AMED - 4'emîn Dadgeha Îdarî ya Amedê qedexeya walîtiyê ya ji bo bîranîna Şêx Seîd betal kir û wek hincet jî got ku ‘xizmeta ji bo berjewendiya gel nake’ û ‘dest li bikaranîna mafên bingehîn werdide’.
Qedexeya Walîtiya Amedê ya li ser bîranîna Şêx Seîd ku di sala 1925'an de tevî 46 hevalên xwe ji aliyê Komeleya Çand û Piştgiriya Perwerdeyê ya Şêx Seîd ve hat darvekirin, hat rakirin. Bernameya bîranînê ya bi navê "Şeva bîranina lehengên serhildana 1925'ân" ku dihat plankirin di 13'ê Sibatê de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bê lidarxistin, ji aliyê walîtiyê ve hat qedexekirin. Walîtiyê bi îdiaya ‘nîşaneyên cidî hene ku pergala cemaweriyê û ewlehiya cemaweriyê dê bi awayekî bê sekinandin an jî rawestandina jiyana asayî dê xera bibe’ biryara qedexeyê da. Walîtiyê bi hinceta ‘Qanûna Civîn û Xwepêşandanan a bi Hejmara 2911’ û ‘Qanûna Îdareya Bajar a bi Hejmara 5442’ bîranîn qedexe kir.
Parêzer Mehdî Ozdemîr heman rojê li dijî qedexeyê daxwazname da dadgeha îdarî. Di daxwaznameyê de hat ragihandin ku ev biryar li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û destûra bingehîn e, mafê lidarxistina civîn û xwepêşandanan dikare bi qanûnan were sînordarkirin, tu bingeheke hiqûqî ya şênber a biryara qedexekirinê nîne û ev çalakî ji aliyê armanca xwe ve ne hiqûqî ye.
BIRYAR HAT BETALKIRIN
4'emîn Dadgeha Îdarî ya Amedê biryara qedexeyê betal kir. Dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku di civîna plankirî de agahiyên îstîxbaratî yên ku nîşan didin wê çalakiyên 'provokatîf' an jî 'dijqanûnî' hebin, nîne. Di biryarê de bal hat kişandin ku hinceta çalakiya îdarî nikare bi awayekî şênber bê avakirin û bal kişand ser vî awayî ku li gorî benda Qanûnê ya pêwendîdar ji bo pêkanîna biryara qedexekirinê divê şert û mercên mîna ewlekariya neteweyî, rêkûpêkiya giştî, pêşîlêgirtina sûc, parastina tenduristiya giştî û exlaqê yan jî maf û azadiya kesên din bên xwestin û nirxandinên xwe dispêre îhtîmalan, ji bo çalakiyan wek bingeh nehat girtin. Dadgehê biryar da ku 'Di vê rewşê de, ji ber ku xuya nake ku redkirina hevdîtina ku ji aliyê dozgeran ve tê plankirin were lidarxistin, ne ji bo rêkûpêkiya demokratîk a civakê pîvaneke pêwîst e, ne jî destûrê nade mudaxeleya herî kêm a li mafên bingehîn û xizmetê ji berjewendiya gel re nake, hat destnîşankirin ku çalakiya îdarî ya mijara gotinê ne li gorî qanûnan e. Dadgehê biryara îdarî ya îdarî betal kir.
MA / Rukiye Payîz Adiguzel