke jineke Ermen banga min ji bo hemû jinên ciwan e; li dijî van êrişan şer bikin. Divê her kes rabe ser pêyan.”  
 
MA / Ceylan Şahînlî 
 

Sernavên din

06/02/2025
12:02 Di doza rojnameger Melek Avciyê de dê mutalaa bê amadekirin
12:01 Di serdegirtina ‘ceyrana qaçax’ a DEDAŞ'ê de 3 kes hatin binçavkirin
12:00 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:59 Xelkê Wanê: Tenê Abdullah Ocalan dikare pirsgirêkê çareser bike
11:20 Di 8 salan de 621 Beluc li Îranê hatin darvekirin
11:16 Rêveberê HADEP’ê Dîlsîz jiyana xwe ji dest da
11:15 Keça xwe di ‘jêrzemînên wehşetê’ de winda kir: Em ê wan rojan ji bîr nekin
10:39 Ji bo mitînga ‘Ji bo aştiyê azadî’ bang kirin: Divê qad tije bibe
10:25 Sîmonnet a çûbû serdana Rojava: Nêrînên Ocalan hêviyê didin
10:12 Kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ didome: Dê gelek kes qezenc bikin
09:41 Qeyûmî zilamel tayînî midûriyeta jinan kir, jin jî şandin beşa paqijiyê!
09:38 Li gelek bajaran ji ber berfê navber dan perwerdeyê
09:11 Ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînan hat kirin
09:10 Li Edeneyê ciwanek hate binçavkirin
09:09 Ciwan wê di 9'ê Sibatê de dest bi meşa 'azadiyê' bikin
09:07 Hevşaredara îxrackirî kamera danî odeya endamên meclisê
09:03 Endamên Meclisa Şaredariya Sêrtê: Em ê giliyê polîsan bikin
09:01 ‘Piştgiriyê bidin kampanyaya îmzeyan a HDK'ê'
09:00 ROJEVA 6’Ê SIBATA 2025’AN
07:50 Li cihê ku hezar û 400 kes jiyana xwe ji dest da bîranîn
06:35 Li Amedê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan nehatin jibîrkirin
05/02/2025
16:46 Der heqê Îmamoglû de îdianame: 7 sal cezayê hefsê hat xwestin
16:25 Pervîn Buldan çû serdana siyasetmedarên jin ên girtî
16:16 Di protestoya qeyûm de bîranîna 6’ê Sibatê
15:59 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
15:21 'Rêveberiya Xweser nûnertiya me dike'
15:12 Ji bo girtiyê nexweş Ozgan banga tehliyeyê kirin
14:34 Ji bo mitînga ‘Ji bo aştiyê azadî’ ya li Mêrsînê bang hate kirin
14:25 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Nexşerêya Ocalan ji bo çareseriyê firsende
14:10 Temellî: Em dixwazin bang di rewşeke tecrîd hatiye rakirin de were kirin
12:53 ‘Dadgeha Gelan a Rojava’ ku Tirkiye tê darizandin dest pê kir
12:17 Fransa: Kurd dê tev li konferansa 13’ê Sibatê bibin
11:49 Bakirhan: Ocalan formûla aştiyeke birûmet amade dike
11:09 Qeyûmê Sêrtê 2 karên din da cîgirê xwe
10:36 Deklarasyona TJA’yê: Dê tecrîdê bişikînin, Ocalan dê ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:20 Di doza Atînayê de pêvajoya komployê
09:55 Tanhan: Bi tevlibûna mitînga Amedê re em bersivê bidin polîtîkayên qirêjî
09:37 Otobûsa rêwiyan gêr bû kendalê: 10 jê giran 28 kes birîndar bûn
09:21 Ciwan Elbistanê diterikînin
09:08 Reşat Ozdîl ê 31 sal in girtî ye bi hinceta ‘poşman nîne’ nayê berdan
09:07 Keça 'manewî' ya Erdogan tevî biryara wezaretê jî avahiya dîrokî vala nake
09:06 Gelo Amed ji bo erdhejê amade ye?
09:04 'Nexşerêya Abdullah Ocalan pisûleya çareseriyê ye'
09:03 Rêxistinên Elewiyan: Pêdivî bi zemîneke axaftinê ya bi muxatab re heye
09:01 Çiyayê Gabarê bi dînamîtan tê tunekirin
09:00 Ji meteorolojiyê hişyariya barînan
09:00 ROJEVA 5’Ê SIBATA 2025’AN
04/02/2025
16:19 Derdora Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
15:58 Rojnameger Ahmet Guneş hate berdan
15:56 Ji bo tevlibûna mitînga Amedê derî bi derî geriyan
15:47 Salek e li Girtîgeha Tokatê bi biryara lijneyê tahliye tên astengkirin
15:27 Bakirhan bersiva pirsa Îmraliyê da: Hêj tiştekî zelal tune ye
14:44 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes xwedî gotin û pratîk be
13:59 'Qeyûm şaredarî veguherand qereqolê’
13:41 Kongra Star: Em ê tola Hîva Erebo hilînin û şoreşa jinê bi ser bixin
13:18 Şaredariya Cizîrê bi beşdariya gel civîn li dar xist
13:18 Rapora meha Çileyê ya KCDP’ê: 33 jin hatin qetilkirin
13:17 Siyasetmedarê Fransiz: Rojeva modêla pêşerojê ye
12:41 Bakirhan: Ocalan ji bo çareseriya mayinde amadekariya banga dîrokî dike
12:09 Li Dêrsimê nexweşiya tebekê: Bi dehan sewal mirin
11:39 Yildirimci: Şer û neçareserî civakê xîzan dike
11:27 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:25 Biryara ji bo parastina Kaniyên Munzurê dîsa guherî
11:09 Amed xwe ji bo mitînga ‘Aştî û azadiyê’ amade dike
10:59 Du mehên rêveberiya HTŞ’ê: Nasname û dîroka jinê di hedefê de ye
10:37 Li herêma erdhejê tiryak, fihûş û tundî zêde bû
09:30 Doza Narîn Guranê birin îstînafê
09:20 Pisûlaya cenazeyê 28 sal in nehatiye dayin
09:15 Fermandarê qereqolê: Me nehişt Zeydan biçe herêma qedexe
09:08 Ji Platforma DGD'ê banga ji bo kampanyaya 'ji bo aştiyê milyonek îmze'
09:07 Dosye ya cînayetê ye, biryar eşyayê qaçax ê gumrukê
09:06 ‘Krîz dê bi bidawîbûna şer ji holê rabe'
09:01 Tevî emrê xwe yê mezin jî çanda tevnê dide jiyîn: Bila ev çand nemire
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2025’AN
03/02/2025
16:48 Li Kobanê ji bo ‘Azadiya Ocalan’ bang
16:26 Biryara Dadgeha Bilind a der barê Pinar Gultekîn de hat protestokirin
15:58 Ji bo berxwedana li Tişrînê ji sê bajaran bi rê ketin
15:44 Temellî: Sermuzakerevan Ocalan e û em piştgiriyê didin her gava diavêje
15:21 Dewleta tirk stasyonê avê ya li Kobanê bombebaran kir
14:20 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gava herî girîng azadiya Ocalan e
13:18 DFG’ê rapora meha Çileyê eşkere kir: Li 42 rojnamegeran lêpirsîn hate destpêkirin
13:08 Li Hezexê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:08 Li dijî mala Babat ê DEM Partiyî êriş hate kirin
12:50 Aydar: Heta Ocalan bi awayekî azad xebatên xwe nemeşîne çareserî pêk nayê
12:31 Meclisa Şaredariya Sêrtê civiya: Em biryara tayînkirina qeyûm nas nakin
11:30 Dayikên Aştiyê: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
11:13 Li Amedê ji bo mitînga ‘azadiyê’ bang hate kirin
11:09 ENAG: Enflasyon ji sedî 81 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 42 ye
11:02 Nîqaşên ser çareseriyê: Îktîdar baweriyê nade
10:53 Alî Bozan: Ji bo şandina qeyûm em ê li benda hilbijartinê nemînin
10:40 Şandeya li Enqereyê hevdîtin kir: Divê pêvajo civakî bibe
10:00 Ji bo qeyûman dibêjin ‘demkî ne’ lê mayinde dikin
09:32 Xelkê Sêrtê bibiryare ku qeyûm bişîne
09:16 Platforma Gelan a Ewropayê wê li Viyanayê bicive
09:00 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Gavên şênber lazim in’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ SIBATA 2025’AN
02/02/2025
16:22 ‘Yên çareseriyê dixwazin bila êrişan bidin sekinandin’
15:53 Berdan Ozturk: Hêviya me Abdullah Ocalan e
15:05 Ji bo Werîşê Mûradî û Pexşan Ezîzî ji NY’ê re name hate şandin
14:29 FÎSA: Di 2024’an de 77 zarok ji ber sedemên dikariyan pêşî lê were girtin mirin