Vedat Aydin li ser gora xwe hate bibîranîn

AMED - Serokê HEP’a Amedê Vedat Aydin ku di sala 1991’ê de ji hêla JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin, li ser gora xwe hate bibîranîn. 

Bi boneya Cejna Remezanê, gora Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) a Amedê Vedat Aydin ku di 5’ê Tîrmeha 1991’ê de ji hêla JÎTEM’ê ve hatibû revandin û cenazeyê wî li navçeya Madenê ya Xarpêtê hatibû dîtin, hate ziyaretkirin. Serdan, bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê hate kirin û endam û rêveberên DEM Partî û DBP’ê, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, parlamenter Adalet Kaya, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Budak û Dogan Hatun, û hevşaredarên navçeyan tev li bûn. 
 
Bîranîn, li Goristana Deriyê Mêrdînê ya navçeya Sûrê hat lidarxistin. Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî dua hatin kirin. 
 
‘FAÎL DIYAR IN’ 
 
Di bîranînê de ji ewil hevjîna Vedat Aydin, Şukran Aydin axivî û got ku gelê Kurd bedelên giran dane. Şukran Aydin, banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got: “Pêvajoyek dest pê kiriye. Ji bo bidome û bi ser keve, divê her çar parçeyên Kurdistanê tifaq bin. Ev 33-34 sal in em her sal tên sersana goran. Bi hezara cînayetên kiryarên nediyar hene. Kiryar diyar in. Yên çekan bi kar tînin ji bo me ne girîng in, ya girîng ew in ên ferman dane. Em dixwazin ew bên darizandin. Dewletê cînayetên kiryarnediyar qebûl nekir. Negotin ‘Ev sepaneke dewletê bû’ û lêborînê ji malbatan bixwazin. Divê ev qanûn li Meclisê bê qebûlkirin.” 
 
Hevşaredar Serra Bucak jî anî ziman ku gelê Kurd 40 sal in têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşîne û got: “Bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Di şexsê Vedat Aydin de hemû kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînim.” 
 
‘TÊKOŞÎNA WÎ GIHIŞT MILYONAN’
 
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû jî wiha got: “Bi qetilkirina Vedat Aydin re li Kurdistanê êrişên ser siyaseta demokratîk û gelê Kurd dest pê kirin. Têkoşîna Vedat Aydin îro gihiştiye milyonan kesan. Çi dikin bila bikin, vê zîhniyeta nêrza û milîtarîst nekarî bigihije armanca xwe. Em ê hesabê van bedelan bipirsin û ji bîr nekin. Ev hafize dê xwe her mezin bike. Bi têkoşîna azadî û demokrasiyê re aştî nêztir bûye.” 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer jî cejna her kesî pîroz kir. Gulşen Ozer, diyar kir ku dê têkoşîna xwe ya li ser rêya Vedat Aydinan bidomînin û got: “Me gelek hevalên xwe di vê têkoşînê de winda kirin. Gelê Kurd ev 100 sal in li ser pêya ye û têdikoşe.”
 
Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn ser gora Vedat Aydin.  
 

Sernavên din

14/04/2025
16:24 ‘Hêza sereke ya ku dê civakê demokratîk bike jin in’
15:38 Îtîraza li dijî girtina Îmamoglû hate redkirin
15:37 Rapor: Li Sîncanê ‘qedexeya îşkence û miameleya xerab’ tê binpêkirin
15:00 Meclisa Jinan a DBP’ê atolyeyan dide destpêkirin
14:42 Doza Narîn Guranê: Daxwaza beşdarbûnê ya UCÎM û Wezaretê hat qebûlkirin
14:40 4 sal û 8 meh cezayê hefsê li lîstikvana Kurd hate birîn
14:32 Rojnamegeran bertek nîşan dan: Mafê agahîgirtinê yê gel tê astengkirin
13:52 Xalê Jîna Emîniyê hate girtin
13:15 Li Qersê jinek hate qetilkirin
13:10 Ji bo rojnameger Necla Demîr Arvas biryara ceza û tehliyeyê
12:44 Doza Narîn Guranê didome: Heqîqetê derxînin holê
12:29 Cûma Çat hate definkirin
12:25 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû
11:52 Platforma Yekitina Jinên Kurd hate avakirin
11:31 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Di hevdîtina Erdogan de aliyên pêvajoyê dixitimînin hatin axaftin
11:21 Hunermend Dîna Zaurub di êrişa Îsraîlê de hate qetilkirin
11:08 Bi ser Enfalê re 37 sal derbas bûn: Me efû nekir û dê ji bîr nekin
10:57 Li Geliyê Botanê qûleya leşkerî hate avakirin
10:41 Duyemîn doza cînayeta Narîn Guranê dest pê kir
10:10 Xwebûn bi manşeta ‘Hunermend rayberî biko’ derket
09:10 Piştî Soylu hedef nîşan dayî bêyî ‘delîlan’ cezayê muebbeta girankirî lê hate birîn
09:06 Qeyûmê Mêrdînê dê 35 neguhêzbarên bifiroşe
09:04 Curado: Bêyî berdana Abdullah Ocalan pêvajo nameşe
09:03 'Bombebarana ser Kurdistanê bide sekinandin dê bibînî ka aborî çawa baş dibe’
09:01 Birayê girtiyê nexweş Akay: Lijneyên Çavdêriyê mîna giyotînê dixebitin
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2025'AN
09:00 Cûma Çat jiyana xwe ji dest da
13/04/2025
16:54 OHD: Bi banga Abdullah Ocalan re hevkêşeya sedsalî xera bû
16:34 Karkerê li Şirnexê di bin hezazê de ma jiyana xwe ji dest da
16:30 Rûsyayê bi fûzeyan êrişî Ûkraynayê kir: Herî kêm 32 kes mirin
15:35 Endamên DÎK’ê çûn serdana şîna Sungur
15:29 Komxebata Egîtîm Senê di roja duyan de dom kir: Zanîna xelet mirov dike kole
13:44 Wêneyekî Abdullah Ocalan ê heta niha nehatibû weşandin derket holê
13:07 Piştî 4 mehan ceyran gihişt Kobanê û gundên wê
13:05 Bendên kontrolê yên li Helebê tên rakirin
12:42 Li Wanê li pey hev erdhej çêbûn
12:00 Îran: Di hevdîtinên bi DYA’yê re em gelek nêzî muzakereyan bûne
11:23 Îsraîlê li Xezeyê nexweşxaneyek bombebaran kir
11:17 Komeleya Aştî û Azadiyê ya Ewropayê hate avakirin: Li dîasporayê siyaseteke nû
10:38 Bi îdiaya ‘bombeyê’ hate girtin bi hinceta ‘raporê’ ceza lê hate birîn
10:13 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:08 Darren Millar piştgirî da banga Abdullah Ocalan û got: Modela IRA’yê dikare bibe mînak
10:05 Herêma êriş lê didomin kişandibû: Li hin gundan 200 Elewî hatibûn qetilkirin
09:30 Bi ser bangê re 46 roj derbas bûn: Yek ji gavan statuya Kurdî ye
09:23 Kampanyaya ‘Pirtûka bi Tirkî bîne, pirtûka bi Kurdî bistîne’ tê destpêkirin
09:03 Ji bo girtiyên nexweş bang kir: Divê dewlet gavan biavêje
09:02 Dayikan bang li îktîdarê kirin: Demildest Ocalan berdin
09:01 Geliyê Botanê bi rengên biharê xemilî
09:00 ROJEVA 13’Ê NÎSANA 2025’AN
12/04/2025
16:37 Xwestin Akay û Aladag bên berdan
15:36 Cenazeyê nivîskar Îbrahîm Sungur hat veşartin
14:48 Xizmên windayan: Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rabirdûyê re hevrûbûyîn divê
13:17 Li Colemêrgê mirineke biguman
12:54 Ji Egîtîm Senê komxebata perwerdehiya bi zimanê dayikê
12:46 Tevî biryara agirbestê jî êriş didomin: 2 HPG'iyan jiyana xwe ji dest dan
12:38 Ji Weşanên Aramê 8 pirtûkên nû
09:31 Ji hiqûqnasan ji bo 'mafê hêviyê' amadekariya serlêdanê
09:07 Ji Weşanxaneya Aryenê du jê rêziman 4 pirtûkên nû
09:05 Êrişî abîdeya 10'ê Cotmehê kirin: Malbat dixwazin kiryar bên tespîtkirin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2025'AN
11/04/2025
16:05 Rojnamegerên tên darizandin: Em ê parastina rûmeta rojnamegeriyê bidomînin
16:01 Jin li Mûglayê li ser aştiyê axivîn
15:54 Başboga û Akkurt piştî 32 salan hatin berdan
15:46 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
15:44 Di doza rojnamegeran de dê mutalaa bê amadekirin
14:49 Ji bo 59 kesan biryara tehliyeyê hat dayin
14:46 Uveyş Ocalan hat bibîranîn: Em ê aştiyê bi civaka demokratîk tacîdar bikin
14:38 'Bila girtîgehên bi tîpa bîrê bên girtin’
13:29 Li Rojhilat 4 kes hatin binçavkirin
13:27 Di şewata mala prefabrîk de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
13:22 Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê got dê hilbijartin di dema xwe de bên kirin
13:20 Giliyê kesên piştgiriyê didin komkujiya Elewiyan hate kirin
13:08 Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê: Em şansekî rastîn didin dîplomasiyê
13:06 Ramazan Karataş piştî 32 salan hate berdan
12:29 Çawişê pispor ê ku Aydin qetil kirî hewldaye hevalê wî jî bikuje
12:21 Di nava sê rojan de 9 Beluc hatin darvekirin
10:41 Girtiyê nexweş Çam rakirin nexweşxaneyê
10:20 MYK’a DEM Partiyê civiya
09:53 14 caran gilî kir lê necezakirin weke tundî lê vegeriya
09:38 'Divê şert û mercên bangê demildest pêk bên'
09:37 Dê jin ji bo cîvakîbûna bangê xwe bi rêxistin bikin
09:27 Ji bo lîteratura hiqûqê ya bi Kurdî gaveke nû: DADSAZ hat avakirin
09:01 Qeyûm, ji bo serokê AKP'î ajovanek girt kar!
09:00 ROJEVA 11’Ê NÎSANA 2025’AN
08:55 Li Şirnexê têketina 11 herêman hate qedexekirin
10/04/2025
18:49 Ji Şandeya Îmraliyê têkildarî hevdîtina bi Erdogan re daxuyanî
16:35 Îdianameya der heqê Ahmet Saymadî de hate amadekirin
16:27 102 ciwan hatin berdan
16:21 Mutlu ku piştî 31 salan hate berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
16:05 Sirri Sureyya Onder: Hêviya me niha mezintir e
15:09 Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê û Erdogan de bi dawî bû
14:50 Kongreya Neteweyî ya Kurd dê hefteya pêş bê lidarxistin
14:44 Li Dihokê derdora gundekî hate bombebarankirin
14:03 DEM Partî têkildarî 'bangê' dest bi serdanên malan dike
13:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
13:47 Şandeya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Erdogan re bi rê ket
13:46 Qayûm dest bi firotina mal û milken Şaredariya Akdenîzê kir
13:37 Levent Dolek jî di nav de 4 kes hatin berdan
13:25 Li Rihayê lêgerîna tazî li malbatên girtiyan hate ferzkirin
13:20 Xalê Aslan ê ji aliyê çawîşekî pispor ve hat qetilkirin axivî: Ev nayê qebûlkirin