Girtî Gokalp ji Girtîgeha Dûmlûyê bang kir: Dengê me bibihîsin!

  • rojane
  • 09:19 19 Kanûn 2024
  • |

AMED - Girtiyê li Girtîgeha Hejmara 2 a Dûmlû ya Erziromê Cîhan Gokalp zextên li wan tên kirin bi rêya malbata xwe ragihandin û got: “Ez bang li komeleyên mafên mirovan, baro û çapemeniya azad dikim; hewce ye ku ew dengê me bidin bihîstin da ku şert û mercên tecrîdê li vir bi dawî bibin." 

Zext û binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên siyasî yên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin. Girtiyê bi navê Cîhan Gokalp ê li Girtîgeha Girtî ya Hêjmar 2 ya Dûmlû ya Erziromê bi rêya telefonê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin malbatê. Gokalp diyar kir ku ewlehiya canê wan nîne û xwest dengê wan bê bihîstin.
 
‘ÇAVÊN HEVALÊN ME XIRAB BÛN'
 
Gokalp anî ziman ku mîmariya Girtîgeha Dumlû ya Erziromê li gorî şert û mercên tecrîdê hatiye çêkirin û got: “Ev girtîgeh bi taybet ji bo girtiyên siyasî hatiye çêkirin. Ji bilî mîmariya wê, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve li hemberî girtiyên li hundir jî polîtîka tên meşandin. Hemû hevalên li vir bi rêveberiya girtîgehê re pirsgirêkên wan hene. Ji bo şert û merc bên başkirin û nermkirin bi rêveberiya girtîgehê re muzakere hatin kirin. Lê rêveberiya girtîgehê tu gav neavêt."
 
Gokalp anî ziman ku polîtîkayên zextê zêde dibin û got: “Zextên li girtîgehên din jî tên kirin, li vir jî tên pêkanîn. Nebaşiya vê derê ji bo me ew e ku mîmariya wê ji bo îzolasyon û zilmê guncav e. Pencereyên li vir bi awayekî hatine çêkirin ku çavên me xera bikin û serê me biêşînin. Ji ber vê yekê çavên gelek hevalan xera bûne. Ev muamele tê wateya 'hûn nikarin li vir di bin şert û mercên însanî de bijîn'.  Bi gotineke din tê gotin ku 'ger ev der qefes be, cihê we di hundirê wê qefesê de ye, qada jiyana we di vê çarçoveyê de ye'. Ew jiyanê ji me re zehmet dikin."
 
‘DIXWAZIN VEGUHERÎNIN QADEKE LEŞKERÎ'
 
Gokalp anî ziman ku li ser girtiyên siyasî îşkenceya psîkolojîk tê kirin û ev polîtîka bi awayekî sîstematîk tên meşandin û got: “Gardiyan bi awayekî dijminane û siyasî nêzî me dibin. Ez difikirim ku ew bi taybetî hatine vir. Ji ber ku dixwazin tirsê li ser hevalên me çêbikin. Hewl didin vê derê bikin qada leşkerî û bi taybetî girtiyên siyasî bitirsînin."
 
DEST DATÎNIN SER PIRTÛKAN Û KARGOYAN'
 
Gokalp anî ziman ku bi hincetên cur bi cur pirtûkên wî hatine desteserkirin û der barê wan  de biryara qedexeyê hatiye dayîn. GOkapl got: “Li vir dadgeheke biçûk ava kirine û dest datînin ser pirtûkên me. Li vir her kesî wekî 'terorîst' dibînin. Di van nirxandinan de heqaretên ku nayên gotin li gelê kurd û şaredariyan dikin. Dîsa her çend me ev rewş ji rêveberiya girtîgehê re ragihand jî tu çareserî nehat dîtin. Ji xeynî vê nameyên ku em dişînin an ji me re tên jî tên sansurkirin. Kargoyên me, wekî saet û bend û pirtûkên me yên ku malbatên me ji me re şandine, desteser dikin."
 
‘TEDAWIYA KELEMÇEKIRÎ'
 
Gokalp diyar kir ku sewqa wan a ji bo nexweşxaneyan nayê kirin û gava sewqî nexweşxaneyan tên kirin jî ji ber muayeneya kelepçekirî tedawiyê red dikin û wiha got: “Ji ber ku tedawiya bi awayekî kelepçekirî tê ferzkirin, hevalên me bêçare mane û bêyî dermankirin vedigerin. Nexweşiyên wan roj bi roj girantir dibin. Her wiha tevî ku Wezareta Dadê saet û nîvekê biryara hevdîtina vekirî daye jî, ev biryar li vir nayê pêkanîn. Giliyên me bê bersiv tên hiştin."
 
Gokalp bang kir ku dawî li polîtîkayên çewisandinê bên û got: “Ez bang li komeleyên mafên mirovan, baro û çapemeniya azad dikim; ji bo rakirina şert û mercên tecrîdê û ji bo şert û mercên jiyana mirovane divê dengê me bidin bihîstin. Heger li vir tiştek were serê hevalekî me, berpirsiyarê sereke rêveberiya girtîgehê û midûrê girtîgehê Mustafa Akay ye. Em vê yekê ji tevahiya raya giştî re radigihînin." 
 

Sernavên din

08/02/2025
14:37 Ne kiryarê Tekdag hat dîtin, ne jî aqûbeta Dîrîl hat zelalkirin
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Maksut Tepelî pirsîn
14:09 DFG û MKG: Wê pênûsên hevalên me li erdê nemînin
13:12 Di mîtînga Amedê de banga 'ji Ocalan re azadî'
12:59 Ji jinan beriya mîtîngê meşa ‘jin, jiyan, azadî’
11:05 Rojnamevan Alî Bariş Kûrt hat girtin
10:13 Rojnamevan Azîz Koyluoglû hat qetilkirin
09:33 'Divê astengiyên li ber perwerdehiya zimanê dayikê bên rakirin'
09:18 DEDAŞ'ê Turkiyeya ji 98 astengdar bê ceryan hişt
09:03 Li Şirnexê talan jî û rant jî aîdî serokê AKP'î ne: Di 2 salan de 933 milyon TL
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2025'AN
07/02/2025
17:30 Rojnameger Oznur Deger hat girtin
16:13 Keskîn Bayindir: Divê îktîdar nexşerêya xwe ya çareseriyê eşkere bike
15:12 Kesên di qedexeya Cizîrê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:52 Rêveberiya Girtîgeha Evînê ceza da 27 jinên girtî
13:47 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Nabe ku azadiya Ocalan were taloqkirin
12:43 Rojnameger Oznûr Deger dê sewqî edliyeyê bê kirin
11:49 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Rojnamegeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
11:30 Ji bo mitînga 8’ê Sibatê ya Amedê bang
11:06 Sekreterê Egîtîm Senê Guneş: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be
11:03 Halîde Turkoglû: Divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re xwedî çarçoveyeke qanûnî bin
10:44 Qeyûmê Mêrdînê di 3 mehan de 301 xebatkar ji kar avêt
10:34 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Halîse Aksoy
10:25 Li Mêrdînê bi ser malan de hate girtin
10:24 Bernameya meha Sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:22 Şaredariya Cizîrê Mexazaya Piştevaniyê ya Kezî vekir
10:11 Temenê wî mezin kirin û cezayê muebbeta girankirî lê birîn
09:49 Ercan Îpekçî: Bi girtina rojnamegeran re civak tê cezakirin
09:16 Serlêdana temyîzê ya ji bo Pexşan Ezîzî hate redkirin
09:05 Rojnamegera hat berdan: Naxwazin zexta li ser civakê bê bihîstin
09:04 Destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyem
09:01 Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
09:00 ROJEVA 7’Ê SIBATA 2025’AN
08:49 Li gelek bajarên Bakur îro dê berf bibare
08:19 Rojnameger Oznûr Deger hate binçavkirin
06/02/2025
20:09 Zarokê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
20:05 Der barê hevserokên DEM Partî yên Esenyurtê biryara tehliyeyê
16:54 Li Dêrsimê bi gel re civîn hat lidarxistin
16:47 Danişîna doza Alkan hate taloqkirin
15:48 Li Samandagê bîranîna erdhejê: Em ê jibîr nekin û hesabê bipirsin
15:20 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn: Îktîdarê IBAN da, Kizilayê kon firotin
14:40 Tuncer Bakirhan: Derfetên dewletê ji bo şer tên bikaranîn
13:11 Dadgeha Gelan a Rojava du roja duyemîn de didome
13:08 Dewleta tirk Şarbajêr bombebaran kir
13:05 Ji 44 welatan ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî bang
13:05 Rojnameger Wirya Hemê Kerîm jiyana xwe ji dest da
13:04 Rapora meha Çileyê ya MKG’ê: 9 rojnameger girtî ne
12:48 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
12:40 ÎSÎG: Di Çileyê de 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:36 Komploya 15’ê Sibatê: Xeleka dawî ya şerê NATO'yî
12:02 Di doza rojnameger Melek Avciyê de dê mutalaa bê amadekirin
12:01 Di serdegirtina ‘ceyrana qaçax’ a DEDAŞ'ê de 3 kes hatin binçavkirin
12:00 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:59 Xelkê Wanê: Tenê Abdullah Ocalan dikare pirsgirêkê çareser bike
11:20 Di 8 salan de 621 Beluc li Îranê hatin darvekirin
11:16 Rêveberê HADEP’ê Dîlsîz jiyana xwe ji dest da
11:15 Keça xwe di ‘jêrzemînên wehşetê’ de winda kir: Em ê wan rojan ji bîr nekin
10:39 Ji bo mitînga ‘Ji bo aştiyê azadî’ bang kirin: Divê qad tije bibe
10:25 Sîmonnet a çûbû serdana Rojava: Nêrînên Ocalan hêviyê didin
10:12 Kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ didome: Dê gelek kes qezenc bikin
09:41 Qeyûmî zilamel tayînî midûriyeta jinan kir, jin jî şandin beşa paqijiyê!
09:38 Li gelek bajaran ji ber berfê navber dan perwerdeyê
09:11 Ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînan hat kirin
09:10 Li Edeneyê ciwanek hate binçavkirin
09:09 Ciwan wê di 9'ê Sibatê de dest bi meşa 'azadiyê' bikin
09:07 Hevşaredara îxrackirî kamera danî odeya endamên meclisê
09:03 Endamên Meclisa Şaredariya Sêrtê: Em ê giliyê polîsan bikin
09:01 ‘Piştgiriyê bidin kampanyaya îmzeyan a HDK'ê'
09:00 ROJEVA 6’Ê SIBATA 2025’AN
07:50 Li cihê ku hezar û 400 kes jiyana xwe ji dest da bîranîn
06:35 Li Amedê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan nehatin jibîrkirin
05/02/2025
16:46 Der heqê Îmamoglû de îdianame: 7 sal cezayê hefsê hat xwestin
16:25 Pervîn Buldan çû serdana siyasetmedarên jin ên girtî
16:16 Di protestoya qeyûm de bîranîna 6’ê Sibatê
15:59 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
15:21 'Rêveberiya Xweser nûnertiya me dike'
15:12 Ji bo girtiyê nexweş Ozgan banga tehliyeyê kirin
14:34 Ji bo mitînga ‘Ji bo aştiyê azadî’ ya li Mêrsînê bang hate kirin
14:25 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Nexşerêya Ocalan ji bo çareseriyê firsende
14:10 Temellî: Em dixwazin bang di rewşeke tecrîd hatiye rakirin de were kirin
12:53 ‘Dadgeha Gelan a Rojava’ ku Tirkiye tê darizandin dest pê kir
12:17 Fransa: Kurd dê tev li konferansa 13’ê Sibatê bibin
11:49 Bakirhan: Ocalan formûla aştiyeke birûmet amade dike
11:09 Qeyûmê Sêrtê 2 karên din da cîgirê xwe
10:36 Deklarasyona TJA’yê: Dê tecrîdê bişikînin, Ocalan dê ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:20 Di doza Atînayê de pêvajoya komployê
09:55 Tanhan: Bi tevlibûna mitînga Amedê re em bersivê bidin polîtîkayên qirêjî
09:37 Otobûsa rêwiyan gêr bû kendalê: 10 jê giran 28 kes birîndar bûn
09:21 Ciwan Elbistanê diterikînin
09:08 Reşat Ozdîl ê 31 sal in girtî ye bi hinceta ‘poşman nîne’ nayê berdan
09:07 Keça 'manewî' ya Erdogan tevî biryara wezaretê jî avahiya dîrokî vala nake
09:06 Gelo Amed ji bo erdhejê amade ye?
09:04 'Nexşerêya Abdullah Ocalan pisûleya çareseriyê ye'
09:03 Rêxistinên Elewiyan: Pêdivî bi zemîneke axaftinê ya bi muxatab re heye
09:01 Çiyayê Gabarê bi dînamîtan tê tunekirin
09:00 Ji meteorolojiyê hişyariya barînan
09:00 ROJEVA 5’Ê SIBATA 2025’AN
04/02/2025
16:19 Derdora Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
15:58 Rojnameger Ahmet Guneş hate berdan